Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Têmûr Mistefayî: Dr. Qasimlo hem dahêner, hem jî nûxwaz bû

23:13 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2012

Xûşk û birayên hêja!


Pişikdarên birêz!


Bixêr bên bo komyada 23’mîn salvegera terorkirina rêberê mezin Dr. Qsimlo û hevalên wî.

Kombûna her salî a me di salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo de, bi wateya xwendin bi bejn û bala Dr. Qasimlo, (eva ku jêre dibêjin ‘’tekperestî’’) nine, belkî Dr. Qasimlo di dema jiyana xwe de hertim dijî tekperestiyê bû. Ku wusan e civîna me li vir bi du meremên sereke tê lidarxistin. Yekem, eva ye ku tevî riha paqije şehîdan soza dirêjîdan bi rêbaza wan, heya gehîştin bi armancên bilind û pîroze gel nû bikin. Duyem jî ev e ku di wan civîn û bîranînan de, her carekê aliyek ji hizr û nêrîn û waneyên Dr. Qasimlo bixin bîra wan hevalên ku bi salane di çepera xebatê de tekoşîna xwe berdewam dikin û herwisan ew ciwanên ku nuh tevlî refên PDKÎ dibin, wan hizr û nêrînên Dr.
Qasimlo bikin çirayê rêya xebata xwe û mifahê jê werbigrîn.

Ger em bixwazin ku bas ji tev nêrînên Dr. Qasimlo bikin, di rastî de hizr û nêrînên Dr. Qasimlo gelek aliyên cur bi cur bi xwe ve digirin û di çarçoveya kombûnek han de, em nikarin hemî ew aliyane şirove bikin.

Lê emê hewil bidin di vir de du aliyên cuda yên bîr û hizrên Dr. Qasimlo şirove bikin.


Yekem biyav, biyava dahênan û nûxewazî:
Dr. Qasimlo, mirovekî dahêner û nûxwaz bû. Ger bo mînak basa vegeryana Dr. Qasimlo di sala 1349’ (Rojî) û zindîkirina PDKÎ di wî çaxî de bikin, bi ronî dixuye ku Dr. Qasimlo çawan ji bo nûxwazî û dahênanê dixebitî. Wê demê ku Dr. Qasimlo vedigere, di rastî de PDKÎ xwedî navekî mezin û malekî wêran bû.

Partiya Demokrat di wî heyamî de, anku çend sal berî hatina Dr. Qasimlo, ji rêya rastîn a xwe dûr ketibû, gelek hizr û nêrînên cur bi cûr, bandora xwe xistibûne ser vê partiyê û di rastî de PDKÎ tenê navê vê mabû. Lê hatina Dr. Qasimlo û komkirina hevalên partiyê û danîna bername û pirogramek nû, rêvebirina dewreyên kadriyê bi awayek berdewam, veşandina car din a Rojnameya Kurdistanê û... ruhek taze da ber Partiya Demokrat û di serî de car din vê Partiyê divejîne. Vejandina PDKÎ di wê demê de, guhartinek pir mezin bû di jiyana partiya me de. Lê ew vejandine jî nikare bersivderê tev wan hez û daxwazên Dr. Qasimlo be û merema navbirî bicî bîne. Lewma Dr. Qasimlo dirêjî bi vê pêvajoyê dide. Anku organîzekirina partiyê di warê hizrî de, jiberku wê dema ku Dr. Qasimlo vedigere nava partiyê, hizba Tûde nifûzek berçav kiribû nava refên hizbê û ji aliyekî din jî di bin zêrevaniya bîr û hizrên nasiyonalîstî de mabû. Lê Dr. Qasimlo bi darêtina bername û pirogramek nû û danîna dewreyên kadrî û derkirina rojnameya Kurdistanê, cehd dike ku ruhek nû bide ber PDK Îranê.


Di doma vê pêvajoyê de, tu mêze dikî ku di salên dawî û di kongireya sêyem de, pirsa sosyalîzmê tîne rojevê. Ew sosyalîzm- demokratîka ku li sala 1362’an de bi pesend gihand, li rastî de li piroseyekê de derbas bû heya ku gihîşte vê qonaxê di sala 1362’an de hat pesend kirin.

Ger hawriyek bi wan armancan bihê dayîn ku Hizba Demokrat li salên berê de hebûye, dibînin ku li kongireya sêyem de sosyalîzm, sosyalîzma dadwerane ye. Di kongreya çaran de, ku nifûza Tûdehiyan zêde bû, di wê kongireyê de dibe bi sosyalîzma ilmî. Lê her di wê kongireyê de Dr. Qasimlo biryarek din dide pejrandin ku ew belge bi xwe rê û cihekê diyarî dike li navbera bîr û bawerên demokratîk û nedemokratîk de, ew jî sîmaya demokratîk e.

Dr. Qasimlo hewil dide ku vê pêvajoyê pêş bixîne, lewma di kongireya pêncan de, sosyalîzmê dike li gor rewş û zirûf û di dawiyê de li kongireya şeşan de sosyalîzma demokratîk weke armanca pêşeroja hizbê bi hevkariya hevalên xwe di PDKÎ de dipejirîne. Anîna sosyalîzma demokratîk di rastî de, sinûr danînek bû di navbera bîr û hizrên demokratîk û ne demokratîk de, û eva dahênaneke ku heya niha jî bi salane em şanaziyê pêve dikin. Ku wisan bû dahênan û nûxwazî yek ji taybetmendiyên bilinde Dr. Qasimlo bûn.

Meseleyek din ku em basê jê dikin, eva ye ku Dr. Qasimlo mirovekî realîst bû, anku rastbîn bû. Li nêrînek rastbînane ve siyaset û pirsên rojê şirove dikir. Dr. Qasimlo di pirtûka xwe ya bi navê ‘’Kurdistan û Kurd’’ê de basa vê çendê dike ku netewa Kurd yek netewe ye û bi hez û xwasta xwe nehatiye parvekirin,lewma ger yek bigire, ewa parvekirina axa tu welatekê nine, belkî hevgirtina netewe û axek parvekirî ye.

Lê her wê demê ewa ku jêre dibêjin ‘’siyaset, hunerek momkîne’’, li siyaset kirinê de Dr. Qasimlo li ser vê bawerê ye ku di siyasetê de diviya ew karê ku momkîn e encam bidî, anku rastbînî di siyasetê de. Lewma mêze dikin ku silogana PDKÎ di dema jiyana Dr. Qasimlo de, demokrasî bo Îranê û Xudmoxtarî(otonomî) bo Kurdistanê bû. Bo gihîştin bi vê armancê ji metodên cur bi cur mifah wergirt.

Herwek dizanin ku, bi hatine serkar a rejîma Komara Îslamî, PDKÎ û li serweyî hemûyan, rêberê mezin şehîd Dr. Qasimlo, hewlek zaf da ku di Kurdistanê de şer neqewime û pirsa Kurd li rêya diyalog û gotobêjan ve were çareser kirin. Çend cara hat û çûna Tehranê kirin, li Kurdistanê jî, di dema êrişa hêzên rejîmê bo ser xelk û Kurdistanê de, PDKÎ çend caran tekoşîn meşand ku bi awayek medenî û bi anîna xelkê bo ser kolanan, pêşgîriyê ji şer û pevçûnên navbera xelkê û PDKÎ û hêzên rejîmê bigire.

Girevgirtina bajarê Pawe, yek ji wan kiryaran bû ku dibe xala destpêkirina şer bo ser Kurdistanê. Ew mangirtin di dem û cihekê de bû ku 35 kîlometran li bajarê Pawe ve dûr bû. Dema ku em bi Dr. Qasimlo re diaxivîn qise ku em çi bikin, digot: ‘’hinek din vekêşin’’. Yan dibînin ku di dema êrîşa dubare bo ser Kurdistanê, li Kamiyaranê landikan tînin ser şeqaman û mal û zarokan tînin ser cadeyan, heya ku pêşî ji top û tankên rejîmê bigirin û nehêlin şer li Kurdistanê dest pê bike.


Di çendîn warên din de em dikarin îşare bi xebata medenî di wî serdemî de bikin. Xebatek sivîl ku xelkê jêve ye îro dewrana xebatek han e û taze digehine ser vê bawerê. PDKÎ û li berî hemiyan Dr. Qasimlo 23 salan berî niha bîr ji wê yekê kiriye û di vê pêxemê de xebat bo kirye. Dirûşma me hertim ewa bûye ku emê ji hemû metodên xebatê mifahê werbigrîn. Lê eger rejîmê metoda xebata çekdarî bi ser me de sepand, di rastî de ew awayê xebatê li gor hez û daxwaza me nebû.

Me hemû hewlên xwe dan ku pirsa Kurd bi rêya diyalog û gotobêjê ve çareser bikin, lê mixabin aliyê hember ku hêza yekem e, xwediyê vê eqliyetê nebû û bi xurtî şer bi ser Kurdistanê de sepand.

Dawîn tekoşîna Dr. Qasimlo bo çareserkirina doza Kurd bi awayek aştîxwazane, ew bû ku di seferek bo Viyenê de, tevî dîplomat terorîstên Komara Îslamî civiya û tev hêviya wî ew bû ku belkî bikaribe doza Kurd li rêya aştîxwazî û gotobêjan ve çareser bike. Lê li vir ji dîplomat terorîstên Komara Îslamî bi mifahwergirtin ji îmkanatên dewletê, êrîş kirine ser canê Dr. Qasimlo û hevalên wî, bi vê hêviyê ku PDK Îranê bi şehîd kirina Dr. Qasimlo ji nav bibin. Eva terorîzim e bi wateya dewletî a wê. Dr. Qasimlo di hevpeyvînek bi Atife Gurgîn re di sala 1365’an de, bas ji vê yekê dike ku li welatên Rojava, tenê danîna bombe û revandina mirovan û ... bi terorîzm dihesibînin. Lê Dr. Qasimlo dibêje ku, terorîzim bi manaya rastîn a xwe, pêkhatiye ji tepeserkirina xelkê, dagîrkirina xakê û piştevanî kirin ji girûpên terorîstî ji hemû biyavan de terorîzmê pêk tînin û em vê yekê pirotesto dikin.

Mixabin Dr. Qasimlo kete davka vê terorîzma dewletî ku em bas jê dikin. Ew terorîzma dewletî zor bi sanahî di paytextê welatek Ewropayî de ku xwe bi nawenda şaristaniyet û dadperweriyê dizanin, mixabin di çarçoveya dan û standinên bazerganî û li çarçoveya wan îmkanatên dewletî ku li destê wan de bûn, karîn zor bi hêsanî li ser maseya bi nav gotobêjê, Dr. Qasimlo û şehîd Ebdula Qadirîazer û Dr. Fazil Resûl teror bikin û xwe derbas bikin. Li vir de ye ku pirsa dadweriyê û bi taybetî dem û dezgeha dadweriya welatê Otrîşê bi tewahî çû bin pirsyarê.

Piştî derbasbûna 23 salan, eger em mêze bikin Komara Îslamî bi vê armanca ku pêre xebitî û Dr. Qasimlo şehîd kir, negihîşt, belkî roj li pey rojê rewşa rejîmê ber bi alozî û xirabbûnê ve diçe. Her di heyamê derbasbûyî de koşka dîktatoran yek bi yek bi hiloşînê re berbirû bûne. Li welatê Tûnisê ew pêvajo dest pê kir û ji bo welatê Misrê dirêjî kêşa û bû sedemê hiloşîna wan rejîman û niha jî rejîma Beşar Esed di bin zext û givaşên azadîxwazên wî welatî de ye ku bi dijî Esed û dîktatoran tekoşîna xwe didomînin.
Komara Îslamî di vê navberê de, hem li tirsa vê çendê ku ew serhildan rojekê pêsiya vê rejîmê jî bigire û hem jî li tirsê vê yekê ku hevalbendek nizîk yê xwe li herêmê de ji dest bide, li kar û barên wî welatî de destêwerdanê dike û bi qazancê deshilata dîktator, xelkê azadîxwaz û dijber yên Esed tepeser dike.

Bi xweşî ve, rewşa rejîmê li zurûfek pir aloz de ye. Anku bi tewahî di asta cîhanî de li halê îzolebûnê de ye. Li asta navxweyî de jî rewatiya xwe ji dest daye. Di warê abûrî de rewşa welêt bi awayekî berbiçav şipirze û tûşî şikestê bûye. Bi awayekê ku di heyamê şeş mehan de nirxa dolar du hember bûye û roj bi roj bêkarî û giranî li welêt de zêde dibe. Lê qursayî a pêkhatina wê giraniyê, zêde ketiye ser milê xelkê hejar û belengaze welêt.

Berpirsayetiya vê rewşa aloz û nebaş a jiyana xelkê, dikeve ser milê Komara Îslamî û ewa rejîm e ku bi wan siyasetên biyom û nigetîv ên xwe û herwusan bi piraktîze kirina siyaseta tepeser kirin û zulm û zordariyê, rewşek pêk aniye ku roj bi rojê rejîm di asta herêmî û cîhanî de dikewe perawêzê û tevî dorpêçên berfirehtir berbirû dibe.

Komara Îslamî bi dirêjîdan bi piroseya mehandina Uraniyomê bi merema çêkirina çeka etomî, rewşek afirandiye ku roj bo rojê pêvajoya tehrîman bi ser wî welatî de berfirehtir kiriye û di pêşerojê de jî diviya em çavnihêrê vê yekê bin ku rewşa jiyana xelkê û zirûfa abûriya îranê berbi alozî û kirîzek bingehîn ve biçe û evê jî bandora xwe ya nerênî heye ku min pêştir îşare pê kir ku berpirsyaretiya vî barê giran dikewe stûyê Komara Îslamî, lewma komara Îslamî di serdemekê de ye ku egera xebat û serhildana berfireh ya tev pêkhateyên xelkê bi dijî vê rejîmê li holê de ye. Xebatek ku Dr. Qasimlo bi salan di pêxemê de xebat kir, tekoşîn meşand û digot ku: ‘’ev rejîme dîktatore û divê jinav biçe û rejîmek demokratîk cihê wê bigire’’.

Em hêvîdar in ku bi tekoşîna xelkê û bi yekrêzî û hevgirtin û cehda tev aliyan bikarin bi hevre tevî hemû xelkê Îranê û xebatkarên rêya azadiyê vê rejîmê jinav bibin û rejîmek demokratîk bînin serkar û ew rejîm bikare mafê tev netewên Îranê dabîn bike, bi hêviya wê rojê.

Herweha lêre de, anku di salvegera terora Dr. Qasimlo û hevalên wî de, hewce ye ez rêz ji yad û bîranîna rêvîngekî emegnas û bi wefa yê Dr. Qasimlo bigrim. Rêvîngek pir dilsoz, xebatkar, xelkî, xakî, bi şiyan û lêhatî, anku kak Seyîd Selam Ezîzî.

Kak Selam Ezîzî di 24’ê pûşpera sala 1387’an, bi hegera nesaxiyekê ve çû ser dilovaniya xwe û malawayî ji hevçeperên xwe kir. Kak Selam di sala 1325’an de ji dayîk dibe û xwendina xwe ya destpêkî li gundê xwe (Ezîzkendî) li bajarê Bokanê bidawî tîne, piştre diçe bajêr û li wir xwendina xwe didomîne û dîploma xwe werdigre û piştre dibe mamosta û wekî mamosta kar dike. Li sala 1350’î de, li zankoya Yasa’yê de tê wergirtin û piştî tewaw kirina qonaxa zankoyê vedigere Urmiyê û li wir wekî dadwerê dadgeha wî bajêrî tê damezrandin. Piştî heyamekê li sala 1356- 57’an de, kak Selam Ezîzî dibe serokê dadgeha bajarê Bokanê.
Kak Selam Ezîzî, sala 1358’an (Rojî), tevlî refên PDKÎê dibe. Her di yekem roja hatina bo nava hizbê heya roja şehîdbûna wî, gelek berpirsatiyên cur bi cur di hizbê de birêve birin. Weke endametiya Heyeta berêveberî a komîte şaristan ve bigre heya endamê komîsyona komelayetî, berpirsê komîte şaristana Serdeştê, piştre endamê komîteya navendî û piştre jî endamê deftera siyasî û berpirsê komîsyona malî-xedematî û siyasî nîzamî, ku rolek girîng û mezin li kar û barên hizbê de hebû.
Kak Selam mudîr û rêveberek pir jêhatî bû û li rêvebirina biryar û raspardeyên hizbê de hemû hewla xwe dida. Ger bi kurtî bêjim, kak Selam mirovekî xweştevî bû di nava hizb û civakê de. Mirovekî zana bû û li derbirîn û derkandina nêrînên xwe de zor hişyar û cesûr bû. Hertim û berdewam dijî bîr û bawerên laderane bû ku mafê wan bi ser hizba demokrat ve nebû û nifûz kirbûne nava PDK Îranê de. Kak Selam sermayeyek bû ku mixabin gelek zû ji dest çû. Li jiyê 53 saliyê de koça dawiyê kir.

Lê li vir de, silawan dişînim bo şehîdê tu car nemir, şehîd Selam Ezîzî û soza domandina rêya Qasimlo, bi Dr. Qasimlo û Ebdula Qadirîazer û kak Selam Ezîzî û hemû şehîdên rêya rizgariya Kurd û Kurdistanê didin û hêvî dixwazin ew roj bê ku netewa me di pêxema hewil û tekoşîna wan û xebatkarên rêya demokrat û hemû neteweya Kurd de bikare bigihîje armanc û hêviyên wan ku demokrasî, mafên neteweyî û dadperweriya civakî bû.

Bi hêvya wê rojê.