Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Koça dawîn a kesayetiyekî niştîmanperwer û xweşnav li Şino’yê

15:04 - 17 Tebax 2015

Kurdistan Media: “Elî Nîromend” naskirî bi “Derwêş Elî” xelkê bajaroka Nalûs ya girêdayî bajarê Şino’yê bi sedema danemrbûnê, koça dawiyê kir.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja çarşemî 12’ê Tebaxa 2015’an, “Elî Nîrûmend”, kesatiyê nîştimanperwer û xweştivî li nav xelkê “Nalûs” a ser bi bajarê Şino, bi sedema danemrbûnê koça dawiyê kir.

Derwêş Elî, di heyama ragehandina Komara Kurdistanê, tevlî refên pêşmergên Komarê bibû û piştî herifîna Komara Kurdistanê heta dawiya jiyan xwe bi vê rêbazê re wefadar ma.

Navbirî kesekî naskirî û cihê baweriyê di nav xelkê deverê de bû.

Termê wî kesayetiyê nîştîmanperwer di nav griseya xelkê deverê de bi axê hate sipartin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat û kes u karên wî kesayetiyê niştîmanperwer, û xwe bi şirîkê xem û kovanên wan dizane.