Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Gotûbêj, davek ji bo terora aştî û diyalogê

14:52 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2015

Îbrahîm Qasimîzad

Dr. Qasimlo her di destpêkê de ku rejîma Xomênî hate ser kar, gellek hewl da ku xwestekên Kurdan bigehîne guhê hakimên rejîma nû ya Îslamî, û pirsa Kurdan ku ji dema rejîma paşayetiyê ve çaresernekirî mabû, ji riya gotûbêjan û riyên aştîxwazane çareser bike.

Xomeynî bi hêceta vê ku em hemû Misilman in û di Îslamê de hemû Îslamî wekhev in, bersiva ret da xwestekên wan, û bi bikaranîna çeka mesebî dest bi serkutkirina hemû rengên dijber û neteweyên belengaz ên Îranê kir.

Piştî çend mehan gotûbêjan, û pêdagiriya Kurdan li ser xwestekên wan, xelkê Kurdistanê li gora xwezaya wan ya qebûlnekirina zulmê, serî di hemberî zordariya axûndan de netewandin, û bi tehrîmkirina referandomê, di 12’ê Xakelêweyê de, kîn û hêrsa Komara Îslamiya Îranê li derheq vê helwesta xwe du qat zêdet kirin. Piştî vê mijarê Xumêynî di 28’ê Gelawêja sala 1358 (1979), li dijî xelkê Kurdistanê hukmê cîhadê derkir û bi vî rengî şerekî tewaw eyar li dijî xelkê Kurdistanê dest pê kir.

Ji ber ku di rejîma Îranê de, felsefeya hebûna Komara Îslamiya Îranê, ji bilî têgihîştina taybet ya axûndan ji ola Îslamê, mesebê Şî’e û zimanê farsî tu cihekî nade bawerî, reng û neteweyên din.

Lewra ew ji hebûna opozisyonekê bi rêberiya Dr. Qasimlo gellek ditirsiyan. Dr. Qasimlo bi kesayetî û rêberiya karîzmatîk ya xwe û bi dîtingeha xwe ya şaristanî û zanistî, bi pirsên wekî demokrasî, mafên mirovan, pirsa neteweyî, û pirsên siyasî, civakî, çandî û aborî ên civakê û pêdagirî li ser parvekirina dadperwerane ya deshilatê di biyavên siyasî û aborî de, Komara Îslamiya Îranê berbirûyê astengiyan kir. Serbarê vê yekê pêwendiya Dr. Qasimlo digel cîhana derve, şiyana vî rêberê jêhatî di cîhana siyaseta derve û dîplomasî û berevaniya wî ji aştiya navneteweyî û prensîpên mafên mirovan, ji wan sedeman bûn, ku Dr. Qasimlo kiribûn metirsiyeke micid ji bo rejîma Îranê.

Dr. Qasimlo kesayetiyekî şoreşger bû, û çaverê nedima, ku rewş ji bo xebat û heqxwaziyê bê pêş, belkû bi xwe rewş diafirand û li ser vê baweriyê bû, ku tenê civakeke şoreşger ya li ser piyan, bi opozisyoneke yekdeng û bi bername, dikare ku civakê ji destê Îslamxwazên tundrew wekî paşverû rizgar bike.

Ew taybetmendiyên Dr. Qasimlo bibû sedema dijberiya herî zêde ya rejîma Îranê bi wî re, û rejîmê tu riyek nedît ji bilî vê ku vê astengiya herî mezin li ser riya xwe hilgire. Tundûtîjî û teror beşek ji naweroka bê veqetiyan ya Komara Îslamiya Îranê ye, ku qet vê bernade.

Bi berçav nîşandana vê ku ew amade ne ji bo gotûbêjan ji bo çareseriya pirsên cur bi cur, ji pilanên din ên rejîmê bû ji bo derbelêdana aliyê hember, û yan jî wergirtina çûr û poanan e, û ew yek jî di gellek ji pirsên çaresernekirî ên navxweyî û derveyî, wekî pirsên mafên mirovan di navxwe û pirsên navikî li derve, bi berçavî tê dîtin.

Rejîm ji bo ji holê rakirina Dr. Qasimlo jî ji heman terfendê mifah wergirt, û bi pîlanan karî ku armancên xwe yên qirêj bipêke.

Rejîmê bi vê kiryara xwe ya ne camêrane û qirêj, tu carî nekarî rêvîngên vî lehengî ji dirêjîdana bi rê û şopa wî bo gihîştina bi azadî, wekhevî û dadperweriya civakî, ku ji taybetmendiyên vî kesayetiyên mezin yên dîroka Îran û Rojhilaya Navîn bû, mifahê wergire.

Jiber ku rêvîngên wî, vê rastiyê dizanin ku hewlên Dr. Qasimlo ji bo demokratîzekirina Îranê û azadkirina xelkê bindest ên Kurdistanê û neteweyên din ên Îranê hertimî ye.

Eva çanda siyasî ya wî bû ku nîştimana xwe kiribû stargekeh ji bo azadîxwazên din ên Îranê, di demekê de ku rejîma Îranê rewş ji wan re dijwar kiribû.

Îsal 26 sal bi ser terora Dr. Qasimlo re derbas dibe, lê bikerên vê cinayetê ku deshilatdarên rejîma Îranê ne, li ber berjewendiyên dewletên Ewropî bi Îranê re, negihane cezaya xwe. Heya kesekî cinayetkar wekî Sehrarûdî bi kirasê bi xwîn li ser kursiyeke herî girîng û bi bandor ê dîplomasiya Îranê rûniştiye, û azadane hatûçûna welatên cîhanê dike.

îro dema vê hatiye ku kesên ku xwe wekî dersxwanên xwendingeha vî hizirvanê mezin û xebatkarê rastîn ê riya azadiyê, û sembol û berjenga riya bi milyonan mirovên azadîxwaz dizanin, pêkhatî ji xelkê Kurdistan û Îranê hewlê bidin da ku piştgirên terhê terorê, û bikujên peyamberê aştiyê her çi zêdetir eşkere bikin, û di dadgehên navneteweyî ên mafên mirovan de dadgehî bikin.

Da ku xwîna bi neheq rijiyayî ya Dr. Qasimlo û bi hezaran şehîdên riya azadiyê bê çine neçe.