Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Endamekî Hizba Demokrat li bajarê Nexedê koça dawiyê kir

13:10 - 29 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: “Elî Îsmaîlpûr” endamê berê yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Nexede bi sedema nexwşiyê koça dawiyê kir.

Li gor rapora Kurdistan Media, roja duşemî, 16’ê Tîrmeha 2015’an, “Elî Îsmaîlpûr” naskirî bi Hosta Elî Qerexan bi sedema celte yan sekinîna mejî li temenê 68 saliyê de koça dawiyê kir.

Termê vî welatparêzê Kurd li nav girseya xelkê deverê de bi axê hate sipartin.

Hosta Elî Qerexan endamê berê yê Hizba Demokrat bû û li sala 1989’an de bi tometa alîkarî û pêwendî li gel Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê hatibû binçavkirin û 15 sal cezaya girtîgehê bi ser de hatibû sepandin û ew hukmê han li jêr îşkence û azaran di girtîgehên Komara Îslamî de derbas kir.

Hosat Elî piştî azadbûna ji girtîgehê jî her li ser rêbaza xwe pêgir ma û pêwendî li gel Hizba Demokrat girt.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê ji malbat û kes û karên Elî Îsmaîlpûr dike û xwe bi şirîkê xem û keserên wan dizane.