Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça dawiyê ya bavê şehîdekî riya rizgariya Kurdistanê li devera Urmiyê

16:30 - 23 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Bavê şehîdekî PDKÎ Li bajarê Urmiyê de koça dawiyê kir.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja sêşemî, 20’ê Tîrmeha 2015’an (29’ê Pûşpera 1394’an), Mehmûd Dilan Hisar xelkê gundê “Qocox”ya ser bi devera Enzel a Urmiyê ji ber danemriyê xatir ji jiyanê xwast.

Mehmûd Dilan Hisar, bavê şehîd “Kerîm Dilan Hisar”bû.
Termê mamê Mehmûd li nav girseya xelkê deverê û xizm û kes û karên wî bi axê hat sipartin.

Şehîd Kerîm Dilan Hisar li sala 1340 ya rojî li gundê Qocoxê de ji dayîk bûye. Navhatî piştre tevlî refên pêşmergeyên Hizba Demokrat bû û li 16’ê Xezelwera 1360’î li şerek qehremanane ya li dijî hêzên rejîma Îranê de şehî bû û mezara wî jî her li gundê Qocoxê de ye.

Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê sersaxiyê ji malbat û kes û karên mamê Mehmûd dike û xwe li xem û kovanên wan de bi şirîk dizane.