Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Diya pêşmergeyek Hizba Demokrat koça dawiyê kir

15:33 - 19 Tebax 2015

Kurdistan Media: Daye “Ayşe Îbrahîmî” diya “Seyîd Ezîz Nîkcûyan” pêşmergeyê Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Mehabadê koça dawiyê kir.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja Sêşemî, 18’ê Tebaxa 2015’an, daye Ayîşe Îbrahîmî, xelkê “Selîm Saxol” a ser bi bajarê Mehabadê li temenê 80 saliyê de bi sedema sekinîn (sekte)a dil xatir ji jiyanê xwast.

9879.jpg
Ayîşe Îbrahîmî

Ayîşe Îbrahîmî, diya Seyîd Ezîz Nîkcûyan, endamê rêberiya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê û kesatiyeka xweştivî ya xelkê deverê bû.

Termê daye Ayîşe li nav girseya xelkê deverê û xizm, kes û kar û dostan de bi axê hat sipartin.

Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê tevî nîşandana xem û kovanên xwe, hevxemî û hevderdiya xwe li gel malbat û kes û karên daye Ayîşe û bi taybetî Seyîd Ezîz Nîkcûyan, endamê rêberiya Hizba Demokrat dike û xwe li xem û nerihetiyên wan de bi şirîk û beşdar dizane.