Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîka: Bijaredeya leşkerî li dijî Îranê her wekî xwe maye

13:05 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Wezîrê berevaniyê yê Amerîkayê ragehand “Li eger hewildanên rejîma Îranê bo bidestxistina çeka navikî, bijardeya leşkerî her li ser maseyê ye”.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, “Katrîn Eştûn” di konferansek rojnamevanî de ragihand: Rêketina navikî bi Îranê re nikare pêşiya vê yekê bigre ku Pintagon bijardeya leşkerî li dijî rejîma Îranê ji bîr bike.

Katrîn tekez li ser xurtbûna hevkariyên leşkerî ên xwe bi hevalbendan di devera Rojhilata Navîn de kir û aşkere jî kir ku, emê pêwendiyên xwe li gel Îsraîlê li warên leşkerî û sîstema berevaniya Mûşekî de xurt bikin.

Çend roj berê jî serokwezîrê Îsraîlê ragehandibû ku rêkevtina navikî ya “Viyanê” nikare li hember bidestxistina çeka navikî ji aliyê Îranê ve bibe asteng.

Berê jî, Çan Kêrî gotibû: Li egera bi encam negihîştina danûstandinên navikî, yan bipêkirina kakil û naveroka rêketinnameyê ji aliyê Îranê ve, rêçareya leşkirî weke bijardeyekê li ber destê me de dibe.