Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Du haletên agirbberbûnê li Merîwan û Îlamê de qewimîn

14:28 - 2 Tebax 2015

Kurdistan Media: 15 Hiktar ji daristan û wargehên Dînarkêw a bajarokê “Abdanan” li parêzgeha Îlamê li agir de şewitîn.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja borî 1’ê Tebaxa 2015’an, agir bi çiyayê naskirî bi “Dînarkêw” a li bajarokê “Abdanan”ya ser bi parêzgeha Îlamê hatiye berdan û zirarekî zêde li jîngeha wê deverê ketiye.

Ev agir ji aliyê kes yan kesên nenaskirî ji çiyayê “Dînarkêw” hatiye berdan û bi cehd û tekoşîna hejmarek ji Ciwanên jîngehparêz yên ser bi wî bajarî ve hatiye control kirin.

Li gor dawîn amarên fermî yên navendên pêwendîdar ên ser bi rejîma Îranê, ji destpêka Îsal ve heta niha aliyê kêm 25 haletên agirberdana ji daristan û çêrîngehên Îlamê çê bûne.

Ji aliyekî din ve, li bajarê Merîwanê de bi dehan Hiktar ji daristanên “Seyfiya jorîn” li nav agir de şewitîne û beşek ji çêrîngeh û daristanên “Selesî” û “Çavig” jî bi xwe re şevitandine û xesar û zirarek zaf bi vê daristanê gihandiye.

Tê gotin ku ew agirberdan bi hewl û çalakiya xelkê akincî yên gûndên “Seyfiya jorîn, Selesî, Çavg û civata Kesk ya çiya hatiye kuntirolkirin.
Di vê agirberdanê de bi dehan binedarên i curên “Giwîşk, Kurostik, Mazû, Berû û … bi tewahî ji nav çûn.

Her sal agir bi rûberek zaf ji daristan û çêrîngehên parêzgehên Kurdistanê bi taybet li deverên sînorî de tê berdan û berpirsên rejîmê jî heya niha tu gavên hewce ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê neavêtine.