Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Pêşmergeyekî kevnar ê Hizba Demokrat koça dawiyê kir

16:44 - 5 Tebax 2015

Kurdistan Media: “Resûl Elîzade” pêşmergeyê kevnar ê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê koça dawiyê kir.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, şeva duşemî, 3’ê Tebaxa 2015’an, Resûl Elîzade, pêşmergeyê kevnar yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi sedema nesaxiyê li yek ji nexweşxaneyên bajarê Hewlêrê de koça dawiyê kir.

Resûl Elîzade kurê “ Daye Şukrî” sala 1338 a rojî li malbatek welatparêz a gundê “Zengîavê”ya ser bi bajarê Pîranşehrê hatibû dinê.

Mam Resûl li destpêka qonaxa eşkerebûna xebata eşkere ya Hizba Demokrat de tevlî refên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bû û li hêza “Simko”li komîte şaristana Şino de hat saziman dayîn.

Mam Resûl li sala 1362’an ya rojî li şerê li dijî dagîrkerên Kurdistanê li gundê “ Xurînc”a ser bi bajarê Pîranşehrê de birîndar bû.

Resûl Elîzade li sala 1365’an de li meimûriyetek hizbî de li başûra Kurdistanê bi rijdî birîndar bibû û piştî cebirîna birînên xwe carek din vegeriya nav çeperên xebat û tekoşînê.

Navhatî şoreşvanekî dilsoj û pêşmergeyekî cihê baweriya hizbê û heval û xelkê deverê bû.

Termê pîroz yê mam resûl li nav girseya xelkê welatparêz û hevçeperên wî li goristana Şehîdên hizbê li Cêjnîkanê de bi xakê hat sipartin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê ji malbat û kes û karên mam Resûl Elîzade dike û xwe li xem û kovanên wan de bi şirîk û beşdar dizane.