Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Liv û tevgera hêzên kurdî li deverên sînorî, gefa Pêşnimêjê Înê yê Urmiyê bi dû xwe re anî

16:56 - 8 Tebax 2015

Kurdistan Media: Pêşnimêjê roja Înê yê bajarê Urmiyê di axaftina nimêja roja Înê de ragehand ku liv û tevgera hêzên Kurd ên Kurdistana Rojhilatê ku li çiyayên Qendîl û Kêleşînê de cihgîr bûne, dibe bi tundî bê tepeserkirin û gefek tûj ji wan hêz û saziyan xwar.

9834.jpg
Mêhdî Haşimî nûnerê Weliyê Feqîh û Pêşnimêjê rejîmê bo roja Înê li bajarê Urmiyê

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, Mêhdî Haşimî nûnerê Weliyê Feqîh û Pêşnimêjê rejîmê bo roja Înê li bajarê Urmiyê de tevî gefxwarin ji hêzên Kurd yên cihgîr di Çiyayên Qendîl û Kêleşînê de, daye zanîn ku dê berbirûyê her ched û tevgerek wan hêzan bibin.

Mehdî Haşimî nûnerê Weliyê Feqîh di axaftinên xwe de got: Hêzên Sipaha Pastaran ên rejîmê li deverên sînorî yên Kêleşîn û Qendîlê de mijûlê kar û barên stratîjîk ên leşkerî ne û bi armanca berbirûbûna li li dijî wan hêzên Kurdî li deverên sînorî de hatine cihgîrkirin.

Her di vê derheqê de “Elî Şemxanî” serokê Civata Tenahiya Netewî piştî cihgîrbûna hêzên Kurd yên Kurdistana Rojhilatê li çiyayên Kêleşînê û Qendîlê de, birayara amadebaşiyê bi hêzên leşkerî yên rejîmê dabû û bi fermî ragehandibû ku hêzên “dijî şoreşê” leşkerkêşî jib o deverên sînorî ên navbera Kurdistana Başûr û rojhilatê kirine.

Gotinên han piştî vê yekê hatin ku Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li çiyayên Qendîl û Kêleşînê de cihgîr bû û bû sedem ku helwest û dijkiryarek tund ji aliyê nawendên leşkirî û ewlehî ên rejîmê li pey rê bêt û deverên sînorî yên navbera Kurdistana Başûr û Rojhilatê bi tewahî militarize bike.