Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Roja cîhanî ya îşkence û piştevanî ji goriyên îşkencê

14:45 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2015

Îdrîs Stwet

Işkence yek ji kiryarên herî kirêt e ku bi kerameta mirov tê kirin, ku dibe sedema jinavçûna keramet û jiyana mirov û ev kiryarên kirêt û hovane niha jî di zaf welatên cîhanê de têne birêvebirin.

Herçend ku îşkence di salên dûr û dirêj de weke keresteyeke rewa di sîstima qezayî ya zaf welatên cîhanê de, bo wergirtina îfadê dihate birêvebirin, lê tevî geşekirina hizra komelgeha medenî, azadîxwazî, û mirovdostiyê, hêdî hêdî îşkenceyê rewayetiya xwe ji dest da, û weke hetik û qebahetek mezin bi mirovatiyê hate zanîn, û bo jinavbirina vê kiryara hovene pêngavên pêwîst hatin hilgirtin.

Her bo vê meremê Rêkxirawa Neteweyên Yekgirtî (NY) bo pêşgirtin ji îşkence û nehêlana îşkencê di cîhanê de bi awayekî fermî, di sala 1997’an de, bi merema nehêlana îşkence û tewahiya curên bikaranînêna tundûtûjiyê, û kiryarên dijî mirovî, roja 26’ê Hezîranê weke roja cîhanî a nehêlana îşkence û piştevanî ji goriyên îşkencê ragehand, her li gorî madeya yekem a vê konvansiyonê, her cure îşkenceyek bi merema îfade wergirtin û wergirtina zaniyariyan ji kesê destbiserkirî qedexe hate ragehandin.

Serbarê vê biryarê ku civaka navnetewî bo jinavbirina wan kiryarên kirêt û hovane pêngavên baş hilgirtine, lê mixabin niha jî di zaf welatên cîhanê de îşkence berdewam e, û heya niha diyardeya îşkencê bi awayên hovane weke beşek ji sîstema dadwerî ya gellek welatan ku yek ji wan welatên dîktator û dije mirovî ya Komara Îslamî ya Îranê ye, her bi rê ve diçe.

Li gorî rapora Rêkxirawa Lêborîna Navnetewî, di zêdetir ji 111 welatên cîhanê de, bi awayekî sîstimatîk îşkence bi rê ve dice, û di vê navberê de jî, Îran di pileya yekem de ye, û heya niha jî nêzîk 50 welatên cîhanê bi taybetî Îranê, konvansiyona cîhanî ya nehêlana îşkencê û piştevanî ji goriyên îşkencê, vajo nekirine, ji ber ku ew, wê pênaseya ku ji îşkenceyê di konvansiyonê de hatiye kirin, berevajî yasayên sizadana îslamî dizanin, û ji ber vê sedemê wan bi awayekî fermî biryara ragirtina îşkence di Îranê de bi neyasayî dane zanîn.

Her di destpêka hatine serkar a komara Îslamî de, wan bo wergirtina îfade ji girtiyan bi awayekî hovane ji îşkencê di Îranê de mifah wergirtine, û heya niha jî di girtîgehên Îranê de wergirtina îfade bi îşkenceyê berdewam e, û em dikarin bi kurtî amajeyê bi çend curên îşkencê bikin, îşkence bi lêdan, bi qemçiyan, bi bêhurmetîpêkirina bi kesên derece yek, helavîstin, şewitandin bi momê (şem’i), û cigare û asinê sorkirî, kêşan û deranîna nînkên dest, didankêşandin, ragirtin di odeyên tarî û takekesî de, îşkenceya cesteyî û hundirî, destdirêjiyên cinsî bitaybet li dijî jinan, birrîna endamên leşê mirov li ser bingeha bi gotinên wan ola Îslamê(bataybet ev kesên siyasî û yan jî kesên ku hukmê îdamê hene, endamên cesteyê wan weke gorçikan jê dikin, û bo kesê xwe bi kar tînin), çêkirina çendîn curên kursiyên elektirîkî, kumên elektirîkî, û sindoqên cur bi cur bo bikaranîna îşkence û …hewd, ji wan îşkenceyan in ku rojane, girtî û bi taybetî girtiyên siyasî tevî wan berbirû ne.

Herweha rejîma Komara Îslamî îşkenceyên weke gefxwarina bi destdirêjiyên cinsî û destbiserkirina endamên malbatên wan, belavkirina faylên dengî yên malbatên girtiyan bitaybetî hevjînên girtiyan di odeyên lêkolînê de, birêvebirina şanoya îdamê ku bi îşkenceya spî tê naskirin, bi awayekî berdewam bi armanca wergirtina îfade û wergirtina zanyariyan ji girtiyan mifahê werdigirin.

Bêşik riftarên weha yên dezgehên serkutker ên rejîmê, heya piştî serbestberdana kesê girtî jî, bandorên xirab li ser hundura wî kesî û malbata wî bi cih dihêle, û hejmarek nesaxiyên demdirêj bi dû xwe re tîne.

Ji aliyekî din ve bidarvekirin û kevirbaran û birrîna endamên leşên girtiyan bi hêncetên cur bi cur û bi merema tirsandina xelk û civakê û herweha, tepeserkirina her cure dengekî nerazî di Îranê de bi rê ve diçe.

Di rastî de rejîma bi nav Îslamî ya Îranê her di despêkê de, û bi fermana Xûmeynî, di pêxema parastina deshilata xwe ya diktator de, siyaseta îşkence û bidarvekirinê weke yek ji bingehên sereke ên deshilata xwe diyarî kirin, û bitaybet di dehsalên 60’î de, bi dehan hizar ji xelkê bêtawan bi awayek herî hovane hatin îşkencekirin, ku gelek kes di bin îşkenceya wan zaliman de gorî bun, û bi hezaran kes jî bi kom hatin bidarvekirin û bi fermana Xomeynî ferman cîhadê li dijî Kurdan hate ragehandin, û ev siyaseta han ya qirêj heya niha jî di Îranê de berdewam e. Hekî rejîma bi nav Komara Îslamî di tu warekî de şarezayî tunebe, di warê kuştin û tepeserkirin û îşkencekirin û çêkirina amrazên îşkencê de şarezayiyeke baş heye, û di cîhanê de bê mînak e, û her li gorî rapora rêxistina mafên mirovan, Îran niha di pileya yekem ya rêzbenda wan welatan de ye ku îşkenceyên hovane û demdirêj bi rê ve dibe.