Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma dawî hatina dewreya 215`an a destpêkî ya pêşmerge

22:15 - 16 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Rêûresma dawî hatina dewreya 215`an a destpêkî a pêşmerge, ji aliyê perwerdeya siyasî ya leşkerî û komîsyona perwerde ya Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê birêve çû.

Li gor apora malpera Kurdistan media, roja pênçşemiyê 16`ê Tîrmehê rêûresma dawî hatitina dewreya 215`an, destpêk a pêşmerge bi sirûda neteweî ya “Ey Reqîb” destpêkir.

Paşan beşdarên dewrê di çendîn bergeyên cur bi cur de: Rêje, şerê sernêze û amadebûna leşkerî ji xwe nîşan dan, û di beşeke din ya rêûresimê de “ Loqman Ehmedî” endamê komîteya navendî a Hizba Demokrat axftinek bi vê munasibetê pêşkêşkir.

Loqman Ehmedî di axaftina xwe de bas ji rêkevtina navokî ya rejîma Îranê û welatên 5+1 kir û got: “Ew rêkevtine tu bandorekî li ser xebata azadîxwazane a Hizba Demokrat nake.”

Loqman Ehmedî paşan îşare bi rewşa Kurd di beşên din yên Kurdistanê kir.

Paşan rapora perwerdeiya dewrê ji aliyê “ Şoreş Alahveysî” yek ji birêveberên dewreyê hat pêşkêşkirin. Salar Qehremanî jî yek ji beşdarên devrê peyama dewreya 215 ya pêşmerge xwand.

Di beşek din ya rêûresmê de, 6 kes ji beşdarên dewrê hatin xelat kirin. ji aliyê Elî Kesnezanî, kadrê berê yê Hizbê ve û xatona Soreya Mistefay yek ji malbatên Hizba Demokrat ve, hatin pêşkêşkirin.

Di doma rêûresmê de çend helbest û stran ji aliyê “ Xolam Fatihî, Siyamend Hesennijad û Seîd Îzedî” ve hatin pêşkêşkirin.