Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama birêz Mîro Elyar endamê deftera siyasî ya PDKÎ

13:57 - 4 Tebax 2015

Peyama birêz Mîro Elyar endamê deftera siyasî ya PDKÎ di rêûresma 22’ê Pûşperê 26’mîn salvegera terora Viyenê li nawenda 3’ê a Kurdistanê

Mêhvanêh hêja!
Hewalên xebatkar!
Endam û alîgirên Hizba demokrat!
Silav ji we be û ev dema we baş
Ji aliyê Deftera siyasî a PDKÎ’ê ve, bixêrhatina we dikim. Sipasê ji we dikim ku li gorî daxwaza Nawenda 3’ê ya PDKÎ’ê, hûn beşdarî vê civînê ne.

Digel vê ku îro bi sedema munasibetek xembar ve ez hetime xizmeta we, lê kêfxweş im ku îsal şanaziyek han bi min re hate dayin ku li vir û li nawenada we de, liser Dr.Qasimlo a herdem zîndî bipeyvim.

Îro 26 sal bi ser 22’ê Pûşpera sala 1368’an a Rojî (13.07.2015) de derbaz dibe. Rojek ku rêberê navdar Dr.Ebdulrehman Qasimlo û hewalên wî, şehîd Ebdula Qadirî Azed û Dr.Fazil Resûl, li Viyena serbajarê Nemsayê û bi destê dîplomat terorîstên Komara Îslamî hatin teror kirin.

Beşdarên hêja!

Yek ji wan bingehan ku Dr.Qasimlo ji ducarîkirina vê mandî nedibû, ew bû ku “Kurd bona vê ku li xebata rewa û pir ji zehmetiya xwe ser bikeve, hewce ye ku bibe fakterek sereke di herêmê de”.

Merema wê rêberê zana û xwedî ezmûn ji vê gotinê ew bû ku, Kurd di rewşa aloz a Cuxrafî – siyasî ya xwe de, tenê bi tebahî û yekrêziya navmala xwe û, berçavgirtina siyaseta demokratîk di hindur xwe de û, bi hebûna bawerî bi hêza xwe, dikare bibe fakterek serbixwe û, bandorê bixe ser pêvajoya bûyerên herêmê, da ku bikare asoya xebata xwe ronî bike.

Beşdarên rêzdar!

Min îşare bi vê yekê kir ku xebata di pêxema azadî û serbestiyê de, yek ji wan pirensîpane ku Dr.Qasimloyê nemir baweriyek kûr pê hebû. Afrênerê diruşma pir wate ya “Baştirîn xelat bo şehîdan, domandina rêya wan e”, Dr.Qasimlo bû û em jî xwe bi qutabiyê rêbaza qasimo dizanin û domandina xebatê bi erkê xwe yê nîştimanî dizanin.
Her di pêxema birêvebirina vê erkê de bû ku, di heywa Banemera 1394’an de (10.05.2015), me biryara çûyîna hêza pêşmerge bo herêmên sînorî ên Kurdistana başûr û Rojhilatê (Kêleşîn) da û li wî derî hatin cihgîr kirin. Mixabin berî vê ku em bigîjin ser sînoran, ji aliyê PKK’ê ve pêşiya hêza pêşmerge ya PDKÎ hat girtin û, mixabin hevrê Qadir Kerîmî şehîd bû û sê pêşmergên din jî birîndar ketin.

Her di vê derheqê de xistine berbasa wan çend xalan hewce ye:

1-Armanca me ji vî karî ew bû ku hebûna xwe di herêmên sînorî ên Rojhilatê nîşan bidin û ji xelkê xwe nêzîk bin û, peywendiyên xwe sîstimatîk bikin û karên siyasî û teşkîlatî û teblîxatî lidar bixin.

2-Bingeh û esasa biryara me berjewendiya tevgera Kurdistana Îranê û bersivdana bi hewcehiya hebûna me di herêmên sînorî de bû û, tu tiştek din nebû. Me biryara han bona hezkirin yan heznekirina tu kesekê nedaye.

Lewra hendek alî bi awayek armancdar hewla vê yekê didin ku ermanca me kirêt û berewajî û çewaşe nîşan bidin, û bi xwe di pêşerojê de gerek berpirsyarr bin!

Çend caran me ragehandiye ku, hêza pêşmerge ya PDK’ê êrîşê nake ser tu aliyekê, xincî vê ku êrîş bête ser vê, wî çaxî em bersivdan û berewamiya ji xwe, bi mafê rewa û selmandiya xwe dizanîn û ev mafê han jî wê j boy we diparêzîn.
3-Gelo ev pêngawa me tu zirarekê digijîne berjewendiyên Herêma Kurdistanê?

Me çendîn salan, her cure çalakiyek hêza pêşmerge sekinand, rewş me liberçav girt, tan û boxtanên zaf ji me dan û me nirxek siyasî ya zaf jê re da û qebûl kir, her li vir û li Kurdistana başûr de, hindek aliyan kiribû bi edet û di hemû derfetekê de êrîş dikirin ser PDKÎ’ê, tenanet nerasterast digotin ku, hekî hêzên siyasî rê bidin û derfet bi Komara Îslamî re bê dayîn, mafên Kurdan dabîn dike û Kurdistanê awedan dike û destan ji pîlangêriya li dijî Herêma Kuristana başûr dikişîne!

Lê encam çi bû?

Gelo Komara Îslamî di heyamê 20 salên derbaznûyî de, mafên herî despêkî ên gelê Kurd dabîn kiriye?

Zimanê Kurdî hatiye azadkirin? Ferqûcudahî û serkuta xelkê Kurdistanê û, bidarvekirina xortên Kurdan ber bi kêmbûnê ve biriye? Tu pêngawek bona vejîn aboriya Kurdistanê avêtine? Kêşeya bêkar û têkilîdariya bi madeyên hişber û hejarî li Kurdistanê hatine çareserkirin?

Nexêr!

Niha êdî cîhan dizane ku Komara Îslamî hokara herî mezin a derekî ye bona çêkirina tevdanîkarî û aloziyên Herêma Kurdistanê.

Gelo tu kesek heye ku destê Komara Îslamî ji pîlana rakêşana şerê Da’îşê bo Herêma Kurdistanê nebîne?

Gelo ew siyaset û kiryarên Komara Îslamî di berjewendiya Herêma Kurditanê de ne?! Eva dostatî û hevpeymaniya tevî rejîma Îranê bo Kurdan e ku hindek kes bi rûçirî basê jê dikin?!

Heya tevgera Kurd li Rojhilata Kurdistanê bibe xwedî hêz, pêgeha Herêma Kurdistanê Qahîmtir dibe û herweha destê Komara Îslamî ji pîlangêriya li dijî Herêma Kurdistanê kurttir dibe.

Gotina min ya dawiyê di vê derheqê de ev e ku em domandin û perepêdana xebatê li Rojhilatê Kurdistanê bi erkê xwe ên netewî dizanin û di pêşerjê de jî heta wî qasî ku jidestê me bê û, rewş rêya me bide, emê erkê xwe birêve bibin.
Amadebûyên hêja!

Her di vê heyvê de sê kes ji xebatkarên naskirî ên rêberiya paertiya me û sê xebatkarên xwedî şiyan ên rêbaza Qasimo, malawayî ji hewal û hevçeperên xwe kirin:

1-Birêz Seyd Selam Ezîzî endamê xwedî şiyan û bi bandor a Deftera Siyasî ku di 24’ê Pûşpera sala 1378’an de, bi sedema nesaxiyê koça dawiyê kir.

2-Birêz Sergord Kerîm Elyar endamê komîteya nawendî û fermanderê jêhatî ya hêza pêşmerge ku di roja 10’ê Pûşpera sala 1364’ê, tevî hejmarek ji hewalên xwe bûne armanca guleyên kirêgirtiyên Komara Îslamî û hatine şehîdkirin.

3-Birêz Ebdulla Qadirîazer endamê komîteya nawendî û nûnerê PDKÎ li derweyî welat ku weke berê îşaret pê hat kirin tevî Dr.Qasimlo bi guleyên mirovkujên Komara Îslamî li bajarê Viyenê hat şehîdkirin.

Yada û bîra şehîdên Viyenê, Dr.Qasimlo yê mezin û hemû wan hevrêyan di hest û mêjiyê me de zîndî û wê zîndî bimînin û dibine tûjkerek(Hander) bona domandina xebatê heya gehîştin bi armancên wan.

•Bona vê yekê ku em bikarin hevdû bigirin, teba bin, rêzê ji bîr û boçûnên cuda bigirin û yekitiya rêzên xwe biparêzin, gerek demokrat bîn û demokrasiyê berçav bigirîn.

•Bona vê yekê ku em bikarin tev partî û aliyên din ên siyasî li Kurdistana Rojhilatê li hvdu bikin, gerek liser pilatformek siyasî a hevpar ku hewcehiyek îroyî ye rêk bikevin û bi hêzek yekgirtî tevî pîlan û gefên Komara Îslamî berbirû bibin û mafên gelê xwe dabin bikin, gerek demokrat bîn û demokrasiyê berçav bigirîn.

•Bona vê yekê ku bikarin di pêxema bidestanîna mafê wekhevî ya di navbera ji û mêran de xebatê bikin û ji şiyan û hêza jinan bona xebata xwe ya netewî mifahê wergirin, gerek demokrat bîn û demokrasiyê berçav bigirîn.
•Bona vê yekê ku weke partiyek siyasî zerfiyeta xwe ya sisasî zêde bikin û bikarin ji hêz û îmkanatên partiya xwe mifahê werbigirin, gerek demopkrat bîn û demokrasiyê berçab bigirîn.

•Bona vê yekê ku ji bîr û boçûnên cuda û curbicuriyê aciz nebin û ferq û cudahiyên di navbera me de nebin gef û tehlûkeya ser rêya xebata me û bikarin wan ferq u cudahiyan bikin derfetek geşandina herî zêde a xebata xwe, gerek demokrat bîn û demokrasiyê berçav bigirîn.

•Bona vê yekê ku liser asta navnetewî de îtibar û pirsitîja me bilind bibe û, cîhan bi çavê rêz û hurmetê ve ji xebata me binêre, gerek demokrat bîn û demokrasiyê berçav bigirîn.

Em dikarin bêjin ku pûçkirin û berperçdana pirûpagandayên dujminan, rastkirina rûçika xirabkirî a Kurdan û nasandina rûçika rastîn û însaniya gelê Kurd û xebata wê ya rewa, yek ji xizmetên herî mezin û deskewtên bi nirx ên Dr.Qasimlo bû.