Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapora roja duyem û dawîn ya karê Kongireya 8’an ya Yekîtiya Ciwanên Demokrat

16:29 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Roja duyem ya karê Kongireya Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê ku hevdem roja dawîm ya kongireyê jî bû, birêve çû.

Li gor rapora nûçegihanê Kurdistan Media, roja çarşemî, 22’ê Tîrmehê û duyem roja karê kongireya 8’mîn ya Yekîtiya Ciwanan, bi domandina bas, nîqaş û nirxandina bername û pirograma Yekîtiya Ciwanan hatibû terxankirin ku li dawiyê de jib o kongireya 8’an hate pesend kirin.

Li beşek din ya karê vê kongireyê de, bernameya navxweyî ya vê yekîtiyê ketiye ber bas û piştî dahûrandina xal bi xalên wê, dengê erê jêre hate wergirtin û pesend bû.

Rapora beşa malî li neqeba du kongireyên 7- 8’an û pêrewa Komîteya birêveberiya giştî ya Ciwanan û ayînnameya derweyî welat ji beşêek din ya karê kongireyê bûn ku ketibûne ber bas û nirxandinan. Li dawiya karê kongireyê de jî hemû biryar û raspardeyên endamên kongireya 8 ya Yekîtiya Ciwanan ketine dengdanê û deng jêre hatiye wergirtin.

Beşa dawîn ya karê Kongireya 8’an ya Yekîtiya Ciwanan jib o hilbijartina endamên Birêveberiya giştî hatibû terxan kirin ku piştî hilbijartinek azad û demokratîk ya endamên rêberiyê, di yekem civîna rêberiya giştî de “Celal Ruwangerd”wekî sekreterê giştî yê vê yekîtiyê hate hilbijartin.

Di heman civînê de “Mêhrdad Xusrewî” wekî birêveberê giştî yê Yekîtiya Ciwanan ji bo derweyî welat hate hilbijartin.