Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Almaniya: Beşdariya şandeke Hizba Demokrat li konferansa taybet ya pirsa Kurdistana Sûriyê

16:16 - 27 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Şandeke Hizba Demokrat a Kurdistan a Îranê di Almaniya de, di konferansa taybeta bi pirsa Kurdistana Sûriyê de beşdarî kir.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja şemiyê 22`ê Tîrmeha 2015`an, şandeke Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, bi serpereştiya “Şehriyar Neqişbendî” berpirsê komîteya wê hizbê li Almaniya bi gazîkirina fermî ya birêveberên konferana Kurdistan a Sûriyê, di vê konferansê de beşdarî kir.

Neqişbendî di vê derheqê de axaftinek kir û di axaftina xwe de îşare bi rewşa Kurd û deverê kir û her di vê pêwendiyê de jî da zanîn: Rewşa taybe ya wê demê ya Cîhanê û deverê, bi qazanca gelî Kurde û derfetek bo neteweya me pêkhatiye û nabe ku em wê derfetê li destbidin.

9788.jpg

Berpirsê komîteya Hizba Demokrat li Almaniya ragehandiye: Ew derfeta bo gelê me dûrûst bûye bêgûman cihê keyfxwaşiyê ye, dagîrkerên Kurdistanê, bi taybet rejîma Îslamî ya Îranê ye her ewaye ku ew rejîma hemû hewlên xwe bo aloziya deverê û destêverdan ji kar û barên navxweyî ya wî welatî de dike.

Neqişbendî di beşeke din ya axaftinên xwe de bas ji rewşa penaberan bi taybet penaberên Kurd kir û hêvî ji beşdarên konferansê kir ku bi her awayekî ku dikarin alîkariya penaberan bikin.

Di aliyekî din ê konferansê de şanda Hizba Demokrat a Îranê hevdîtin li gel çend aliyên siyasî yên Kurd pêkanî.