Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama birêz Mihemednezîf Qadirî endamê deftera siyasî ya PDKÎ

13:54 - 4 Tebax 2015

Peyama birêz Mihemednezîf Qadirî endamê deftera siyasî ya PDKÎ di rêûresma 26’mîn salvegera terora Dr.Qasimlo li nawenda 1 a Kurdistanê
Hewalên hêja!
Xûşk û birayên rêzdar!
Beşdarên hêja!

Hûn gellek bixêr hatin
Îro rojê em li vir kom bûne ku yada yek ji rêberên navdar û naskirî ê gelê xwe Dr.Ebdulrehman Qasimlo, siyasetmedarê jêhatî û serkreterê giştî ya PDKÎ û hewalên wî Ebdullah Qadirîazek û Fazil Resûl bikin ku di roja 22’ê Pûşpera sala 1368’an a Rojî(13.07.1989) li bajarê Viyenê û di pîlanek terorîstî de ketin ber destrêja taroirîstên Komara Îslamî ya Îranê û hatine şehîdkirin.

Bi munasibeta vê karesata dilhejîn ve, em di vê civînê de kom bûne da ku rêzê ji xebat û tekoşîna wan şehîdan bigirin û, yada xebat û berxwedana wan di tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurd û tevgera demokrasîxwaziya Îranê de û, herweha bandora wî di vê xebata tijî ji şanazî bigirîn û ezmûnên wî yên şoreşvanî bilind binirxînin û, ji aliyek din ve careke din kerb û kîna xwe li hember terorîzm û darêjerên vê pîlana teroirîstî û birêveberên vê nîşan bidin û pirotesto bikin.

Xûşk û birayên hêja!

Hewalê xebatkar Dr.Qasimlo her di despêka sala 1368’an a Rojê(1989) bi merema birêvebirina hejmarek erkên xwe yên hizbî, serdana awrûpayê kir û di wê serdana xwe de, ji aliyê rejîma Komara Îslamî ya Îranê ve, ku berê ji aliyê hejmarek ji dost û alîgirên partiyê ve pêşniyara danûstan û diyalogê liser çareseriya pirsa aştiyane ya Kurd di rojhilata Kurdistanê de pêre hatibû kirin, carek din daxwaza danûstan û diyalogê li welatê Nemsayê ji Dr.Qasimlo hatibû kirin.

Dr.Qasimlo jî tevî hewalê xwe Ebdulla Qadirîazer endamê komîteya nawendî û nunerê PDKÎ li derwey welat û rewşenbîrê naskirî û dostê partiyê Dr.Fazil Resûl xelkê bajarê silêmaniyê, li Viyenê tevî heyeta binav gotebêjê li kom bûn û, piştî derbazbûna çend xulekan ketin ber destdirêja dîplomat terorîstên rejîma Îranê û hatine şehîd kirin û canê xwe di pêxema armancên gelê Kurd û PDKÎ de gorî kirin û bûne goriyên aşîtî û azadî û serbestiya Kurdistanê û şehîd ketin.

Ew pol ji xebatkarên rêya azadiyê ku ji aliyê terorîstên ser bi Komara Îslamî ya Îranê ve hatine teror kirin, bûye sedema kerb û kîna civaka navnetewî û tewahiya welatên demokrat û parti û aliyên siyasî û ew civakên mirovdost ku xwediyê hesta azadîxwazî û demokrasiyê bûn û tawana terorîstî ya weha pirotesto kirin û sersaxî û hevderdiya xwe tevî Kurd û Partiya Demokrat a Kurdistanê û malbartên şehîdên serbilind nîşan dan û her di wê demê de jî daxwaz ji dewleta Nemsayê kirin ku terorîstan binçav bikin û bide destê dezgeha dadweriyê.

Mixabin dewleta wî çaxî ya Nemsayê, girîngiya herî kêm daye bîrûraya giştî û daxwaza nawnetevî û, dûr ji her yasa û rêsayek mirovî û navnetewî, terorîst bi awayek fermî şandin Îranê û xwîna goriyên destê terorê kirin goriyê peywendiyên siyasî û aborî.

Beşdarên hêja!
Dr.Qsimlo xwediyê hizrek sitratejîk bû liser rewayîya siyasî a tevgera Kurd û helkewta Kurdistanê di siyaseta navdewletî de. Liser vê baweriyê bû ku gelê Kurd fakterek xwedî bandor e li ser tevgera demokasî xwazî ya herêmê û herweha faktera aşîtî û seqamgîriyê ye û hevpeymanek xwedî bandor e. Hekî çav li guherînkariyên siyasî ên niha li Rojhilata Navîn û Kurdistanê û peywendiyên navnetewî bikin, rastî û dirustiya dîtingeha Dr.Qasimlo nîşan dide.
Zimanzanî û ezmûna siyasî û asta herî bilin a diplomasî yê, Dr.Qasimlo gehand ew asta bilind ku hemû Kurdek welatparêz, hemû mirovek azadîxwaz şanaziyê pêve bikin û rejîma Komara Îslamî gehand vê encamê ku tawana weha mezin derheq wî de bike.
Rêveberî, exlaq di siyasetê de, rastbinî û rêzgirtin ji aliyê beranb di siyasetê de û, beşdarkirina jin di siyaset û xebatê de û bilind nirxandina rola jinan di vê piroseyê de, beşek din ji boçûnên binirx ên rêberê mezin ê gelê me ne, bi giştî Dr.Qasimlo bîrmendek xwedî şiyan, siyasetvanek jêhatî û rêberek xwedî
bandor bû.

Beşdarên birêz!

Yek din ji şehîdên karesata Viyenê birêz Ebdullah Qadirîazer bû, ew yek ji kadrên herî bi hêz ya partiya me bû û di heyamê kar û xebata xwe de mînaka kadrek bihêz bû û, di warê peywendiyan de jî weke nûnerek serkewtî ji boy partiyê cihê şanaziyê bû.

Kesatiya din ku di vê pîlana terorîstî a Komara Îslamî de ket ber destrêjê û şehîd ket, Dr.Fazil Resûl bû. Ew yek ji wan kesan bû ku xwediyê peywendiyek bihêz bû tevî partî û aliyên siyasî ên Rojhilata Kurdistanê, mixabin navbirî jî di rêya hewildan bona bidestxistina aşîtiyê canê xwe gorî kir.

Xûçk û birayên hêja!

Di heyva Pûşperê de gellek xebatkar û endam û kadr û pêşmergên PDKÎ canê xwe jidest dane.

Di vê heyvê de yek ji hewalên emegnas yê Dr.Qasimlo, yek ji rêwîngên rêbaza Dr.Qasimlo malavayê ji hewalên xwe kir, ew jî birêz Seyd Selam Ezîzî endamê deftera siyasî bû. Kak Seyd Selam di heyamê xebat û tekoşîna xwe de weke kesatiyek demokrat di çepera xebat bona azadî û demokrasî û gehiştina gelê Kurd bi armancên xwe, xebat kir û heya roja dawî ya jiyana xwe bi rêbaza demokratê wefadar ma û, silav ji canê wî yê paqij.
Beşdarên rêzdar!

Niha em di rewşekê de yada 22’ê Pûşperê dikin ku Komara Îslamî pitir ji hemû demek din tevî kirîzê berbirû ye. Bandor dorpêçên aborî li ser welat û herifîna sistema aboriya Îranê û bêkarî û giranî û bê hêvitiyê, bi temamî jiyana xelkê Îranê tal kiriye.

Ji aliyek din ve binpêkirina mafê mirov, zêdebûna siyaseta giwaş û girtin û bidarvekirina xebatkarên rêya azadiyê, roj digel rojê bitaybet piştî hatine serkar a Hesen Rûhanî ber bi zêdebûnê ve diçe.

Mijarek din ku niha raya giştî bixwe ve mijûl kiriye, danûstanên welatê 5+1 liser keysa nawkî ya Îranê ye. Em liser vê baweriyê ne ku rewşa aloz ya aboriya Îranê, wê rejîmê li hember Amerîk û welatên Rojawayî de biçok bine û, encama wê jî tenê wê di xizmet bandên mafyayî ên rajîmê de be.

Hekî bi qasek kêm jî bandor liser bazar û jiyana rojê a civatên xelkê Îranê ve hebe, di vê astê de nabê ku rêberên rejîmê mizgîniya vê didin xelkê. Jiber ku bê goman serwet û samanê welat piştî rakirina dorpêçan jî, ji aliyê rejîmê ve, her bona alîkariya bi deste û taqimên terorîstî ve wê bê mezaxtin.

Em liser vê baweriyê ne ku bi lihevhatina îran û welatên 5+1 kêşeya di navbera Îran û civaka navnetewî bidawî nahê û pirsa mafê mirov, pirsa netewên Îranê û siyaseta destêverdanên rejîmê di karûbarên welatên herêmê û alîkariya bi terorîzmê û, êrîşa mûşekî bo ser hinek ji welatên herêmê û bitaybetî Îsraîlê, hêj her di cihê xwe de ne.
Her liser bingeha şoroveyên siyasî ên PDKÎ’ê, di despêka bohara îsal de me biryara liv û tevgera siyasî, teşkîlatî û leşkirî da bona çalakiyên berçavtir û peywendiyên teşkîlatî ên berîntir, lê mixabin her di despêkê de tîmek ji pêşmergên me, bê tu hokarek ketin ber êrîşa Gerîlayên “Partiya Kedkarên

Kurdistanê” û, pêşmergeyek qehreman bi navê “Qadir Kerîmî” şehîd ket û çend pêşmergên din jî birîndar bûn. Di encam de deftera siyasî ya PDKÎ û hewlên dostên Partiya Demokrat bona bidawî anîna vê şerê qirêj, bi xweşî ve rê jî geştirbûna şer û xwînrêtina zêdetir girt. Em hêwîdarin ku di pêşerojê de bûyerên bi vî awyê çê nebin, jiber ku siyaseta me dostanî, hevkarî û hevxebatiya tevî partî û aliyên siyasî ye li her çar parên Kurdistanê.

Hevrêyên hêja!

Axaftina liser terora Viyenê û kesatiya rêberê me yê mezin Dr.Qasimlo û rola siyasî û şoreşvaniya wî di tevgera Netevî – Demokratîk a gelê Kurdistanê de, demek zêde dixwaze, lê tenê ev tişta ku niha dixwazim tekezê liser bikim, domandina xebatê ye di pêxema bidestanîna armancên pîroz ên Dr.Qasimlo û asûdekirina riha wî ye.

Silav ji canê paqij ên şehîdên karesata Viyenê
Biser keve tevgera mafxwazî ya gelê Kurd
Sipasiya we dikim