Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

cSemînarek bi munasibeta 13`ê Tîrmehê li Kanadayê birêve çû

21:32 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Bi munasibeta13`ê Tîrmehê û 26mîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî, semînarek ji aliyê komîteya Hizba Demokrat a Kuredistana Îranê li Rojavayê Kanadayê hat sazkirin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, ew semînare di 13`êTîrmehê birêve çû, semînar bi sirûda “Ey Reqîb deqeyek bêdengî ji bo rêzgiritin ji canê pakê şehîdên Kurdistanê, dest pêkir.

9743.jpg

Paşan “Îsmaîl Îbrahîmî” nûnerê Hizbê li Kanada yê, peyama komîteya Hizbê bi vê munasibetê pêşkêşî amadebûyan kir.

Di beşek din ya semînarê de, “Mihemed Salih Qadirî” endamê komîteya navendî ya Hizbê, gotarek ser kesyetiya Dr. Qasimlo pêşkêş kir.

“Sohrab kerîmî” beşdar bûyekî din bû ku gotinek bi navê “xebata netewî ya Demokratîk li ser bîr û hizra Dr. Qasimlo û alogorên dawî yê Partiyên siyasî yên deverên Kurdistanê” pêşkêşkir.

Çend peyamên hevxemî yên partiyên siyasî bi destê birêveberên semînarê gihîştibûn ku bi wî away ne:

- Party Demokrata Kurdistanê
- Yektiya Niştîmaniya Kurdistanê
- Komela Şoreşger a zehmetkêşanê Kurdistana Îranê
- Sazimana Xebata Kurdistana Îranê
- Tevgera Demokrata Azerbaycan û çend kesayrtiyên akinciyên welatê Kanada