Kurdista Media: Di heyamê çend mehên borî de zozan û daristanên Kurdistanê bi berdewamî tûşî şewitînê hatine û di du haletan de jî deverên dagirtî bi daristanan li bajarên Serdeşt û Selas a Bawecanî li nav guriyên agir de hatin şewitandin.
Li gor rapora malpera Kurdistan Media, 28’ê Tîrmeha 2015’an, agir bi daristan û çêrîngehên çiyayên “Alan” ya ser bi Serdeştê hatiye berdan û zirarekî zêde gihîştiye jîngeha van deveran.
Çavkaniyekê bas ji vê yekê kiriye ku egera vê yekê heye ku agirberdan ji aliyê kes yan kesên berjewendîxwaz ve ji Çiyayên “Şêxesûr, Girvîs û Rezge”hatibe encamdayîn.
Agirê han bi cehd û xebata akinciyên xwecihî ên gundan piştî 3’ demjimêran hatiye kontirokirin.
Çend roj berê jî daristan û çêrîngehên Çiyayê Bemo li Selasa Bawecanî ya ser bi parêzgeha Kirmaşanê tûşî şewatê hatin û bi vê sebebê ve jî rûberekî berfireh ji jîngeha wê deverê ji nav çû.
Agirberdana han jî şibî bûyera Serdeştê ji aliyê xelkê deverê û çalakvanên jîngehparêz ve hatiye temirandin.
Her sal rûberek berfireh ji darisdan, pûş û zozanên parêzgehên Kurdistana Îranê bi sebebên mirovî, xemsarî û germaya zêde ve li nav agirde tên şewitandin.
Ew agirketinên han, nerazîbona berdewam ya çalakvanên jîngehparêz bi dû xwe re aniye û di vê derheqê de jî rexne ji reftar û xemsariya nawendên pêwendîdar yên rejîma Îranê girtine.