Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fenland: Birêveçûna semînarek taybet bi 13’ê Tîrmehê

16:19 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Di welatê Fenlandê de bi munasibeta 13’ê Tîrmehê, semînarek ji bo Rostem Cehangîrî, endamê Deftera Siyasî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê hatibû lidarxistin û ji aliyekî din ve jî, Cehangîrî bi endamên Hizbê yên akinciyên wî welatî re civiya.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, Komîteya giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di Fenlandê li 11’ê Tîrmeha 2015’an de bi munasibeta 26’mîn salvegera şehîdkirina Dr.Qasimlo û hevalên wî, semînarek li bajarê Turku a Fenlandê de bi beşdariya Rostem Cehangîrî, nûnerên part û saziyên siyasî û sivîl lidarxist.

Semînar bi sirûda “Ey Reqîb” û deqîqeyek bêdengî ji bo rêzgiritn ji canê pak ê şehîdên rêya azadiya Kurdistanê destpêkir.

Di wê semînarê de, peyama giştî ya Hizba Demokrat li Fenlandê ji aliyê “Heyder Kakzade” ve hate pêşkêşkirin, di beşekî din ya semînarê de, “Mecîd Heqî” nivîskarê pirtûka “Qasimlo, manîfestoya sîmaya mirovane ya rêberiyê” kitêba xwe da naskirin û çend gotin ji pêşkêş kir.

Beşek din ya semînarê bo axaftinên “Rostem Cehangîrî”. Ew endamê Defrtera Siyasî yê Hizba Demokrat tevî awirdanek kurt li ser kesatiya şehîd Dr. Qasimlo, îşare bi raman û baweriyên Dr. Qasimlo kir.

Cehangîrî da zanîn ku, Dr. Qasimlo bo jêre eyan bû ku (Hikûmeta Şoreşî) li Îranê de nikare Înqilabî û Şoreşgerî be, û nikare demokrat û demokratîk be, û nikare mafê neteweyan jî di Îranê de çareser bike.

Rostem Cehangîrî, tevî îşarekirin bi xebat û tekoşîna Dr.Qasimlo, bas ji bandora pêwendiyên wî rêberê mezin li ser cîhanê kir û hemû hewla wî ew bû ku bala dinyaya derve bikişîne ser xebata mafxwazaneya neteweya xwe û li wî karî de jî serkevtî bû.

hejmarek peyamên hevxamiyê jî bi vê munasibetê gihabûn destê birêvebirên semînarê ku pêkhatibûn ji:

-Peyama Partiya Demokrat a Kurdistanê
- Peyama Fedrasiyona Komelên Kurdan
- Peyama Yekîtiya Jinên Demokrat yên Kurdistana Îranê
- Peyama Komîteya Komeleya Şoreşger ya Zehmetkêşan Kurdistana Îranê li Fenlandê
-Peyama Komeleya Zehmetkêşên Kurdistanê li Fenlandê
Rostem Cehangîrî di doma seredana xwe ji bo Fenlandê li gel endam û alîgirên Hizbê yên akinciyên wî welatî de jî civîya.

Ew endamê Deftera siyasî bi armanca baskirin li ser pirsên rêxistinî û navxweyî û herweha guhgirtin ji nerîn û ramanên endaman ji nizîk ve li gel endam û alîgirên Hizbê li welatê Fenlandê de ew civîn pêk anî.
Cehangîrî di vê civînê de bas li ser rewşa dawîn ya Kurdistanê bi giştî û Hizba Demokrat bi taybetî pêşkêşî amadebûyan kir. Piştre her yek ji beşdaran jî têdîtin û nerînên xwe anîne ziman.