Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Berdawamiya kuştina kolberên Kurd bi teqeya rasterast a hêzên rejîma Îranê

15:31 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên rejîma Îslamî ya Îranê di deverên sînorî yên Îran û Tirkiya de, kuştina du Kolberên Kurd lê ket.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, di çend rojên borî de li encama êrîşa hêzên leşkerî yên rejîma Îranê di deverên sînorî yên navbera Rojhelat û Bakûr de, du Kolberên Kurd jiyana xwe ji dest dan.

Nasnameya van du Kolberên Kurd ku jiyana xwe ji dest dane bi vî awayî in: “Aram Şahînnijad” temen 19 salî û kurê Kazim xelkê gundê “Pêsan” ya ser bi devera Tirgevera Urmiyê û “Sefyedîn Yûsifî Banî” temen 17 salî û xelkê gundê “Banî” ya ser bi devera Tirgera Urmiyê hatiye ragehandin.

Ajasana Kurdpa di vê derheqê de ragihandiye ku: Kolberên Kurd bi bê tu hişyarî û haydarkirinekê ji aliyê hêzên leşkerî yên rejîmê ve dikevine ber teqeya rasterast ya hêzên rejîmê û di encam de têne kuştin.

Nebûna kargehên hewce û nawendên pîşeyî, bêkarî û betalî, ferq û cudahî û …, ji van sedeman in ku xelkên deverên sînorî neçar dike ku ji bo dahat û bijîva jiyana xwe rû ji kolberiyê bikin.

Ajansa Nûçegihaniya Kurdpa daye zanîn ku di destpêka Îsal (1394’an) de, 25 Kolber bi teqeya rasterast ya hêzên leşkerî yên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine kuştin û birîndarkirin.