Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Mistefa Hicrî bi boneya roja cîhanî a Ciwanan

14:24 - 12 Tebax 2015

Kurdistan Media: Sekreterê giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi boneya roja cîhanî a Lawan ve peyamek belav kir.

Deqa peyama “Mistefa Hicrî” sekreterê giştî yê Hizba Demokrat bi vî awayî ye:

Roja Cîhanî a Lawan Pîroz be!
Roja 12’ê Tebax (August)ê, roja cîhanî ya ciwanan e, bi vê boneyê ve pîrozbahiyên xwe pêşkeşî hemû ciwanên cîhanê bi taybetî lawên kurd li Rojhilata Kurdistanê û Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê dikim.

Ciwanên şoreşvan û xweştivî!
Girîngî û buhaya rolê lawan li pêşveçûn, dahênan, jiyanek azad û bextewerane li welatên pêşketî ên îroye cîhanê li roja cîhanî ya lawan de rewşa dijwar û xirab ya lawên Îranê bi taybetî ciwanên rojhilatê tîne bîra mirov ku li jêr zext û givaşên rejîma paremayî a Komara Îslamî de ji hemû xweşiyên jiyanê bêpar in û her roj bi hincetên bê bingeh tên darvekirin û jiyê ciwaniya wan li kuncên girtîgehê de derbas dibin.

Ji vê bêparî û zordariyê de, keçên kurd duqat ketine jêr barê zulm û zordariya rejîmê de û reftar û livînên rojane ên wan weke liberkirina kinc û cil û bergan li civakê û cihê kar, li jêr çavdêriya kirêgirtiyên rejîmê de ne û her roj em nûçeyên dilhejîn li dor cezayên hovane yên more û kirêgirtiyên rejîmê weke têzav pirjandin û … dibihîsin.

Lewre em bawer in ku roja rastîn ya lawên kurd ew roj e ku ew û hemû tex û qatên civaka Îranê şahidê nemana vê rejîma zordar û xwesepandî bin. Em xatircem in ku ciwanên kurd û netewên din ên Îranê jî ew şiyan û karîn hene û di encamp de weke gelek ji welatên dîktatorî bi hêza yekgirtî a xwe dê misoger bikin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê
Sekreterê Giştî/ Mistefa Hicrî
11’ê Tebaxa 2015’an