Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewcehiya reforman di pêkhateya NY de

14:55 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2015

Dara Natiq

NY yek ji mezintirîn û xwedî deshilattirîn rêkxirawa cîhanî ye, ku li encama dirustbûn û vegeşîna pêwendiyên navneteweyî li destpêka sedsala 20’emîn de hate avakirin û bi sedema girîngî û taybetmendiyên wê, bazineya nifûz û deshilatên wê bi derbasbûna demê, berfirehtir bûn.

Bo yekem car carnameya NY li 26.06.1945’an de, li Sanfiransîsko di dawiya konferansa vê rêkxirawê de, ji aliyê 52 welatan ve hate pesendkirin, û di 24’ê Octobera heman salê de hate cî bi cî kirin.

Ji wê demê şûnda heya niha zêdetir ji 190 welatên cîhanê ew carname wajo kirine, û birêvebirina vê carnameyê li gora orf û yasayên navneteweyî hewce ye û dibe bê piraktîzekirin.

Xwendineke rastîbînane di şêwaza îdarkirin û pêkhate û çawaniya çalakiyên vê rêkxirawê bi armanca gihîştina bi armanc û nawerok û carnameya vê rêkxirawê, vê rastiyê nîşan dide ku NY hewcehiya vê bi reformê û guherînkariyeke bingehîn heye, bi taybetî welatên mezinhêz ên piştî şerê duyemîn ê cîhanî ku niha endamê hertimî yê Konseya Ewlekariya vê rêkxirawê ne, û mafê vetokirinê de jî pê hatiye dan, û bi qorixkirina deshilata vê rêkxirawê, bo derkirina her cure biryar û birêvebirina çalakiyên xwe, dibe di destpêkê de, di bîr berjewendiyên xwe bikin.

Bi awayekî ku niha bi hebûna vê hemû kêşe û kirîzên mirvî û jîngehî û aborî û ...hwd di asta cîhanê bi giştî de, û bê helwestî û bê bandorbaûna di hemberî çareseriya tewahiya wan kirîzan de, bi tewahî rewayî û pêkhateya rêkxirawa NY, biriye jêr pirsyar.

Yek ji bendên bingehîn ên vê carnameyê bas ji mafê çarenûsê bo neteweyên bindest dike, di demekê de ku bi dehan neteweyên mezin û biçûk û kêmaniyên olî di asta cîhanê de, ji mafên xwe yên herî detspêkî bêpar in, û bi metodên cur bi cur têne serkutkirin, tenê di welatê Îranê de, pênc neteweyên bindest û çendîn kêmaniyên ayînî hene, ku bi dirêjahiya çendîn dehikên derbazbûyî ji aliyê hikûmeta nawendî ve bi berdewamî têne çewsandin, û ji her cure mafeke kulturî û nateweyî ya xwe bê par in, û rojane ji aliyê dem û dezgehên ewlehiyê ên rejîmê ve têne serkutkirin, û salê bi dehan rapor li derheq mafên mirovên bindest di Îranê de tê bilavkirin, lê NY tu pêngaveke bi kiryar ji bon çareseriya kêşeya neteweyên bindest hilnegirtiye, di demekê de ku binpêkarên mafên mirovan û serkutkarên netewyeên bindest û yek ji wan welatê Îranê, endam û vajokerê sereke ê carnameya NY ne.

Dadperwrî di navbera dewlet û neteweyan de, armanceke din ya carnameya NY e. Mixabin ew rêkxiraw ne tenê di hewldana bo dabnînkirina dadperwerî û mafê wekhev di civaka navneteweyî de serkevtî nebûye, belkû di pêkhateya vê rêkxirawê de jî ew dadperwerî nehatiye berçavgirtin û tewahiya deshilatan bi mafê vetoyê ve di qorixa pênc welatên mezinhêz û hertimî ên Konseya Ewlekariya NY de ne, û her cure helwest û biryarek dibe ku di xizmeta berjewendiya wan de be.

Armanca herî girîng û sereke ya vê carnameyê hevkariya navneteweyî ji bo parastina aştî û aramî û seqamgîriya cîhanî û pêşîgirtin ji şer û teror û kavilkariyê ye, niha em dibînin ku bi sedema şer û siyaseta rejîmên dîktator û tundûtîjiya girûpên radîkal rojane bi sedan mirov dibin qurbanî, û terajidiya mirovî bi rê ve diçe, û bi milyonan kesî aware dibin.

Hinek ji îmzakerên vê carnameyê bi taybetî rejîma Îran bûye çavkaniya şerxwazî û teror û têkdana ewlehiya herêm û cîhanê, û hewla bidetsxistina çeka navikî dide.

Di vê derheqê de NY rola bi kiryar û hewce tunebûye, û yekalîkirina hevkêşeyên siyasî û aştî û seqamgîriya cîhanî girêdayî biryar û berjewendiya welatên mezinhêz ên cîhanî ye.

Kêşeyeke din ya NY, ku bûye sedema binpêkirina carnameya NY, mifaha şaş wergirtin ji aliyê pênc endamên hertimî ên Konseya Ewlekariyê ye, ku bûye sedema sereke ya astengiyan li ser riya pêşveçûna vê carnameyê.

Li gora madeya 27 ya carnameyê her cure biryareke Konseya Ewlekariyê di warê îdare û birêvebirinê de hewcehiya wê bi pesendkirin û rezamendiya hemû endamên konseyê ye, lewra endamên hertimî berengarî her cure biryar û helwestekê dibin ku li dijî berjewendiya wan û hevpeymanên wan be.

Piştî şerê cîhanî yê duyemîn sîstema pêşniyara emniyeta girûpî ya NY lawaziya xwe selimand ku ew sîstema li pêkanîna hevalbendiya di navbera neteweyan û bi taybetî dewletên mezinhêz de serkevtî nebû, û di parastina aştî û ewlehiya navneteweyî de, ji riya kiryarên girûpî ve şikest xwariye.

Di kiryarê de jî pêvajoya îdarî ya vê sîstemê di destê çend mezinhêzên cîhanî de ye, ku tenê di hizra dirustkirin û ber bi pêşvebirina kêşeyên îdeolojîk û dabînkirina qazanc û berjewendiyên xwe de ne ji riya vê rêkxirawê ve.

Lewra kirîzên mirovî, siyasî, aborî, jîngehî û şer û malvêraniyên îro ên cîhanê, û vegeşîna roj li pey rojê ên alozî û binpêkariyên mafên mirovan û bendên vê carnameyê, nîşanderê rola kêrnehatî û şikestxwarî ya vê rêkxirawa cîhanî ye, lewra reform û guherînkarî di pêkhate û îdareya NY de gellek hewce ye.