Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şoreşa Şêx Se’îdê Pîran

14:52 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2015

Rûken

Piştî vê ku Mistefa Kemal di Tirkiyê de parlementoyeke nû ava kir, û di vê parlementoyê de 76 nûnerên Kurd beşdar bûn, û soza mafê xwebirêvebiriyê dane gelê Kurd, lê piştî vê ku navbirî pêgeha xwe di Tirkiyê de qahîm kir, serbarê vê ku tu hewlek neda ji bo dana mafê Kurdan, belkû berevajî ragehand ku di her cihekî de şûrê Tirkan hebe, mafê Kurdan li wir tuneye.

Eva bû ku gelê Kurd biryar da ku ji bo standina mafên xwe li dijî zordariyê xebatê bike. Her di vê çarçoveyê de bû ku di bin serkirdayetiya Xalid Begê Cibrî de Rêkxistina Azadî hate avakirin, û gellek ji serok’eşîr û kesayetiyên xwedîpêgeh ketin nava refa vê rêkxistinê de, ku yek ji wan Şêx Se’îdê Pîran bû, ku piştre bû serokê vê şoreşa ku rêkxistina Azadî ew şoreş bi rê ve dibir.

Di Şibata sala 1925’an de Şêx Seîdê Pîran herêma rizgarkirî ya Darahînê wekî paytextê demî yê Kurdistanê ragehand, û bi vî awayî şoreşê bi awayekî fermî dest pê kir, û di heyama mehekê de karîn beşeke zaf ji xaka Kurdistana Tirkiyê rizgar bikin, û bajarê Amedê jî dorpêç bikin, û berev gola Wan û heta bilindahiyên Agirî û heya Bitlîsê jî pêşrewiyê bikin.

Di hemberî vê tevgera bihêz ya Şêx Se’îd de, dewleta Tirkiyê hêzeke 80 hezar kesî amade kir û 35 hezar kes ji vê hêzê jî li ser îzna dewleta Fransayê mifah ji rêhesina bakûra Sûriyê wergirtin, û ji vê riyê ve bajarê Amedê jî dorpêç kirin, û riya bajarê Wanê jî tevî beşa rojhilat û tevî Gola Wanê qut kirin.
Di 15’ê Nîsana sala 1925’an de Şêx Se’îdê Pîran û hevalên wî piştî şerekî qehremanane, mixabin li ser pira Ebdulrehman Paşa ketin dava piledarekî hêzên Tirkiyê de, û hatin destbiserkirin.

Yusif Ziya û Xalid Begê Cebrî digel çend hevalên xwe, û heya kesên wekî Dr. Foad û Ekrem Beg û cemîl paşa ku tu pêwendiya wan bi şoreşê ve nebû, hatin bidarvekirin. Piştre dewleta Tirkiyê kesayetiyê naskirî yê Kurd Şêx Ebdulqadirê Geylanî bi tometa ajantiyê îdam kir. Şêx Se’îd jî piştî bidarvekirinê di 29.06.1925’an de, termê wî bo cihekî nediyar veguhastin, û mixabin heya niha jî cihê gora wî nahê zanîn.

Piştî vê hemû kuşt û kuştara Kurdan ji aliyê dewleta Tirkiyê ve, rewşeke tund ya ewlehiyê bi ser welat de hate sepandin û piraniya rêkxiraw û heta rojname û kovaran hatin daxistin.

Her di vê derheqê de berpirsyarekî leşkerî yê Brîtanyayê bi navê Armistrang dibêje: “Kurdistan kete nav agir de, û mêr hatin îşkencekirin û gund hatin şevitandin, û jin û zarok hatin kuştin. Li gora serjimêriyên netewaw nêzîk bi 2300 gund bi tewahî hatin kavilkirin, û 15 hezar kes ji xelkê bê berevan jî hatin kuştin”.

Nehro di pirtûka “Lênihêrînek li dîroka cîhanê” de weha bas ji dewleta Tirkiyê dike: “Tirkan ku taze bo azadiyê xebat kiribûn, dest bi tepeseriya Kurdan kirin, ku Kurdan jî her bo vê azadiyê xebat dikirin. Ecêb e ku çawan nasyonalîzma bergirîkarane diguhere bi nasyonalîzmeke êrîşkarane, û xebat bona bidestveanîna azadiyê diguhere bi xebata bo zalbûna bi ser ên din de”.
Serbarê vê hemû kuşt û kuştarê ku deshilatdarên zal bi ser Kurdistanê de, li dijî Kurdan bi rewa zanîne, lê ji aliyekî ve xebat bo gihîştina bi rizgarî û azadiyê dom hebûye, û ji aliyekî din ve jî gelê Kurd tu carî bîr ji tolhildanê nekiriye, û neteweyên Fars, Ereb û Tirk wekî dijminê xwe nehesibandine, û dipêşerojê de jî ew nasyonalîzma xwe ya bergirîkarane neguheriye bo nasyonalîzma êrîşkarane, ji ber ku siyaseta çewsandin û dagîrkirina xaka neteweyên din digel derbasbûyiya neteweya Kurd û digel exlaq û bîrkirina Kurdan yek nagre.

Çavkanî:

1-“Tevgerên Neteweyî yên Kurdan”
2-Malpera “Xoybûn”
3-Belgefîlmek li ser şoreşa Şêx Se’îd