Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna çalakiyên teblîxî bi boneya 16’ê Tebaxê li Kurdistanê

15:43 - 9 Tebax 2015

Kurdistan Media: Bi boneya 16’ê Tebaxê, 70’emîn salvegera damezrandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, endam û alîgirên Hizba Demokrat çalakiyên teblîxî li bajarên “Bokan” û “Seqizê” de birêve birin.
Li gor rapora malpera Kurdistan Media, ew çalakî roja Înê 7’ê Tebaxê li çend cih û kolanên bajarên “Bokan” û “Seqizê” de hatine encamdayîn.
Endam û alîgirên Hizba Demokrat li van cihên bajarê Bokanê de çalakî birêve birine:
Parka Sahilî, Şeqama Werziş, Pira Taze, Şeqama Ojans, Cadeya Kose, Şeqama Mamosta Bêkes û devera Mîrava.

Rêvîngên rêbaza Demokratê li bajarê Seqizê de jî bi belavkirina wêne û tiraktên taybet bi roja 16’ê Tebaxê, 70’mîn salvegera damezrandina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bilind ragirtin.

Ew cihên ku çalakiyên teblîxî têde birêve çûne, bi vî avay ne:

Kolanên tenişt pira hewayî û bazaar jorîn, kolanên tenişt Tekyey Baba Şêx, derdora Feleka Şanaz, Şeqamî Şanaz û Şeqama Kerîm ava û kolanên rex nawenda Fenî û hirfeyî û Bêhdaşta Şeker Rîz.