Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Şikofe Mistefayî

13:51 - 4 Tebax 2015

“Heyamê 45 rojan dî Îdareya Îtilaata bajarê Kirmaşanê de hatime zîndanîkirin û herweha piştre ez şandim girtîgeha Dîzilabadê û heyamê heyvekê jî li wir hatim zîndanîkirin”.

H: Arif vêlzî

Yeksanî û vekheviya di navbera jin û meran di civakên curbicur de u bi dirêjahiya dîroka mirovahiyê, hertim mijarek bûye ku tu caran bi awayek giştî nehatiye berçav girtin û hertim serdestiya mirov di civak û deshilat û tenanet malbatê de jî, bûye sedema vê yekê ku li her derekî cihanê de û di nava her neteweyekê de, jin û tevgerên yeksanîxwaz û şoreşvan ên jinan serî hilbidin û di pêxema sepandina mafê yeksanî tevî meran, amadeyî her curê fîdakarî û destanrêsiyekê bûne.

Birêz Şikofe Mistefayî jî yek ji wan jinên yeksanîxwaz û azadîxwaz e ku, heyamê 36 salan e di refên yeksanîxwaz û mafxwaz a gelê Kurd bi rêberatiya PDKÎ de mijûlî xebat û sitandina mafê netewî û yeksanîxwaziyê ye.

Birêz Şikofe Mistefayî keça Xefûr, sala 1341’an (1962) li gundê Zerdoyan a ser bi bajarê Pawê hatiye dinê.

Şikofe Mistefayî derheq nasyariya xwe tevî PDKÎ û şoreşa mafxwaziya gelê Kurd û herweha çavaniya tevlîbûn bi şoreşê û qebûlkirina jiyana pir ji zehmetiya di nava şoreşê de weha ji Agiriyê re dibêje: “Min di heyava yekemîn a demsala Payîza sala 1357’an de(1978) tevî Seyd Riza Dirûdger jiyana hevpar pek anî, piştî salekê û di ziviztana sala paştir de, wate sala 1358’an(1979) şoreşa gelên Îranê biser ket û min wî çaxî PDKÎ ku di rojeva Kurdistanê de bû nas kir û hevdem hevjînê min bû peşmerge û me jiyana peşmergatiyê di nava refên PDKÎ hilbijart û heya niha jî em liser jiyana xwe berdewam in û berhema jiyana me ji 2 ku û keçek e ku her sê jî di nava jiyana pir ji zehmetiya şoreş û pêşmergatiyê de hatine dinê û mezin bûne. Kurê min yê mezin bi navê Şoreş pizişkê pispor a zarokan e li welatê Berîtanyayê, keça min ji bi navê Şine lisansa derûnnasiyê ye û şêvirmendê xwendingehê ye û, kurê min yê biçûk jî, xwendekarê sala çaremîn ya pizişkiyê ye li zanîngeha selahedîn a bajarê hewlêrê.”

Şikofe Mistefayî herweha piştî 37 sal beşdariya di xebatê de serbarê xwedîkirina sê zarokan, çavnihêriya xwe ji PDKÎ û herweha hevjînê xwe weha tîne ziman û dibêje:
“Ez heyamê 37 sala ne ku tevî Hizba Demokrat dijîm, hekî îmanek qahîm nebe mirov nikare jiyana weha bi zehmetî û tijî ji awareyî û derbederiyê qebûl û tehemûl bike, lewra min niha tû çavnihêriyek ji partiya xwe nine, lê dema bi hêwiya xwedê şoreşa me biser ket û em vegeriyan Kurdistanek azad û ser zêda bav û kalên xwe, gerek PDKÎ mafên jinan ku niviya civakê pêk tînin û herweha dayîka niviya din a civakê ne, bi tewahî liberçav bigire, da ku tewahiya wan êş û elem û zehmetiyên ku me weke jinên şoreşê serbarê xwedîkirina zarokan kişandiye bi xisarî neçe û xwe bi beşdar di şoreş û tevgera Kurdan bizanin û, herweha hevjînê min jî serbarê erkê giran yê pêşmergatiyê, hertim erkê xwe yê hevjînî û babîniyê li hember jin û zarokên xwe bi cih aniye”.
Şikofe Mistefayî herweha roja herî xweş a jiyana pêşmergatiya xwe weha tîne ziman: “Bi dirêjahiya wan salên ku ez di nava şoreşê de bûme, bîreweriyên xweş bi qasekê zor in ku mirov dikare bi pîrtokan liser binivîsîne, lê raoja herî xweş a jiyana min di nava şoreşê de, roja wergirtina PDKÎ weke yekemîn partiya Kurd bû di rêxistina cîhan a Întêrnasyonal Sosyalîst “SI” bû. Helbet serkevtinên pêşmergên Partiyê di şerên tevî hêzên kevnarperstiyê û herweha serkevtina zarokên min di warê xwendinê de jî rojên xweş ên jiyana min in ku nahên jibîrkirin”.
Herweha di hember de jî Şikofe Mistefayî roja herî nexweş a jiyana xwe jî weha tîne ziman: “Rojên nexweş di şoreşa Kurdan de zaf in,yek ji rojên herî nexweş ên jiyana min şehîdketina xizm û kesan bû di nava refên pêşmergan de, bo mînak rojên şehîdketina du birayên hevjînê min bi navên Seyd Mensûr û Seyd Re’ûf rojên herî nexweş ên jiyana min bûn, herweha roja şehîdketina her du rêberê me şahîd Dr.Qasimlo û Dr.Şerefkendî jî tu car ji bîra min naçe û birîna jidestdana wan du rêberan hêj her kur e. Hewceyî basê ye ku di sala 1367’an(1988) de dema ku Şoreşa kurê min 9 salî û Şineya keça min jî 3 salî bûn, ez ji aliyê Îtila’ata Komara Îslamî ve hatime girtin, heyamê 45 roja dî Îdareya Îtila’ata Kirmaşanê de hatime zîndanîkirin û herweha piştre ez şandim girtîgeha Dîzilabadê û heyamê heywekê jî li wir hatim zîndanîkirin, ew 2 - 3 heyvên ku ez hatim girtin pir nexweî bû, jiber ku serbarî nexweşiyên girtin û zîndankirina di bin destê Komara Îslamî de, zarokên min hûr bû, bi giştî eva rojên herî nexweş ên jiyana min pêk tînin”.

Şikofe Mistefayî rû li xelkê Kurdistanê dike û bi vê peyamê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Ez xwe bi kêmtir ji vê yekê dibînim ku peyamê ji dayîk, jin û keçên Kuirdistanê re bişînim, lê di şoreşa PDKÎ de hûye vê yekê bûm ku, heya xwedî sebr û hewsele bî û bêhna mirov fire be, wê baştir bigîjî hêwiyên xwe, lewra ez hêwî dikim ku jinên Kurdistanê jî xwediyê vê sebr û bêhnfirehiyê bin da ku bikarin pêşerojek geş ji boy xwe û malbata xwe û Kurdistanê misoger bikin”.