Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Di bajarên Şino û Mehabadê jî mînasibeta 13`ê Tîrmehê çalakiyên teblîxî birêveçûn

22:31 - 14 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi mînasibeta 13`ê Tîrmehê, salvergera şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, li bajarê Şino çalakî birêvebirin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, di 26mîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo de rêberê rêya azadiyê, wêne ên wî rêberî belavkirin û dirûşmên taybet bi 13`ê Tîrmehê nivîsîn.

9734.jpg

Di wê pêwendiyê de beşek berçav ji cih û Avahiyên bajarên Şino û Mehabadê tirakêt û postêrên taybet bi roja 13`ê Tîrmehê û wêne yên Dr. Qasimlo sekreterê berê yê Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê belavkirin.

Gundên Kanîreş, bajarokên Nalos û Çeperavî û derdorê çalakî encamdan.

Tê gotin ku hêzên leşkerî yên rejîma Îranê berbanga roja duşemî 13`ê Tîrmehê çûn nav avahî û Bajarokan û ew dirûşm paqijkirine.

Mehabad: Di wan cihên bajêr ku çalakî birêveçûne:
Feleka Mehmûdekan, Parka Mîkaîl, Termînala Gevre, Bazarçeya Esxerî, şeqama Bîmaristan, Zeviyên şaradariyê, şeqama zanîngeha Peyamnûr, şeqama deng û reng(seda û sîma), Meydana Hesenzade, Goristana gevre, seyrana Hemzava, Baxî Şaygan û Berî Şîlanan.