Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Komîteya Nawendî ya Hizba Demokrat derheq bombardûmana binkeyên PKK’ê

16:37 - 26 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Komîteya Nawendî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê daxuyaniyek derheq bombardûmanên artêşa Tirkiyê li ser meqer û bargehên PKK’ê û deverên sînorî ên Kurdistanê belav kir.

Li daxuyaniyê de hatiye ku “cîgirtina şer û pevçûnan li dewsa pêvajoya aştiyê de ji bilî gorîdana zêdetir û kavilbûna pitir, li qazanc û berjewendiya tu aliyekê de nine”.

Deqa daxuyaniyê bi vî awayî ye:

Daxuyaniya Komîteya Nawendî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê derheq bombardûmanên vê dawiyê ên deverên Kurdistanê

Li demekê de ku rêberiya Hizba Demokrat li civînek asayî ya xwe de bû, hat haydarkirin ku demjimêr 11’ê piştînîvroya roja înê, 24’ê Tîrmeha 2015’an (2’ê Gelawêja 1394’an a rojî), balafirên şer û bombavêj ên artêşa Tirkiyê êrîşî ser meqer û wargehên gerîlayên PKK’ê li her du aliyên sînorî ên Amêdî û Qendîlê kirine û xisar û zirarên canî û malî ên zaf li pey xwe hiştine û eva jî bûye sedem ku agirbenda li navbera hikûmeta Tirkiyê û PKK’ê bi armanca pêşdebirina pêvajoya aştiyê ku du ji salan berî niha ve li neqeba her du aliyan de dest pêkiribû, bi metirsiya şikandinê re berbirû bibe.

Xuya ye ku her terze êrîş û rikêfek bi dûr ji wê ku kîjan alî destpêşxer yan pêşeng bûye, dê derbek giran ji vê pêvajoya aştiyê bide ku civatên xelkê Tirkiyê û keç û xortên neteweya kurd li wî welatî de bi hêviya çareseriya pirsgirêkan li bendê bûn. Bêguman cîgirtina şer û pevçûnan li cihê pêvajoya aştiyê ji bilî goriyên pêtir û wêranî û kavilkariyên zêdetir, li vêc û berjewendiya giştî ya tu aliyekê de nine û nabe.

Komîteya Nawendî ya PDKÎ hêvî dike ku her du alî bi berpirsatiyek zêdetir û liberçavgirtina berjewendiyên bilind ên giştî û li pêxem destpêkirina dubare ya pêvajoya aştiyê, xwe ji her terze liv û bizaveka li dijî diyalog û pêvajoya aştiyê biparêzin û hemû êrîşan bidin sekinandin, herweha erkê her aliyekê ye jî ku ji bo sekinandina liv û tevgerên li dijî aştiyê de, alîkar û piştewan bin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Komîteya Nawendî
26.07.2015’an
04.05.1394’an