Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Helwesta Hizba Demokrat li dor lihevhatina navikî ya Îran û gurûpa 5+1

14:24 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê derheq lihevhatina navikî ya rejîma Îslamî ya Îranê û gurûpa 5+1 daxuyaniyek weşand.

Li beşek ji vê daxuyaniyê de hatiye ku: “derbasbûyî nîşan daye ku li haletên wusa de, tepeserî û givaş bo ser xelkê berfirehtir û hovanetir dibin û li derweyî welat de jî rê bi rejîma Îranê tê dayîn ku bi awayekî berbiçavtir ji berê, alîkariya hevalbendên xwe wekî Beşar Esed, Hizbulaha Lubnan, Husî’yên Yemenê û gurûpên din ên terorîstî bike”.

Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:

Hevwelatiyên birêz!
Civatên xelkê Kurdistanê!
Li pêvajoya du dehsalî ya hewl û tekoşîna Rejîma Komara Îslamî bo xebitîn li ser pirograma navikî bi armanca bidestxistina çeka navikî ku bi awayekî nepenî û dûr ji çavên ajansa navnetewî ya Vejena Navikî dimeşand, piştî eşkerebûna tekoşîna rejîmê, nîgeraniyên civaka cîhanî û bi taybetî welatên rojava li pey re mişe bûn. Lewre civaka cîhanî bi armanca pêşîgirtin ji destpêregihîştina Komara Îslamî bi çeka navikî, dorpêç û boykotên berfireh yên bi tak û kom ji riya dezgeh û saziyên navnetewî bi ser komara Îslamî de sepandin.
Her çiqas ku van dorpêçan demildest tesîr û bandora xwe li ser aboriya Îranê kirin, lê rejîma Îslamî ya Îranê her terze biryarek li vê derheqê de bi kaxezên diryayî “kaxez Pare” û encamên dorpêçan jî li berjewendiya aboriya Îranê û gihîştin bi qonaxa “xodkefayî” ragdigehand. Pêvajoya han 12 salan dom kir û di dawiyê de encama dorpêçan li ser aboriya Îranê û rewşa rejîmê gelek bibandor û bitesîr bû û rejîm neçar ma ku bi micidî biçe ser maseya gotûbêjan û ji bo rizgarkirina xwe ji asewarên hiloşîner ên van dorpêçan li ser xwe, pêngavan bawêje.

Pêvajoya rûniştin û gotûbêjên micid li ser pirsa navikî ya Îranê nizîk bi 22 mehan domand û di encam de roja sêşemî, 14’ê Tîrmeha 2015’an (23’ê Pûşpera 1394’an ya rojî) her du aliyên danustankar lihev hatin û kakil û naveroka lihevhatinê wajo kirin û li rûyekî de nîşan dan ku hemû aliyekî vê danûstandinê razî ne. Rêketinek ku ne hemû armancên rojavayiyan bo hetaheta misoger dike û ne jî pozbilindî û zêdexwaziyên Komara Îslamî bilez û demildest bi cî tîne.
Kakila rêketinnameya navbera Komara Îslamî û gurûpa 5+1 ji bo rojavayiyan li egera pêgirnebûna rejîma Îranê bi hemû bendên vê rêketinê, vê armancê misoger dike ku ger bo hertim jî nebe, lê heya çend salan metirsiya destpêregihîştina Komara Îslamî bi çeka navikî diverevîne. Ji bo komara Îslamî ya Îranê jî hilgirê vê peyamê ye ku dorpêç jî, ne li gor dilê Komara Îslamî û daxwaza wê tên hilgirtin, belkî li qonaxek diyarîkirî ya zemanî de dê li ser Îranê bên hilgirtin yan sivik kirin.

Li şert û mercên piştî pejrandina vê rêketinnameyê û sivikkirin û hilgirtina dorpêçan de, Komara Îslamî (xelkê Îranê na) dê bêhn û nefesek taze vede û bi azadkirina sermayeya cemidandî û bilûkkirî ya xwe û firotina petrola pitir û dahata zêdetir, destê wê li warê aborî de vekirîtir dibe, li vê derheqê de hin kes û alî wusa dinirxînin ku pêvajoya han dê bandorek baş li ser rewşa jiyan û bijîva xelkê bike, li halekê de bi nasînekê ku ji cewhera Komara Îslamî, siyaset û kiryarên wê heye, tê payîn ku beşa herî kêm ya vê aboriya çavnihêrkirî bikewe tûrikê xelkê û bi qazanca jiyan û guzerana wan be. Li hember de, beşa herî zaf ya wê li hundurê welat de ji bo dezgehên tepeserkar, ewlehî, îtilaat û dezgehên din yên ser bi rejîmê û bi taybetî sipaha Pasdaran ya Îranê dê bihê terxan kirin, daku rejîm li ser domandina tepeserkirina azadîxwazan û nemaze cudabîrên hundurê rejîmê de pêgir be.

Derbasbûyî nîşan daye ku li haletên wusa de, tepeserî û givaş bo ser xelkê berfirehtir û hovanetir dibin û li derwey welat de jî rê bi rejîma Îranê tê dayîn ku bi awayekî berbiçavtir ji berê, alîkariya hevalbendên xwe wekî Beşar Esed, Hizbulaha Lubnan, Husî’yên Yemenê û gurûpên din ên terorîstî bike, ji ber ku bihêzbûna wan û piştqahîm bûna wan jî bi Komara Îslamî ya Îranê jî tê wateya berdewamiya ajawe, fitne, şer, derbiderî û kavilkariya zêdetir li deverê de.

Bi wateyek din destvekirîbûna rejîmê li warê aborî ve wekî encamek vê lihevhatinê, ger ji aliyekê ve nîgeraniyên rojava li dor bidestxistina çeka navikî ji aliyê rejîmê ve nahêle, lê berevaj nîgeraniyên xelkê devera Rojhilata Navîn, welatên vê deverê û hevalbendên wan ji Rojava û ji destwerdanên Komara Îslamî xurttir dike. ji ber ku aloziyên deverê dê xurttir û berfirehtir bibin. Bi taybetî rengê vê hindê dide ku rêketina han, hin têkiliyên nû ên siyasî û dîplomatîk jî li pey xwe re bîne û rejîma Îslamî ya Îranê jî bi mifahstandin ji van pêwendiyan, pitir û ektîvtir ji berê, xelkê Îranê û azadîxwazan tepeser bike û li deverê de jî fitnegêrî û dubendî û destwerdanên xwe zêdetir bike û li hember de jî, bi xemsarî yan corek ji bêdengiya rojavayiyan ji eşkerekirina van siyaset û piratîkan de, xatircem be yan jî girîngiyek wusa jêîre nebe.

Bi berçavgirtina vê rastiyê ku rêketinnameya Komara Îslamî û gurûpa 5+1 tenê pirsa navikî ya rejîmê ji xwe digre û pirsa destwerdan û dexaleta Komara Îslamî li kar û barên welatên deverê û binpêkirina mafên mirov û mafên neteweyan, mafên jinan û tepeserkirina berdewam û bêsînor ya azadîxwazên Îranê li navxweyî welat de ji xwe nagire û basek ji pêşgirtina ji wan nehatiye kirin, lê bi eşkere em dibêjin ku ger rêketinnameya han heya qasekê pirsa Komara Îslamî ya Îranê û gurûpa 5+1 li ser meseleya navikî çareser kiribe, meseleya xelkê û neteweyên Îranê û azadîxwazên wî welatî û heta pirsa welatên deverê bi Komara Îslamî re her li cihê xwe de ne û renge li pêşerojê de jî bi berfirehî û xurtiya xwe bimînin.

Li vê derheqê de, Partiya Demokrat ya Kurdistanan Îranê bi 70 sal xebata bêveqetiyan û berdewam ji bo misogerkirina demokrasî û mafên netewî yên kurdan û cihgîrkirina dadperwerî û mafên jinan li Îranê de ku berî vê rêketinê û heta berî hatine ser kar ya Rejîma Îslamî ya Îranê jî ji bo van nirx û buhayên cîhanî û mirovî xebat dimeşand, li pêşerojê de jî dê bi micidî xebatê jêre bike û li ser rêbaza xwe bimîne û riya xebatê jî heya serkevtinê û gihîştina bi van buhayan bi piştgirêdan bi xelkê Kurdistanê bidomîne.

Rastiya han jî berbiçav e ku eger piştî vê rêketinê jî, guhertin li çalakiyên navikî yên Komara Îslamî de çê bibin, guhertin li siyaset, piratîk û cewhera rejîmê de pêk nahên û her eva ye ku metirsiya rejîmê li ser civaka cîhanî li cihê xwe de dihêle. Lewre hewce ye welatên Rojavayî û Amerîka vê rastiyê bibînin ku nirx û buhayên mirovî yên wekî demokrasî, mafên netewan û … li bin siya vê rêketinê de neveşêrin.

Xebata kurdan li Kurdistana Îranê de ji bo mafên mirovî, netewî û azadîxwazane, xebatek rewa û berheq e. Xebatek e bi derbasbûyek rohn û pêşerojek geş. Lewre xebata han heya misogerbûna demokrasî, mafên netewî û dadperweriyê bi bê tesîrkirina tu siyaset û aliyek derekî dê her bidome. Xebatkarên Hizba Demokrat ya Kurdistana Îranê û keç û xortên welatparêz yên kurd li vê xebatê de dê rol û karîgeriya dîrokî ya xwe nîşan bidin.

Em hêvî dikin ku hogirên demokrasî û azadîxwazên li Îranê û bi taybet part û saziyên Kurdistanî bi realîstî û hişyariyê ve ji vê meseleyê binêrin û bi bêy tu dudilî û gumanekê li pêvajoya xebata li dijî rejîma dîktator ya Komara Îslamî ya Îranê de micidtir pêngavan bavêjin û li pêxem herifandina Komara Îslamî ya Îranê û bicihanîna hêvî û armancên mirovî û netewî yên gelên Îranê de pêgir û mikûr bin.

Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê
Deftera Siyasî
17.7.2015’an ya Zayînî
26.4.1394’an ya Rojî