Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Peyama Mistefa Hicrî bi boneya 70 saliya avabûna Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê

15:59 - 18 Tebax 2015

Kurdistan Media: Bi boneya 70’hemîn salvegera avabûna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sekreterê giştî yê Hizba Demokrat peyamek belav kir.

Deqa peyama sekreterê giştî ku li rêûresma 25’ê Gelawêjê (16’ê Tebax)ê de ji aliyê kak Mistefa ve hat xwendin, bi vî awayî ye:

Xelkê azadîxwaz ên Kurdistanê!
Kadr û pêşmerge, endam û alîgirên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê!
Beşdarbûyên rêzdar di rêûresma 25’ê Gelawêjê!
Li rojek wek îro di sala 1945 (1324) ’ an de, Hizba Demokrat a Kurdistanê weke partiyek pêşketî ya hemdemî û bûyerek girîng a siyasî li bajarê Mehabadê de bi destê Pêşewayê nemir Qazî Mihemed ji dayîk bû. Ew sedemên ku girîngiya bîranîna avabûna Hizba Demokrat a Kurdistanê zêdetir zeq dike û tenê xwe li avabûna hizbek siyasî û asayî de ji bo birêvebirina hevrikî û kar û barên siyasî yên gurûp yan taqmekî hizrî û berjewendiyên aborî yan îdeolojîk de nabîne, belkî damezrandina Hizba Demokrat li Rojhilata Kurdistanê de hilgirê komek destkevt û wateyên siyasî û netewî ên modern e ji bo çar parçeyên Kurdistanê bi giştî û Rojhilata Kurdistanê bi taybetî.

Ger hizbek siyasî bi giştî weke sazî û rêxistina herî girîng ya siyasî li hin welatan di şert û mercek guncaw ya siyasî û yasayî ji bo birêvebirina kar û barên siyasî û avakirina hikûmetê tê pêkanîn û ava dibe, lê ji ber taybetmendiyên kurdan bi giştî û Rojhilata Kurdistanê bi taybetî, eva Hizba Demokrat e ku bi xwe dewlet yan Komarek dîfakto (Dewleta Komara Kurdistanê) ava dike ku nûneratiya xwast û daxwaziyên giştî yên hemû taken neteweya kurd dike, ku diyarîkirina mafê çarenivîsa xwe û avakirina statûyek siyasî û demokratîk e. Ji vê girîngtir jî, Hizba Demokrat kariye hevsengiyekê li navbera armancên netewî û buhayên demokrasî û dadperweriyê de biafirîne, lewre hizba Demokrat dibe qad û stara kit kite tex û qatên civakê û ramanek nermrew û demokrasîxwaz; bi vê wateyê ku hemû şoreşgirên pabend bi pirensîpên azadî, mafên mirov û demokrasiyê li nav refên Hizba Demokrat de cihê wan dibe û hizbê weke sîvaneke cihê baweriyê ji bo armancên bilind ên mirovî dizanin.

Hizba Demokrat tenê piştî 159 rojan bi ser avabûna xwe de, bi pêkanîna Komara Kurdistanê li dîroka hevçerx a Kurdistanê de dibe xala guherînê li binecîhkirina eqlaniyet û jiyana siyasî û nasnameya neteweyî ya modern kurd. Lê ya ku girîngî û buhaya vê partiyê duqat dik, eva ye ku em nikarin Hizba Demokrat ji hemû şanaziyên din ên kurdan weke Komara Kurdistanê û herweha xurtkirina hişyariya neteweyî û bunyatnana nasyonalîzmek hevçerx û nasnameya neteweyî a modern ya kurdan cuda bikin.

Taybetmendiyek din ya Hizba Demokrat li jiyana siyasî ya kurdan de ku pitir vê hizbê taqane dike, eva ye ku Hizba Demokrat dibe model û berjengek siyasî ya modern ji bo rêxistin û jiyana siyasî û xebata rizgarîxwazî û netewî li her çar parçeyên kurdistanê de. Deskewtên herî girîng yên vê partiyê pêk tên ji bihevregirêdana her sê bingeh û fakterên (xak, netewe û desthilata siyasî) ku li çarçoveya kiyanek siyasî bi navê Komara Kurdistanê ku avaker û bunyatnerê yekîtiya netewî –siyasî ji bo civakek parvebûyî ya blindest û çimisandî bû, misoger kir û heya niha ku 70 sal bi ser re derbas dibe, serbarê hemû astengî û qonaxên trajîdîk û tal yên dîroka xwe û neteweya xwe li ser van bingeh û pirensîpên ku li roja yekem li ser de hatibû avakirin, derneketiye. Eva jî bi wateya hişikbûn û sînordarbûna siyasî û îdeolojî nine, belkî berevaj, bi wateya baweriya kûr a Hizba Demokrat e bi bingehên demokrasî, azadî û rizgariya netewî ya kurd. Ji aliyek din ve jî eyankerê realîstbûn û waqi’bîniya siyasî ya vê hizbê ye ku bi bêy misogerbûna sîstemek siyasî demokratîk li Îranê û li hundurê Kurdistanê de, rizgarî û azadî û mafê neteweya kurd misoger nabe û kurd jî rizgar nabe ji tepeserî û zordariyê.

Eva ji bilî van sembolên netewî yên din e weke ala, sirûd û avakirina sipaha netewî û pêşmergeyên Kurdistanê ku heya niha jî her didom in û her kurdek şanaziyê pêre dike û niha li asta cîhanî de kurd pê tên nasîn.

Ciyawaziyek din ya Hizba Demokrat bi hin hizbên din ên siyasî re eva ye ku exlaq derbasî nava siyasetê kiriye, lewre tu demekê siyaset bi wateya makyawîlîstî a xwe peyrew nekiriye û nake jî, û li ser vê baweriyê ye ku ji riyên nedurust û nemirovane ve nikare bigihîje armancên bilind ên mirovahiyê; encama vê bîr û baweriyê dibe ewa ku amade ye qurbanî, nirx û têçûyên buhagiran bide, lê amade nebe tucar bi aliyek neyarê kurd re li dijî tevgerên siyasî yan neteweyî ên parçeyên din ên Kurdistanê pêngavekê bawêje û li pêxema berjewendiyên hizbî ên xwe de, lihevhatinê li ser xwîna keç û xortên kurdan bike. Berevaj, li gelek qonaxan de zirar û xesarên mezin û giran dîtiye, lê berjewendiya netewî ya kurdan li tu parçeyek Kurdistanê de nekiriye goriya lihevkirin bi dewlet yan aliyek siyasî re; eva jî ji aliyekê eyankerê baweriya kûr a vê hizbê ye bi hevterîbbûn û girêdayîbûna xebatê ji bo bicihkirina demokrasî, azadî û mafên mirov tevî parastina berjewendiyên netewî li xebata rizgarîxwazane û neteweyî a kurdan de; Ji aliyek din ve jî eyankerê vê rastiyê ye ku Hizba Demokrat weke tevgerek mafxwaz û demokrasîxwaz ji usûl û bingehên sereke ên demokrasiyê ku li ser de hatiye avakirin, heya niha ne tenê ji van pirensîpan dûr neketiye, belkî li gor guhertina şert û mercan û xwendina waqi’a siyasî û bingehên berjewendî û tenahiya netewî a kurd, zêdetir jî pêre pêbend bûye.

Ev taybetmendî û gelek yên binirx ên din ku li midehê 70 salên derbasbûyî de Hizba Demokrat dahênerê van bûye û li xebata xwe de piraktîze kirine, di rastî de Hizba Demokrat kirine bi qutabxaneyek hizrî a serdemiyane, û reftarên bilind ên mirovî ku li piratîkê de hizb kirine bi alavek jib o xebat li pêxema xwast û daxwaziyên rewa û berheq ên gel û nîştimana birîndar û perçekirî ku berjewendiyê hizbî li çarçoveya berjewendiyên gel de dibîne, nek wekî armancekê lê bimeyzîne û berjewendiyên xwe bilindtir û ferztir bi ser berjewendiyên giştî de deynê.

Belê ezîzno!
Hemû ev taybetmendiyên bilind û mirovdostane bûne hêvênê parastina Hizba Demokrat û mana berdewam li qada xebata neteweyî û pêşketinxwazane de; bi taybet ger em bala xwe bikişînine ser vê ku li temenê 70 saliya xwe de, ji bilî midehek demkurt ku ji 3-4 salan derbas nabe, nexa li piraniya jiyê xwe de, rêberiya hizbê ji ber zulm û zordariya rejîmên li dû hev ên Tehranê li xerîbî û dûrwelatiyê de jiyan kirine, kar û çalakiyên endam û alîgirên wê li hundur û nemaze hin caran li derweyî welat de jî qedexe kiriye û bi cezayên tund ên îdam û hepsa heta hetayî berbirû kirine. Piştî herifandina Komarê, darvekirina Pêşewa û hejmarek berbiçav ji berpirsan û destbiserkirina hejmarek din ji aliyê polîsên MihemedReza Şah û aware û mişextîbûna çalakên din, rojên herî dijwar ên Hizba Demokrat destpê dikin; bi taybetî ya ku mabû jî, li jêr givaş û hejmûniya Hizba Tûde de hatibû bertengkirin. Wê rewşa dijwar bo heyamê deh salan (heya sala 1334’an) berdewam kir, li wê salê de bi pêşengiya Dr. Qasimlû û 7-8 kesên din ji kadroyên hizbê, konferansa yekem pêk hat û hizbê serbixweyî a xwe ji Hizba Tûde ragihand û tekoşîna xwe bi nepenî domand.

Piştî wê jî heya roja îro, cudabûn û parçekirinan li jêr tesîr û karîgeriya neyarên hizbê de bi armanca jarkirin û jinavbirina hizbê, terora rêberên me bi fermana rayedarên herî payebilind ên Komara Îslamî ya Îranê û herweha terora bi sedan kadr û pêşmergeyên me li xaka Başûra Kurdistanê û gelek tengasî, dijwarî û bûyerên din ku li midehê 70 salên xebatê de bi ser Hizba Demokrat de hatine sepandin, her yek ji vana derbeyek giran ji cism û peykera Hizba Demokrat xistin; lê serbarê hemû ew derbeyan jî, hizb nekete qedeman û xoşewîstî û hitbara wê jî li nav civatên xelkê Kurdistanê de zêdetir bû û li nav kom û civatên navnetewî de jî xwedî hitbar û piristîja taybet bi xwe ye.

Yek ji girîngtirîn sedemên vemana hizbê jî vedigere bo siyaseta nermrewane, û tekstiya li ser xebat ji bo gihîştin bi mafên netewî û berdewamiya li anîne rojeva xwastên serdemiyane ên weke demokrasî û mafên mirov bi bêy bandorwergirtina ji etmosfera direwîn a siyasî.

Lê hemû ev rastiyên ku şanaziyên Hizba Demokart pêk tînin, aliyek ji vê pirsa girîng ji xwe digrin; Aliyê din jî eva ye, tenê eva ku em li cejna 70 saliya partiya xwe de beşdar in û her yek ji me û yên ku li jiyanê de jî nemane, bi qasê şiyan û karînan li afirandina van şanaziyan de xwedî rol û par in, têr nake.

Ji ber ku li midehê heft dehsalên temenê hizbê de, guhertinek kûr û berfireh bi ser cîhan û deverê de hatiye û bi dehan netewe li jêr qeyd û bendên dagîrkarî û dîktatoriyê de rizgar bûne û bûne xwedî statûyek siyasî ya serbixwe, hejmarek ji hikûmetên dîktator û serberedayî ku bi çavê xulamok û koleyan ji xelkê xwe dinêrîn û reftarên kirêt û hovane dikirin, li jêr hejmûniya mafxwaziya wê xelkê de jinavçûn.

Xerîteya siyasî ya Rojhilata Navîn ku cihê akincîbûna me kurdan e jî, bilez ber bi guhertinek siyasî û cuxrafiyaî ve diherike. Li rewşek wusa de, tenê eva têr nake ku em şanaziyê bi temenê hizbê û xebata xwe bikin, ji ber vê ku heta niha me nekariye xwe li jêr nîrê zordariya rejîma Tehranê de rizgar bikin û li van hemû guhertinan de rolek bibandor û karîger bilîzin, ku eva jî cihê rexne û lomeyan e û em tevde jê berpirsiyar in, her çawa ku li şanaziyên vê midehê de em xwe bi şirîk û beşdar dizanin.

Bêguman beşek ji sedemên van nakamiyan, vedigere ser rola nerênî ya hikûmetên dagîrkar û superhêzên xwedî biryar ku hertim alîkar û piştevanê hikûmetên dîktator bûne ji b o tepeserkirina xebata gelê kurd, lê beşek berbiçav jî vedigere ser şaşîtî û derswernegirtina ji şaşîtiyan û li encam de jî dubarekirina wan jî.

Parçebûn, veqetiyan, piştgirêdan bi dujminan, reftar û livînên dîktatorane li jêr navê demokrasiyê, peyrewkirina siyasetê bi metoda kilasîk û xwevedizîn ji nûbûnê, berçavgirtina berjewendiyê hizbî, gurûpî û takekesî li serweyî berjewendiyên neteweyî û gelek tiştên din, di çarçoveya van rexne û kêmasiyan de cî digrin ku kêm û zêde para me hemûyan têde heye.

Em weke Hizba Demokrat ya Kurdistana Îranê li ser pîvana pêgeh û bandora xwe li ser pirsa kurd li Rojhilata Kurdistanê li heyamê 7 dehsalên derbasbûyî de bi çavek rexneyî ve mêzeyî vê dîroka xwe dikin, lê civaka kurdî li vê parçeya Kurdistanê de tenê ji Hizba Demokrat pêk nahê, belkî hemû tex û qatên vê civakê li pêkhatina vê rewşa nejêhatî û vê nakamiya dîrokî de berpirsiyar in û tu pasaw û hincetek vê berpirsatiyê li ser milê van hilnade. Riya rizgariyê jî eva ye ku hemû tevde awirekê ji şaşîtiyên xwe vedin û bi berçavgirtina rastiyên derdorê, xebata xwe bi metodekî nû û serdemiyane bidomînin; xebatek tevalî û giştgîr bi ezmûnwergirtin ji xeletî û çewtiyan; û hewce ye bi awayekî yekgirtî cehd û xebatê ji bo gihîştina bi stratejîya netewî a xwe bidin.
Ruxsetê dixwazim li dawiyê de, pîrozbahiyên xwe bi vê boneyê ve pêşkeşî hemû malbatên şehîdan, pêşmerge û endam û alîgirên hizbê bikim ku bi pêşkeşkirina jiyana xwe, û herweha zîndan, îşkence û sivikatiyan, awareyî, dûrwelatî û ….hwd, berxwe dane û ji xebat û tekoşînê nesekinîne heya ku jiyan û li serpêmana hizba xwe gihandine temenê heftê saliyê.

Silav ji canê paqije şehîdên serbilinde vê rêbazê ku bi gorîkirina jiyana xwe li pêxem vemana hizba xwe de, para herî zêde ya şanaziyan ji xwe re misoger kirin.
Serkeftî be xebata gelê kurd li pêxema azadî, demokrasî û mafên netewî de

16’ Tebaxa 2015’ an
25’Gelawêja 1394’ an