Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêberê rejîma Îranê tekez li ser negorbûna siyaseta Îranê li hember Amerîkayê de kir

14:57 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Piştî lihevhatina welatên Rojava bi rejîma Îranê re, Xamineyî rêberê vê rejîmê di axaftina xwe ya li roja cejna Remezanê de ragehand ku danûstandinên navikî li gel Amerîkayê li gor berjewendiyê bûye, herwiha da zanîn ku siyaseta rejîma Îranê li hember Amerîkayê de bi tu awayî nahê guhertin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, rêberê rejîma îslamî ya Îranê ragehandiye ku rêkevtina navikî ya Îran û 5+1’ê “çi bê pesend kirin yan nekirin”, em îzn û ruxsetê bi tu kesî/ê nadin ku mifaha xirab ji vê rêkevtinê werbigrin û “cewhera nîzama Îslamî birîndar bike”, herweha tekez kiriye ku rejîma Îslamî ya Îranê bi Amerîkayê re, bi awayek dualî dan û standinê li ser mijarên cur bi cur yên cîhanê de nake.

Eva di halekê de ye ku çend roj berî niha jî “Haşimî Refsencanî” berpirsê giştî yê Kora diyarîkirina berjewendiyên nîzamê di gotûbêjek rojnamevanî de gotibû ku danûstandinên bi Amerîkayê re“şikandina taboyê ye” û rêkentina navikî dikare bandorek nigetîv li ser bîr û baweriyên xelkê Îranê de bike. Navhatî vekirina balyozxaneya Amerîkayê li Tehranê de jî bi dûr ji çavnihêriyan nezanîbû.

Ji aliyekî din ve “Obama” serokomarê Amerîkayê bas ji vê yekê kiribû ku eger Îran rêkevtinê binpê bike, dê bi encamek xirab re berbirû bibe.

Hevdem “Obama ev yek jî rohn kir ku lihevhatina bi Îranê re, nahê wateya dawîhatina dubendî û pirsgirêkan û rejîma Îranê jî bi piştewanê terorîzmê hesibandibû.
Berê jî “Co Baydin” Cîgirê serkomarê Amerîkayê gotibû ku bijardeya leşkerî li dijî bernameya navikî ya Îranê her li cihê xwe de ye.

Di vê derheqê de, serokwezîrê Birîtanyayê roja Înê aşkra kir ku lihevhatina navikî bi Îranê re, nahê wateya hevalbendiya bi Îranê re.

Midehek berî niha jî “Can Binîr” endamê kongireyê û berdevkê Komarxazên Civata Nûnerên Amerîkayê di daxuyaniyekê de daxwazkarê êrîşa leşkirî li dijî rejîma Îranê bibû.
Mîç Mek Kanîl pêştir jî îşare bi rola tevdankarane ya rejîma Îranê di deverê û nearamkirina wê de kiribû.