Kurdistan Media: Yekîtiya Zanayên Ayînî ên Kurdistana Îranê derheq têkdan û herifandina take nimêjxaneya sune meseban li Tehranê, di daxuyaniyekê de helwest û reaksiyona xwe nîşan da û ev kiryara han mehkûm û şermezar kir.
Deqa daxuyaniya van bi vî awayî ye:
Mamostayên ayînî ên cîhana Îslamî û Kurdistanê!
Misilmanên birêz!
Li gor zaniyariyên ku ji malpera sunî online belav bûne, rejîma dijî ayînî ya Komara bi nav Îslamî a Îranê roja çarşemî, 29’ê Tîrmeha 2015’an (7’ê Gelawêja 1394’an a Rojî), dest bi herifandina take nimêjxaneya bisilmanên sune meseb li Tehranê kiriye û eva jî li halekê de ye ku 4 milyon sunemeseb li wî bajarî de dijîn. Helbet eva yekem kar û kiryara rejîmê nine, belkî her ji destpêka hatine ser kar a xwe de heya niha, vê rejîma dijî mirovî bi sedan car bêrêzî û sivikatî bi cihên pîroz ên meseb û olên cuda kiriye û her ji herifandina mizgefta Selmasê ve bigre heya têkdana cihên pîroz ên ayîn û olên cuda ve.
Eva jî li halekê de ye ku rejîm her sal jib o xapandina xelkê sawa û kalfam ên Îran û cîhana Îslamî qala “wehdet” û yekîtî û hevgirtinê dike. Yekîtiya zanayên Ayînî ên Kurdistana Îranê tevî pirotestokirina vê kiryara dijîayînî ya Komara bi nav îslamî ya Îranê, daxwazê ji hemû mamostayên olî yên cîhana îslamê û bisilmanên Kurdistanê dike ku li hember vê reftar û kiryara rejîma Îranê de bêdeng nebin û dengê nerazîbûna xwe ku erkek exlaqî û ayînî ye, bilind bikin.
Yekîtiya Zanayên Ayînî ên Kurdistana Îranê
Tîrmeha 2015’an
Gelawêja 1394’an