Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Fatime Qad

14:47 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2015

“Nûçeya şehîdkirina Dr. Qasimlo em hemû hejandin, û gellekî ne xweş û bi jan bû”.

H: Şehab Xalidî

Xebat û berxwedan, her du jî peyvên herî giranbuha ne ji bo gelê Kurd, û ji mêjve ye ku di nav hemû nivîsîn û di nav hemû axivtinên mirovên şoreşger de cihek taybetî ji xwe re girtine.

Belê debe xebatê bikî, ji bo bidestveanîna mafên xwe yên zewtkirî, û di heman demê de jî di nav xebatê de berxwedanê bikî û bibî mirovekî herî berxwedêr da ku bikarî bi ser hemû dijwariyên jiyanê, û di dawiyê de jî bi ser zulm û zordariya çewsîneran de zal bî. Di nav vê xebatê de jî gellek jinên jêhatî û şoreşger hebûne, ku mil bi milê mêran di nav xebata bê rawestiyan de cih girtiye.

Di vê hejmara rojnameya Agirî de jî, me bi bi jineke şoreşger bi navê Fatime Qadirî re hevpeyvînekê pêk anî. Fatime Qadirî ku li gundê Tengîser a ser bi herêma Jaweroyê ji dayîk bûye, yek ji wan jinên şoreşger e ku riya şoreş û xebata ji bo gelê xwe ji xwe re hilbijart, û şanaziyê bi xwe û partiya xwe dike.

Navbirî derheq çawaniya nasyariya xwe bi PDKÎ re weha ji Rojnameya Agirî re axivî: “Jiber ku xelkê gundê me her di demên kevn de hizbî bûn, û ji partiya xwe hez dikirin, lewra ew der bibû cihê hatina berdewam ya pêşmergeyan, û bi vî rengî ew partiya kete nav dil û derûna min de, û di bin bandora vê hezkirinê de bi awayekî fermî di sala 1987’an de, min riya xebat û şoreşa di nav refên vê partiyê de ji xwe re hilbijart, û bi vî rengî ez bûme pêşmerga PDKÎ.

Min hertim şanazî bi xwe û partiya xwe ve kiriye, û ew kes dikarin baştir min fêm bikin ên ku wekî min rê û şopa PDKÎ ji xwe re hilbijartibin”.

Birêz Fatime Qadirî derheq jiyana xwe ya hevbeş weha bersiva pirsa me da: “Di sala 1988’an de min digel pêşmergeyekî dilsoj ê PDKÎ bi navê Hemdî Husênî jiyana hevpar pêk anî, ku ew jî pêşmergeyekî dilsoj ê PDKÎ ye, û ji vê jiyana hevpar me du kur û keçek heye”.

Wê jina şoreşger û fîdakar derheq bîreweriya xwe ya xwe di nav refên PDKÎ de weha got: “Di rastî de di nav şoreşê de gellek bîreweriyên xweş û ne xweş hene, lê bîreweriya herî xweş ji min re ew bîrewerî ye, ku em di dema kîmyabarana Helebçê de, di wê herêmê de asê mabûn û metirsiya vê hebû ku canê me bikeve metirsiyê de, lê bi hewleke zaf ya PDKÎ û hin aliyên dost bi PDKÎ re, em hatin rizgarkirin.

Dema ku em hatin rizgarkirin, em çûne bajarokê Zereyan û li wir me şehîd Dr. Qasimlo dît, û em ew qas bi rizgarbûna pêşmergeyan û dîtina Dr. Qasimlo şaş bûn, ku birçîtî û têhnîtiya wê heyamê me ji bîr kir. Dr. Qasimlo hemû ew pêşmerge himbêz û maçê kirin”.

Navbirî bîreweriya ne xweş ya xwe jî weha ji me re anî ziman: “Di rastî de wê demê roj nebû ku me şehîd tunebin, û ew yek ji me re gellek ne xweş bû, lê nûçeya şehîdkirina Dr. Qasimlo em hemû hejandin, û gellekî ne xweş û bi jan bû”.

Fatime ew jina ku beşek ji temenê xwe di nav refên PDKÎ de derbaz kiriye, hêvîdar bû ku her çawa di rojên giran û ne xweş de, kadr û pêşmerge û malbatên wan û endamên wê, pişt û stargeh bûn ji partiya xwe re, PDKÎ jî her bi vî rengî wan ji bîr neke.

Navbirî bi vî rengî bas ji jinên nav şoreşê de kir: “Ez li ser navê xwe spasiya hemû wan jinên nav şoreşê de dikim, ku di demên herî hestiyar de, û di demên xweş û ne xweş de pişta PDKÎ girtin, û hêvîdar im ku berdewam bin li ser piştgiriya ji PDKÎ, û bikarin nivşeke baş û jêhatî ji bo hizb û gelê xwe perwerde bikin, her çend bi xweşî ve heya niha me jinên di nav refên şoreşê de çendîn zarok mezin û perwerde kirine, ku niha bûne duktor, endazyar û mamosta, serbarê vê ku em di nav rewşeke taybetî de dijiyan û dijîn ku îmkanatên hewce di destên me de tunebûn”.

Navbirî di dawiyê de ew peyam ji jinên navxwe yên Kurdistanê re hebû: “Daxwaz û peyama min ji jinên belengaz ên welatê min re ew e ku ji vê zêdetir hawara xwe nebin ber xwekujiyê, bo rizgarbûna ji destên zaliman, yan jî bo berevanî ji xwe, û hewl bide bo pêgehandin û bilindkirina asta rewşenbîriya xwe, û hewl bide ku di destpêkê de, mafên xwe nas bikin, bona vê ku bergiriyê ji maf û daxwaziyên xwe bikin”.