Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hizba Demokrat nûçeya tevlîbûna du çekdarên biyanî bo nav refên xwe red dike

15:47 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Komîsyona Siyasî- Nîzamî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê tevî retkirina tevlîbûna du çekdarên biyanî bi refên xwe, ronkirinek jî bo raya giştî belav kir.

Deqa ronkirinê bi vî awayî ye:

Hin ji medya û ragihandinan nûçeyek weşandine ku goya du çekdarên biyanî (Amerîkî û Birîtanî) tevlî refên pêşmergeyên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bûne ku yek ji van gorî zaniyariyên berdest, berê bi sedema hewildan bo encamdana cinayeta kuştinê, bo midehê çar salan hatiye zîndanîkirin.
Komîsyona Siyasî – Leşkirî ya Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê radigehîne ku tu çekdarên biyanî li nav refên pêşmergeyên me de ninin.

Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê
Komîsyona Siyasî – Nîzamî
27.07.2015’an