Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 13`ê Tîrmehê di Goristana Pirlaşêzê jî birêve çû

22:12 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Di goristana Pirlaşêza Firansa yê li ser Gora Dr. Qasimlo bi boneya 26mîn salvegera şehîdkirina wî rêberî, rêûresimek birêçû.
Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja yekşemî 12`ê Tîrmehê Deftera pêwendiyên derekî ya Hizba Demokrat li Parîsê, yad û navê Dr. Qasimlo û hevalên wî bilind nirxand.

Rêûresm bi danana destegol bo ser gora şehîdên Viyanayê û ragirtina deqeyek bêdengî ji bo rêzgirtin li canê pakê şehîdan destpêkir.

Di wê rêûresmê de “Xusrow Ebdulahî” nûnerê Hizba Demokrat di Firansa yê li ser Dr. Qasimlo axifî.

Ebdulahî di axaftina xwe de îşare bi rola Dr. Qasimlo kir û paşan ewa jî anî ber bas ku wî rêberê giranqedr kariye heta endazeyek berçav hêzan bi yektir nêzîk bike û soza dirêjedana rêya Dr. Qasimlo jî dubare kir.

Di wê rêûresmê de, endam û alîgirên Hizbê li Firansayê, Belçîka, Hulenda, hejmarek berçav ji Kurdên akincî yên Parîsê jî beşdar bûn.

Ew heyet û alîgirên ku beşdar bûn bi wî awayî ne:

Dara Ebûbekir nûnerê Hikumeta Herêma Kurdistanê li Firansayê
Mesûd Tek sekreterê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê
Heyeteka Enîstîtoa Kurd li Parîsê
Hizba Azadî yaKurdistan – Turkiyê
Partiya Hakpar
Kurdînasyona netewe ya Kurd
Rêxisitina Fedayiyên Xelk ên Îranî
Encûmena jinên Îranê
Encûmena Kurdên akinciyên Firansayê
Partiya Yektiya Kurdên Sûriyê