Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Îsal zêdetir ji 350 hektar ji daristanên Kurdistanê li nav agir de şevitîne

15:41 - 3 Tebax 2015

Kurdistan Media: Agirketinên li parêzgeha Kurdistanê de bûne sedema şevitîn û jinavçûna sedan hektar ji daristan û çêrîngehan.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, berpirsê giştî yê çavkaniyên surûştî li parêzgeha Sine de ragihand ku agir ji daristan û çêrîngehên Kurdistana Îranê ketiye û 350 hektar ji wan hatine şevitîn û jinav şûne.
Li gor amarên fermîyên weşanên rejîma Îranê zêdetir ji 350 hektar ji daristan û çêrîngehan li nav agir de şevitîne.

Ev agirê han zirar û xisarên mezin bi darên weke; Givîşk, Kurostik, Dar Mazû, Dar Berû, Hilûçe, Sêvetalk, Belalûk, Simaq û çendîn darên din gihandiye.

Herweha agirê han bûye sedema têkdana hêlûna ajelan jî.
Li gor wî berpirsiyarî, tu pêngav jib o çareseriya pirsgirêkan ji aliyê berpirsên têkildar ve nahên avêtin.

Hersal rûberek berbiçav ji daristan û çêrîngehên parêzgehên Kurdistanê bi taybetî deverên sînorî li nav gurî û peşqelên agirê biguman de de dişevitin, lê mixabin rayedarên têkildar tu gavên hewce jib o vemirandin û kuntirolkirina agirî nahilînin. Neşopandin û xemsariya nawendên têkildar reaksiyona Civata Kesk a Çiya li pey xwe re anî.

Civata Kesk a Çiya daxwazê dike ku gel erkê xwe li hember jîngehê de bicî bînin û nebine şahidê jinavçûna daristan û şêrîngehan. Herweha daxwaz dike ku li bendê nesekinin û bêdengiya xwe bişkînin û beşdar bin li kempîna temirandina agir û ruxsetê nedin ku sermiyana nifşên dahatî ku weke emanet li destê me de ye, ji vê zêdetir ji nav biçe.

Civata Kesk a Çiya dide zanîn ku “ me çavnihêriyek zêde ji rayedarên hikûmetî nine, ji ber ku ger ew li hizra çareser û tedbîran jib o daristanan de bûna, trajîdiya 1389an dubare nedibû. Lewre niha ku tu hêviyek me ji nawend û rayedarên têkildar re nine, hewce dike em temaşevan nemînin û çiqas zû ye beşdar bin li kempîna temirandina agir de û îzin nedin ku daristanên kurdistanê jinav biçin.