Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama birêz Hesen Şerefî cîgirê sekreterê giştî ya PDKÎ

13:56 - 4 Tebax 2015

Peyama birêz Hesen Şerefî cîgirê sekreterê giştî ya PDKÎ bi munasibeta 22’ê Pûşperê 26’mîn salvegera terora Dr.Qasimlo
Hewalên hêja!
Xûşk û birayên ezîz!
Îro 22’ê Pûşpera sala 1394’an a Rojî(2015), 26’mîn salvegera şehîdkirina rêberê mezin ê gelê me, mamostayê me Dr.Ebdulrehman Qasimlo ye bidestê rejîma cînayetkar û terorîst a Komara Îslamî ya Îranê, ji wî rojî pêve heya niha rêvîngên rêbaza Qasimo û xortên netewa Kurd bi giştî di vê rojê de bi civîn û simînar û awayên curbicur yada Dr.Qasimlo dikin û wefadariya xwe li hember rêbaza wî ya pîroz nîşan didin û rêzê ji wan xebat û tekoşînan digirin ku di heyamê temenê xwe de pêşkêşî gelê xwe kirine. Dr.Qasimlo rêberek mezin û siyasetvanek xwedî ezmûn bû, bîr û boçûnên wî yên azadixwazî, tenê di mêjiyê wî de nediman, belkî bi awayek şoreşvanî û berdewam hewla vê yekê dida ku bi piraktîzekirina hizrên xwe xebat bidomîne. Dr.Qasimlo li pêşî serdemê xwe dijiya, lewra wî çaxî hinek kes û aliyên cur bicur tan û teşer lê dixistin û rexne jê digirtin û, digotin ku navbirî ji rêzbaza taybetî a wan derketiye, lê niha her heman kes û alî liser rêzbaz û baweriya Dr.Qasimlo ne.

Bo mînak Dr.Qasimlo li Çikoslovakiyayê dijiya, lê rêya jiyanê pê nehat dayîn, Çima?

li wir hizbî nebû, li wîr pêşmerge ne li piştê bû, gelo ji çi ditirsiyan?

Li bîr û baweriyên Dr.Qasimlo ditirsiyan. Dijî dagirkariyê bû, dijî her cure dîktatoriyekê bû, lewra ji boy dagîrker û alîgirên dagîrkeriyê nedihat tehemûlkirin, lewra rêya jiyana li Çikoslovakiyê pê re nehat dayîn. Di rastî de,ewa ku jê ditirsiyan bîrûbaweriya wî bû. Li Firansayê di bin zext û gîwaşê de bû, rejîma Paşstiyê ne ji nêzîkve belkî li dûr de jî li hizr û boçûnên Qasimlo ditirsya, li hizra wwan, fikriyet û bohayên mirovî ku Dr.Qasimlo hewla bi kiryarkirina wan dida ditirsyan.

Li Îraqê pêşniyara wê yekê jêre hat kirin ku, tiştekê binivîse ku RDKÎ belav bike û têde û bi awayekê şorêşa Başûr û rêberiya Mela Mistefa Barzanî bibe jêr pirsyarê, lê Dr.Qasimlo qebûl neki, bixwe û partiya wî jî buhaya nekirina wî karî dan, lê wê yekê nîşan da ku Dr.Qasimlo milkê hemû cîhanê bû, bîr û baweriya wî nek di Îranê de, belkî li her derekî ku heba û derfeta gotin û belavkirina wî heba, bi awayek micid û şoreşvanî birêve dibir.

Di vê pêvajoyê de hekî dîktator, neyarên demokrasî û, mafên netewî ku hemû baweriyên Dr.Qasimlo bûn, vekheviya jin û mêran ku simbola vê Dr.Qasimlo bû, li hemû dijatiya wî dikirn, lê di hember de kesatiyên weha bi taybet li Awrûpayê de hebûn ku şanazî bi dostaniya Dr.Qasimlo ve dikirn û, Dr.Qasimlo jî di pêvajoya navnetweîkirina pirsa Kurd de, netenê di Kurdistana Rojhilatê de, li hemû parên Kurdistanê xwediyê piştevaniya wan dostan bû.

Hevdengiya wan dostan jî ku di rastî de ji rêya Dr.Qasimlo ve netewa Kurd nas kiribûn, li pirsa Kurd şareza bibûn. Piştî Dr.Qasimlo jî liser vê dostatiyê her wefadar man û, xizmeta bi Kurdan bi erkê ser mil xwe dizanin.

Bo mînak ewa dostên Dr.Qasimlo bûn ku di dema tengawaiya Kurdistana Başûr de hewla wê yekê dan û rewşek afirandin ku bûye sedema pêkhatina despêkek ji boyê avakirina hikûmeta herêma Kurdistanê ya niha.

Lê mixabin ewa ku bi hewlên dostên Dr.Qasimlo li başûr gehişt encamê, niha Komara Îslamî weke dujminê Kurdan, weke bikujê Dr.Qasimlo hespê xwe têde xar dide, cihê daxê ye ku hindek kes û alî dixwazin Komara Îslamî ya dujminê Kurdan û bikujê Dr.Qasimlo bi dostê Kurdan bidin nasîn, gelo mirov dikare bi vî karî bêje karek nîştimanî? Ewa Dr.Qasimlo bo hamû parên Kurdistanê dikir, niha kêm kes hene ku nek bi kiryar, belkê tenê bi gotin jî nikarin eva Dr.Qasimlo bi kiryar dikir, bike.

Em di heyamê xebata xwe de, derbazbûyiya me vê yekê nîşan dide ku, hemû curên xebatê me ceribandine, me xebata xwe di dema herî aloz de he domandiye û goriyêpn zaf me jê re dane, xebata xwe me di şikl û awayên curbicur de jî birêbe biriyê û deskewt û encamên nisbeten baş jî me hebûne, lê di rewşa niha de me biryarek da ku ku livek bi dû xwe re aniye û, vê hereketê jî rewşek nû ji boy me afirandiye.

Rewş û derfeta han armanaca me ya sereke nine, armanca me tiştek dine, ewa zemîneya vê armancê ye.

We hemûya bihîstiye ku liwa han di hundûr welat de çawa deng vedaye û, xelkê me çava lê dinêre, ruhek din bo xebatê xistiye nawa xelkê de û tenanet li welatên din jî bi rûçikek din li PDKÎ dinêrin, herweha di nava kadr û pêşmerge û malbatên pêşmergan de jî, rengvedana beşdariya di vê hereketê de bi eşkere dixûye.
Her weke me bas kir emê liser gehiştin bi armanca xwe de berdewam bin û li derfetên gehiştin bi vê armancê jî wê mifahê wergirin, lê bo vê yekê me hewceyî bi çend tiştan heye ku renge derfeta vê yekê nebe basê hemûyan bikin, lê basê xala herî girîng dikim, ew jî ev e ku bona gehiştin bi vê armanca pîroz, yekgirtîbûn û xwe parastin ji şayê’eya ne û, herweha ev rastiyên ku em bi xwe di nava partiya xwe de dibînin lê guhê me ji dev û gotinên xelkê din e. Rastiya partiya xwe, gerek em di nava partiya xwe de bibînin.
Di vê munasibetê de hewce ye ku em yadekî ji hewalê xwe yê xebatkar Kak Ebdulla hQadirî Azer bikin. Hewalek wefadar û kadirek pêgehiştî bû û, jêhatîbûna xwe li karûbarêb derwe û berpirsatiya derwe nîşan da û, her di wî rojî de û li kêleka Dr.Qasimlo de jî şehîd bû. Yada wî ezîzî bilind be û her weke rêzê ji hemû şehîdên xwe digirîn, emê rêzê ji ked, fîdakariya wî bigirin, ew fîdakariya ku heya ew qasê xwe çû, wate canêgorîkirin li kêleka rêberê xwe de. Ruha wî şad be.

Her di vê rojê de jî yada hewal û hevçeperê me yê hêja Kak Seyd Selam Ezîzî ku roja paşde, wate sibê roja wefadariya wî birêve bibin, kesek bû ku hemû jiyana xwe gorî partiya xwe kir, tewahiya pêgehên xwe ên civakî gorî armancên xwe ên siyasî kirin û di pêvajoya xebatê de hewal û hevçeperek hemû rêberiya partiyê û Dr.Qasimlo bû. Tewahiya xebat û fîdakariya wan hewalan hekî em bînin berçav, erkek gellek qurs û giran dixe ser milê me ji boy domandina rêya wan. Ez hêwîdar im ku ruha wan hemûyan şa be. Şa bi domandina xebata wan, şa bi yekgirtîbûna partiya wan, şa bi gehiştina bi armancên wan ku ku xebat jêre kirin û domandina xebatê boy me bi cih hêlan, di dawiyê de pir ji rêwîng be rêbaza mirovî ya Qasimlo, rêbaza azadîxwazî û demokrasîxwazî û bidestxistina mafê netewî, serkewe partiya Qaqzî û Qasimlo û Şerefkendî, partiyek ku mangek din ceşna 70 saliya temenê xwe lidar dixe. Hêwîdar im ku ev 70 sal temenê PDKÎ bibe despêka qonaxek ji xwederxistin û vejîna vê partitê ji boyê pêşveçûn ber bi serkevtin. Hêwîdar im ev ku min di beşek ji gotinên xwe der ragehand, em bikarin ber bi wan armancan ve biçin, bikarin di wê rewşa nû de ku ketiye pêşiya me de ber bi armanca herî girîng u binirx herin, ev jî bi tu awayekê? Bi destê hevdu girtin, bi pişta hevdu girtin, bi jihevdu hezkirine em bikarain alaya partiya xwe ji vê yekê ku heye zêdetir bilind bikin da ku dost u dujmin lê binêrin. Ewê ku berî vê livê digotin PDKÎ kemnişîn e û nemaye, lê niha ji heman kes û aliyan re eşkere bû ku partiya me heman PDKÎ ye ku berê hebû û niha jî heye û dost û dujmin îtirafê pê dikin. Lewra hewce ye ku em bi yekrêziyê û destê hevdu girtinê ev reya ku di pêşiya me de ye heya serkevtinê derbaz bikin.

Hêwîdar im ku hûn hemû silamet û serkewtî bin û yada Qasimo bilind, Kak Ebdulla û Kak Seyd selam bi xêr û, hêwîdar im ku emrê me rêya vê yekê bide ku em armancên wan bidest bixin.