Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Mistefa Hicrî: Pêşbîniya me rast û lawazbûna Îranê jî derket

15:10 - 20 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Sekreterê Giştî yê PDKÎ li gotûbêjek bi ajansa “Anadolo” de basa rêketina navbera rejîma Îranê û welatên Rojavayî kiriye û û îşare bi teslîmbûna rejîma Îranê li hember vê rêketinê de dike.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, Misetfa Hicrî Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê li vê got û bêjê de qala serdana dîplomatîk ya xwe jib o welatên Ewropayî û Amerîka kiriye û daye zanîn ku wan welatan piştewaniya xwe ji doza kurd dubare kirine û hevdem ronahî xistiye ser rêketina navikî ya rejîma Îranê jî.

Sekreterê giştî derheq vê lihevhatinê de daye zanîn: Min berê jî îşare bi vê yekê kiribû ku Komara Îslamî ya Îranê ji ber wê ku li warê aborî de rastî girft û çirijînê hatiye, neçar e ku hemû mercên rojava bipejirîne û me dît ku xala lawaz ya rejîmê jî derket.

Hicrî dibêje: Rejîma Îranê bona wê ku bikare dorpêçên li ser xwe bide rakirin, neçar bi van danûstandinan bû ku zêdetir ji salekê domiyan û çend caran jî hatin dirêj kirin û Îranê cehd kir ku deskevtên zêdetir bidest bixe, lê li dawiyê de mercên Rojava pejirandin û teslîm bû.

Pêkanîna pirsgirêk û giriftan jib o xelkê, bêkarî, bêbernameyî û sekinîna hezaran pirojeyên xizmetguzarî li Îranê de ew xal bûn ku Mistefa Hicrî bas jê dike û li vê baweriyê de bûye ku tev diyardeyên han li encama pozbilindî û zêdegaviyên Îranê de pêk hatine.

Hicrî li doma axaftinên xwe bi ajansa “Anadolo” de bas ji du fakterên sereke dike ku Îran neçarî teslîmbûnê kiriye. Bi bawera wî, Îranê du dujminên wehmî û ferzî ji xwe re ava kirine ku ya yekem, civaka suneyan e ku derdora Îranê girtine û ya din jî, Rojava bi giştî û bi taybet Amerîka ye.

Lewre ye ku rejîma Îranê xwast bi çêkirina çeka navikî xwe biparêze, lê pilana wê şaş bû û dorpêçên dijwar bi ser de hatin sepandin û bi dûrketin ji siyaseta navdewletî û îzolebûna ji civaka cîhanî xesar û zirarên mezin ji xelkê Îranê re kire diyarî û li dawiyê de jî Îran teslîm bû û bi neçarî rêketina han wajo kir.
Sekreterê giştî li vê baweriyê de ye ku “ji ber wê ku Komara Îslamî bawerî bi pirsa diyalog û got û bêjê nine û xwe bi jêhatiyê çeka navikî dizane, lewre soz û peymanên wê cihê hitbar û baweriyê ninin û li derbasbûyî de jî sozên xwe binpê kirine.

Hicrî li vê gotûbêjê de qala serdana xwe bo Amerîkayê dike û dibêje: Berpirsiyarên Amerîka jê ragihandine ku li gor rewşa her welatekê, emê alîkariya kurdên wî welatî bidin û li vê derheqê de jî soza alîkariyê standine.

Herweha daye zanîn ku li bernameya Hizba Demokrat de ye ku bi welatên Erebî re di têkiliyan de be û derheq têkiliyên bi Tirkiyê re jî daye zanîn “ew têkiliyên dîplomatîk ku li gor çavnihêriya me ne hêj pêk nehatiye”.