Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Merîwan/ Bi munasibeta 13’ê Tîrmehê çalakiyên teblîxî birêve çûn

14:38 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê di bajarê Merîwanê de bi munasibeta 13’ê Tîrmehê, 26’mîn salvegera şehîdkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî çalakiyên teblîxî birêve birin.

Li gor rapora malpra Kurdistan Media, di 26’mîn salvegera terorkirina Dr. Ebdulrehman Qasimlo û hevalên wî de, çalakiyên berfireh yên teblîxî di Merîwan û derdorên wê de birêve çûn.

Di wan çalakiyan de beşek berbiçav ji cih û avahiyên bajarê Merîwanê de tirakt û posterên taybet bi roja 13’ê Tîrmehê, wêneyên Dr. Qasimlo, sekreterê berê yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê hatine belavkirin.

Meydana Bêsaran, Qada stadyomê, Qada Bawereş, Parka Şano, Parka Milet, Parka Aştî, taxa Leylaxiyan, Darsêran, Çarbax û …, ji van cihan in ku têde çalakiyên teblîxî birêve çûn.

Her di vê pêwendiyê de, li gundên Mehmediye û Sêfî ya jêrîn û kolanên Xawmîrava ya ser bi Merîwanê de jî poster hatine belavkirin.

Herweha li rêyên sînorî yên bajarê Merîwanê û riya Zirêbar heta qada Bêsaran, çalakiyên teblîxî hatine encam dayîn.