Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêûresma 25’ê Gelawêjê li binkeya Deftera Siyasî ya PDK Îranê de birêveçû

14:53 - 17 Tebax 2015

Kurdistan Media: Rêûresma 16’ê Tebax (25’ê Gelawêj)ê, 70’hemîn salvegera avabûna Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li binkeya Deftera Siyasî ya vê hizbê bi beşdariya endaman, kadr û pêşmerge û nûnerê gelek sazî û rêxistinan birêveçû.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja Yekşemî, 16’ê Tebaxa 2015’an, jib o rêzgirtin ji 70’hemîn salvegera avakirina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, rêûresmek li binkeya Deftera Siyasî ya vê hizbê li bajarê Koye de birêve çû.

Rêûresm bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û bîstek bêdengî jib o rêzgirtin ji riha pake şehîdên riya rizgariya Kurdistanê dest pê kir.

Piştre li beşa yekem a vê rêûresmê de, Mistefa Hicrî, Sekreterê giştî yê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi boneya 70 saliya avabûna Hizba Demokrat re axaftinek pêşkeş kir.

Mistefa Hicrî li beşek ji gotinên xwe de da zanîn: Di sala 1945 (1324) ’an de, wate li rojekî wekî îro de, Partiya Demokrat a Kurdistanê wekî partiyek pêşketî û hevçerx û bûyerek girîng a siyasî li bajarê Mehabadê bi destê Pêşewayê nemir ji dayîk bû.

Ew sedemên ku girîngiya bîranîna avabûna Hizba Demokrat a Kurdistanê zêdetir zeq dike û tenê li avabûna hizbek siyasî û asayî de ji bo birêvebirina hevrikî û kar û barên siyasî yên gurûp yan taqmekî hizrî û berjewendiyên aborî yan îdeolojîk nine, belkî damezrandina Hizba Demokrat li Rojhilata Kurdistanê hilgirê komek destkevt û wateyên siyasî û netewî ên modern e ji bo çar parçeyên Kurdistanê bi giştî û Rojhilata Kurdistanê bi taybetî.

Ger hizbek siyasî bi giştî weke sazî û rêxistina herî girîng ya siyasî li hin welatan di şert û mercek guncaw ya siyasî û yasayî de ji bo birêvebirina kar û barên siyasî û avakirina hikûmetê tê pêkanîn û ava dibe, lê ji ber taybetmendiyên kurdan bi giştî û Rojhilata Kurdistanê bi taybetî, eva Hizba Demokrat e ku bi xwe dewlet yan Komarek dîfakto (Dewleta Komara Kurdistanê) ava dike ku nûneratiya xwast û daxwaziyên giştî yên hemû taken neteweya kurd dike ku diyarîkirina mafê çarenivîsa xwe û avakirina kiyanek siyasî demokratîk e.

Taybetmendiyek din ya Hizba Demokrat li jiyana siyasî ya kurdan de ku pitir wê taqane dike, eva ye ku Hizba Demokrat dibe model û berjengek siyasî ya modern ji bo rêxistin û jiyana siyasî û xebata rizgarîxwazî û netewî li her çar parçeyên kurdistanê de. Deskewtên herî girîng yên vê partiyê pêk tên ji bihevregirêdana her sê bingeh û fakterên (xak, netewe û desthilata siyasî) ku li çarçoveya kiyanek siyasî bi navê Komara Kurdistanê ku avaker û bunyatnerê yekîtiya netewî –siyasî ji bo civakek parvebûyî ya blindest û çimisandî bû, misoger kir û heya niha ku 70 sal bi ser re derbas dibe, serbarê hemû astengî û qonaxên trajîdîk û tal yên dîroka xwe û neteweya xwe li ser van bingeh û pirensîpên ku li roja yekem li ser de hatibû avakirin, derneketiye. Eva jî bi wateya hişikbûn û sînordarbûna siyasî û îdeolojî nine, belkî berevaj, bi wateya baweriya kûr a Hizba Demokrat e bi bingehên demokrasî, azadî û rizgariya netewî ya kurd. Ji aliyek din ve jî eyankerê realîstbûn û waqi’bîniya siyasî ya vê hizbê ye ku bi bêy misogerbûna sîstemek siyasî demokratîk li Îranê û li hundurê Kurdistanê de, rizgarî û azadî û mafê neteweya kurd misoger nabe û kurd jî rizgar nabe ji tepeserî û zordariyê.

Paşan Koma Hunerî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, sirûdek şoreşvanî li jêr navê “Bûjanewe”pêşkeşî beşdaran kir.

Herweha bi boneya 70 saliya avabûna Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, Yekîtiya Jinên Demokrat ên Kurdistana Îranê cewleyek nizamî birêve biribûn ku li merasîmê de rêz ji wan hat girtin.
Li beşek din de, lewhên rêzgirtinê bi boneya 70 saliya avakirina Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li ser navê Deftera Siyasî ya PDKÎ ve ji aliyê Mistefa Hicrî ve pêşkeşî 7 xebatkarên mandînenas ên rêbaza demokratê hatin kirin ku pêk hatibûn ji: “Perwane Danişwer” weke qedîmîtirîn keça malbata şehîde Hizba Demokrat, “Seyîd Elî Rehmeanî” limêjîntirîn xebatkarê nav refên Hiznba Demokart, “Hawrê Îsmaîlî”weke limêjîntirîn pêşmergeya jin li nav hizba Demokart, “Nesrîn Qasimlû”hevsera biemeg a Dr. Qasimlû, kesatiya xebatkar û dosta gelê kurd, “Mela Hesen Şîweselî” şehîdê zîndî û endamê şanazî yê Komîteya Nawendî yê Hizba Demokrat a Kurdistan Îranê, “Ebdula Izetpûr” kesatiyê şoreşvan û kevintirîn endamê rêberiya Hizba Demokrat, “Kerîm Hedad” kesatiyê şoreşvan û kevintirîn endamê rêberiya Hizba Demokrat.

Dûre sirûda “Bijî Demokrat” ji aliyê zarokên malbatê demokratê ve pêşkeşî beşdaran hat kirin.

Paşan peyama rêxistinên Jinan, Ciwanan û Xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê “ Fatime Osmanî” sekretera Yekîtiya jinan hat xwendin.

Li beşek din ji karê merasîmê de, helbestek bi nave “Payij” ji aliyê “ Nahîd Husênî” ve hat pêşkeşkirin.

Rêûresma 70 saliya avabûna Hizba Demokrat bi çend stranên xwe ji aliyê koma hunerî ya Hizba Demokrat û herweha hunermenda denxweş “Şinyar Necîb” ve hatibû xemilandin û dîlan û govenda reşbelek a beşdaran dawîn beşa merasîmê bû.

Her bi boneya yad û bîranîna 70’hemîn salvegera avabûna Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, çendîn hizb û rêxistinên siyasî, peyamên pîrozbahiyê pêşkeşî merasîmê kiribûn ku pêkhatibûn ji:

-Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê, Mekteba Rêxistina Melbenda 14 ya Koye
-Partiya Demokrat a Kurdistanê, Koye
-Yekgirtûya Îslamî a Kurdistanê, Koye
- Tevgera Goran, Koye
-Partiya Sosyalîst a Kurdistanê- Bakûr
Hizba Şiyûî a Kurdistanê, Koye
Tevgera Komarîxwazên Demokrat û Laîk ên Îranê
-Komîteya Rêxistina 1 a Koye ya Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê

alboma wêneyan



vidoe