Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Hewlêr/ Beşdariya Şandekî Hizba Demokrat li yekemîn salvegra karesata Şengalê de

15:35 - 4 Tebax 2015

Kurdistan Media: Şandekî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Hewlêrê de beşdarî li yekemîn salvegera karesata “Şengal”ê de kir.

Li gor raporek malpera Kurdistan Media, roja Yekşemî, 2’ê Tebaxa 2015’an, şandekî Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê bi serperestiya “Hesen Şerefî” Cihgirê Sekretêr ê partiyê beşdarî li yekemîn komyada salvegera karesata Şengalê li Hewlêrê de kir.

Her bi vê boneyê ve peyama Deftera Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê pêşkeşî amadebûyên komyadê hat kirin.

Herweha bi boneya vê trajîdiyê û rola pêşmergeyan, du berhemên orchestra yên mamosta Dilşad Seîd hatin pêşkeşkirin ku tesîr û bandorek berbiçav li ser beşdaran kir.

Li perawêza vê komyadê de şandeya hizbê bi gelek alî û kesatiyên siyasî û rewşenbîran re hevdîtin kir.