Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Daxuyaniya Komîteya Nawendî ya PDKÎ bi boneya 70’emîn salvegera avakirina Hizba Demokrat ve

17:02 - 19 Tebax 2015

Kurdistan Media: Komîteya Nawendî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi boneya 70 mîn salvegera avakirina Hizba Demokrat de daxuyaniyek weşand ku deqa wê bi awayê jêrîn e.

70 sal xebata li dijî dîktatoriyê di pêxema demokrasî û dabînbûna mafê neteweyî de
Hevwelatiyên rêzdar!
Xortên neteweya Kurd!
Azadîxwazên cîhanê!
25’ê Gelawêja îsal, 70 sal bi ser avakirina PDKÎ re derbaz dibe. Bi vê hilkevtê em pîrozbahiyê li civatên xelkê Kurdistanê, kadr û pêşmerge û endamên PDKÎ û dost û dilsojên PDKÎ dikin, û serê rêz û hurmetê di hemberî avakerên PDKÎ û bi taybetî pêşewayê nemir Qazî Mihemed û hevhizrên wî de ditewînin, û emegdariya xwe ji bo kar û tekoşîna hemû wan kesan eşkere dikin ku di qonaxeke wê heyamê de, bi awayekî di xizmeta bidestveanîna armancên wê hizbê de bûn. Em silavan dişînin bo riha pak ya hemû şehîdên Kurdistanê û bo ewên ku di pêxema xizmeta bi armancên hizbê de, riya bendîxaneyê girtin pêşiya xwe.

Neteweya Kurd wekî her neteweyeke din yê cîhanê di herêma pirr ji kêşer ya Rojhilata Navîn li ser erdê bav û kalên xwe jiyanê dikin, bê vê ku xwediyê wan mafê neteweyî û azadiyan bin ku her neteweyek wek mafê xwezayî yê xwe bi kar tîne, û xwediyê deshilata siyasî û neteweyî ya xwe ne. Ew rewşa û bê mafiya Kurd vedigere bo çend sedeman ku ya herî girîng ji hev veqetiyana xortên vê neteweyê ye, û parvekirina Kurdistanê bi ser çend welatên herêmê ku bi dûr ji îrade û xwesteka vê neteweyê ye, û di çarçoveya berjewendiya welatên mezinhêz û hejmonîxwaziya welatên herêmê de gihaye encamê. Xeynî vê yekê, ew welatên ku Kurd û Kurdistan bi ser de hatiye parvekirin, bi dirêjahiya dîrokê qet xwediyê deshilateke demokratîk nebûne, ku aliyê kêm di çarçoveya welatê xwe de, mafê Kurd li ber çav bigrin, û desteber bikin.

Di rewşa wisa ya dasepayî bi ser gelê Kurd de, xortên netweya Kurd di her pareke Kurdistanê de, bi bê zêdexwazî û bi armanca vêdebirina zulmê li ser xwe, û di pêxema mafê neteweyî û dabînbûna demokrasiyê de xebat kirine, qurbanî dane, lê qet dev ji maf û azadiyên xwe bernedane. Di vê pêvajoyê de xebata Kurd di Kurdistanê de, bi awayekî vegeşayî xwe nîşan daye, û di her qonaxeke xebata xwe de, li gor rewşa serdem û pêkhateya civakê xebata wê şêwazên cur bi cur bi xwe ve dîtine, û rengê serdemê xwe, pêve diyar bûye. Vê yekê jî wisa kiriye ku tevgera Kurd di Kurdistana Îranê de, destpêkê ji riya kesên xwedînifûz û deshilatdarên Kurdistanê ve, wekî şêx û mele û serokeşîran ve serî hildidin ku her hemû jî cihê rêz û hurmetê ne, ku rola xwe lîstine ku mixabin dawî car hatine tepeserkirin ku dawî car bi lêdana serê tevgerê, ew tevger vemiriyaye.

Ew cerbeyên tal ji aliyekî ve, û pêdagiriya Kurdên Kurdistana Îranê li ser xebat bo maf û azadiyên xwe bûye sedema vê ku bijardeyên Kurd di vê para Kurdisanê de, û bi taybetî li Mehabadê bîr ji bi rêkxistinkirina tevgera Kurd bikin. Ew bîroke roja 25’ê Gelawêja 1321 (1942) ’an bi avakirina Komeleya J-K kincek nû li xwe kir. Erka sereka ya vê komeleyê bilavkirina bîra neteweyî û vegeşandina rêberatiya bi kom bû, ku di heyama sê sal temenê xwe de, bi başî gihaye encamê, lê guhertinên cîhanî û hatina ber basê ya hinek têgehên wekî demokrasî û giştgîrbûna wan, heya radeyekê di gel Komeleya J-K, neteba bûn, lewra digel vê ku tevgera Kurd pêngavek ber bi pêş ve hilgirtibû, hewce bû ku pêngavên din jî di pêvajoya ber bi pêşveçûnê de bavêje. Lewra Pêşewayê nemir Qazî Mihemed wek endamê Komeleya J-K bîr ji avakirina PDKÎ li ser bingeha rêkxirawa J-K, lê bi programeke pêşkevtîtir kir, û roja 25.05.1324 (Tebaxa sala 1945)’an Partiya Demokrat ya Kurdistanêava kir, û bi vî rengî hizbek bi nawereokek demokratîk di civakekê de serî hildide, ku civakek feodalî, eşîrî, girêdayî bi hinek deb û resmên paşvemayî bû, û di heman demê de, %90 a akinciyên wê nexwendewar bûn. Her ew yek jî nîşan dide ku erka vê hizbê û avakerê vê Pêşewa û rêberên din, bo cihgirkirina naweroka programa demokratîk çiqas dijwar e, û rewşa karkirinê çiqas bi asteng bûye. Lê hewl û tekoşîna demokrat ji aliyekî ve û ew rewşa ku piştî şerê duyemîn ê cîhanî û ew valahiya deshilatê di beşek ji xaka Kurdistana Îranê hebû, ew derfet pêk anî, ku di heyama çend mehan piştî avakirina Partiya Demokrat ya Kurdistanê, ew partiya bikare netebahiyan kêm bike, û tex û qatên cur bi cur li hev nêzîk û li dewra xwe nêzîk bike, û li 2’ê Rêbendana sala 1324 (1945)’an de, yekem deshilata Kurdî di forma xwe ya modern de, û li jêr navê Komara Kurdistanê de ava bike.

Avakirina Komara Kurdistana qonaxeke zêrîn ya dîroka hevdem ya Kurd e, ku di vê qonaxê de azadiyê û deshilata xwebirêvebiriyê tam bike, û di heman demê de, komek deb û resmên paşvemayî ji civakê dûr bixe, û mijarên pêşkevtî û nêzîk bi civaka pêşkevtî di cihê wê de danê. Zimanê Kurd wekî zimanê fermî yê îdarî û xwendinê ragehîne, û rojname û kovarên Kurd çap û bilav bike, û jin û ciwan bibin xwediyê rêkxirawên xwe, û rewş ji bo kar û çalakiyên wan pê were, û ewlehiya canî û karkirinê hebe, û azadiya ramanê desteber bibe, û siyaseta aştî û pêkvejiyan û lihevkirinê li gel neteweyên din bihê berçav girtin, û bi giştî di Îraneke paşayetî û dîktatorî de, bibe giravake azad û ewle, ku di herêmê de kêm mînak be.

Di vê Komarê de pîroziyên îro yên Kurd wekî pêşmerge û ala ji dayîk bûn, û dema ku bi dîmen em wan dibînin, Komara Kurdistan û yadgarên wê di mêjiyê mirov de zindî dibin. Giravake wisa aram û deshilateke wisa demokratîk ne di welateke paşayetî û dîktatorî de dihate tabkirin, û ne jî di gel siyaseta berjewendîxwazane ya xwedînifûzên wê demê yek digirt. Lewra bi pilana hemûyan piştî 11 mehan temenê pirr ji deskevt û pirr ji serwerî hate herifandin.
Bi herifîna Komara Kurdistanê Pêşewa û Seyf û Saedrê Qazî û komek tekoşerên din ên demokrat ji aliyê rejîma Mihemedreza Şah ve hatin bidarvekirin, û hejmareke nêzîk bi hemû rêberên hizbê jî hatin zindanîkirin, û hejmareke berçav ya endaman jî awareyî Kurdistana Îraqê bûn, ku ew yek derba herî mezin bû ku li rêberî û bedeneya PDKÎ ket, û pişt rastkirina laşê xwe di bin vê derba dijwar de, çend salan dom kir. Herçend ku endamên PDKÎ ku di Başûra Kurdistanê de bûn, hewla rêkxistin û vejandin û tekoşîna ser ji nû ya PDKÎ dan, û heya qasekî gihane encamê, lê bi sedema nebûna rêberê kêrhatî û kesayetiyê bi bandor û hebûba kêşeyên navxweyî, ne tenê armanca xwe ya sereke nepêka, belkû bi awayekî serbixweyiya siyasî ya Partiya Demokrat ya Kurdistanêjî bire jêr pirsyarê. Heya kongireya duyemîn jî ku di sala 1343’an de hate lidarxistin, nekarî ku vê rewşê çareser bike. Herçend ku xebata çekdar ya salên 46-47’ê (1967-1968) riheke nû dabû ber endamên xwe, lê doma vê pêvajoyê eşkere kir ku Partiya Demokrat ya Kurdistanêhewcehiya wê bi hebûna rêbereke kêrhatî, yekîtiyeke qahîm û bername û pêrewekê heye, ku hem Partiya Demokrat ya Kurdistanêvegeşîne, û hem jî bike xwediyê pirogrameke siyasî ya serdemiyane, û hem jî bike xwediyê pêreweke navxweyî ya demokratîk û bi serûber.

Bi vegeriyana Dr. Qasimlo bo Başûra Kurdistanê, rewş ji bo cîbicîkirina van hewcehiyan heya readeyekê desteber bû, û di konferansa 3 ya PDKÎ de, bingeh ji bo hilgirtina pêngaveke wisa dest pê kir, û piştre di kongireya 3 de ku di sala 1352’an de hate lidarxistin, programeke siyas û pêşkevtî, û pêrewa navxwe ya PDKÎ, û rêberiyeke bi dûr ji tekrewî û bi awayê bi kom, û yekgirtina emdaman cihgir kir, û serxwebûna siyasî ya hizbê desteber bû, û çalakiya hizbê tên û gurriyeke nû di formeke pêşkevtîtir de bi xwe ve girt.

Serkevtina şoreşa gelên Îranê li dijî rejîma paşayetî di sala 1357 (1979)’an de ku xortên neteweya Kurd û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê roleke çalak tê de lîstin, ew derfet pêk anî, ku PDKÎ tekoşîna xwe ya eşkere dest pê bike, û nifûza xwe û alîgiriya xelkê ji xwe nîşan bide. Di vê qonaxê de teşkîlata Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hate berbilavkirin. Rewşa taze ya hizbê û guhertnên di sîstema siyasî ya Îranê de, ew hêvî di dilê xelkê de bihêz kir ku di encamê de hinek ji daxwaziyên Kurd bi cih bîne, lê hewla Xomêynî û avakirina sîstema Wilayeta Feqîh, û dîktatoriyeke reştir ji dîktatoriya Şah, digel riha bernameya siyasî û demokratîk ya PDKÎ û baweriyên Dr. Qasimlo ji hev cuda bûn, û ji dîtingeha Xomêynî û rejîma Xomênî ve, şexsê Dr. Qasimlo û partiya wî, astengeke mezin bûn li ser riya armancên Xomênî, bi taybetî ku Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê di yekem hilbijartina meclîsa piştî serkevtina şoreşê, %80 ji dengên Kurdistanê bi dets xist. Ew boçûnba Xomêynî û netebahiya wî digel demokrasiyê, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê anî ser vê baweriyê ku pêş hilbijartina meclisê, di referandoma diyarîkirina sîstema deshilatê di Îranê de beşdariyê neke, û wê baykot bike, ji ber ku dizanî ku referandom demokratîk nine, û rejîmek ku ji riya vê referandomê ve tê ser kar, rejîmeke îdeolojîk ya Şîe dibe ku ne bawerî bi demokrasiyê heye, û ne jî bawerî bi mafê neteweyan dibe. Her di vê pêxemê de bû ku Xomêynî bo pêşgirtin ji vegeşîna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê hilbijartinên Kurdistanê ji bo meclisê hilweşand, û Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê jî hilweşayî ragehand û bi vê yekê jî têr nebû, û şerekî bi xwîn bi ser Kurd de sepand ku di heyama çend salan de zêdetir ji 5000 pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistanê û bi hezaran Kurd tê de şehîd bûn. Kurdistan hate gemarodan di warê leşkerî û aborî de, û hizb neçar bû ku bergiriya çekdarane ji xwe û xelkê Kurdistanê bike. Wî şerî her çend wêraniyeke zaf ji bo hizbê û ji bo gelê Kurd li pey xwe hebû, lê bergiriya qehremanane ya pêşmerge û xelkê cihekî taybetî da hizbê. Di vê serûbendê de ku şerê Îran û Îraqê rû da, serbarê boçûna rejîmê li ser hizbê, rêberatiya hizbê ragehand ku hekî rejîm mafê Kurdan qebûl bike, hizb amade ye ku li dijî rejîma Îraqê şer bike.
Cihê îşarepêkirinê ye ku piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê, kongireya çar ya hizbê li sala 1358 de bi awayekî berfireh bi rê ve çû, û rêberatiyeke nû hilbijart. Lê jiber ku hejmarek ji vê rêberatiyê li bin bandora hizba Tûde de bûn, alîgiriya hizba Tûde dikirin û li gel domandina xebatê li dijî rejîmê nebûn. Her bi tûjkirina vê hizbê û piştgiriya rejîmê 7 kes ji endamên rêberiyê ji hizbê veqetiyan û navê “Hizba Demokrat-Pêrewên Kongireya Çar”, li ser xwe danîn, û dest bi dijayetiyê di gel hizbê kirin ku ji aliyê xelkê ve wek taqma 7 kesî hatin binavkirin, lê gellek zû ji wan re derket ku riyeke şaş girtine pêşiya xwe, û bi vê navê jî çi ji dest wan nahê, lewra xwe hilweşayî ragehandin û tevlî Hizba Tûde bûn, û li wir jî ku ji wan re derket ku wekî emrazek li dijî Partiya Demokrat a Kurdistanê ew hatine bikaranîn, refên Partiya Tûde jî bi cih hêlan.

Şerê ragehandî yê rejîmê li dijî xelkê Kurdistanê, ku di rastaya şerê milhorî û kevneperestiyê li dijî azadî û demokrasiyê bû, bi şer li dijî kafiran hate binavkirin, û bi fermana Xomêynî wekî cîhadê hate ragehandin, û bo vê armancê jî, ji hesta ayînî li dijî Kurdê Sunî mifah hate standin, şerek ku niha jî di forma cur bi cur de li dijî Kurd û Partiya Demokrat a Kurdistanê dirêjî heye.

Berî kongireya çar û ji kongireya çar vêdetir, herçend ku xebata çiya û bergiriya çekdarî bi ser Kurd de hatibû sepandin, lê bi vî halî jî bi taybetmendiyên demokratîk Partiya Demokrat a Kurdistanê kongireyên xwe li gora pêrewa navxwe di rewşên gellek dijwar de jî bi rê ve birine, û her yek ji wan li gora demê, biryar û pesendkiriyên taybet bi xwe lê ketin.

PDKÎ di kongireya pêncem de ku di sala 1360’î de hate girtin, bi berçavgirtina dijberiya rejîmê li gel demokrasî, mafê neteweyî û daxwaziyên xelkê Kurdistanê û herwisa dirêjiya êrîşa bo ser Kurdistanê, diruşma hiloşîna Komara Îslamiya Îranê pesend kir, diruşmek ku heya niha jî tu guhertinek bi ser de nehatiye.

Li kongireya 6 ku di sala 1362’an de hate lidarxistin, tevî pêdagiriya li ser berxwedan û bergirî ji xelkê, pirsa sosyalîzma demokratîk wekî armanca pêşeroja Partiya Demokrat a Kurdistanê mijareke hestiyar bû, û di nav refên Partiya Demokrat a Kurdistanê de behseke zêde li ser çêbibû, hinek li ser vê baweriyê bûn ku zêdekirina demokrasiyê bi sosyalîzmê ji giringiya vê têgehê kêm dike, û Partiya Demokrat a Kurdistanê ji sosyalîzmê dûr dixe, lê Dr. Qasimlo li ser vê baweriyê bû ku partiyek ji bo demokrasiyê dixebite, nabe armanca wê curek ji dîktatoriyê be. Di heman demê de bîr û xeta Partiya Demokrat a Kurdistanê ji Partiya Tûde cuda dikir, ku ew pêşniyar hate pejirandin û ji wê demê ve armanca pêşroja Partiya Demokrat a Kurdistanê ji sosyalîzmê ve bû sosyalîzma demokratîk.

Kongireya 8 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê di sala 1366 de, di rewşekê de bi rê ve çû ku beşek ji endamên rêberî û kadr û pêşmergeyên PDKÎ, di gel pêşniyarên Dr. Qasimlo ji bo çalakkirina hizbê, û hest bi berpirsayetîkirina zêdetir ya endamên rêberiyê ketin dijberiyê. Herçend ku kongireyê de, pêpvajoya karê xwe bi başî û bi awayê demoratîk û bi serkevtin ve birî, lê piştre her vê hejmarê refên xwe ji Partiya Demokrat a Kurdistanê cuda kir, û navê Partiya Demokrat ya Kurdistana Îranê-Rêbertiya Şoreşger li ser xwe danîn, lê di encam de rastî ji wan re jî eşkere bûn, û hewlên ji bo yekgirtinê serkevtin. Piştî vê kongireyê mixabin, derbeke dijwar li Partiya Demokrat a Kurdistanê ket, û rejîma Komara Îslamiya Îranê, li jêr navê gotûbêja ji bo çareseriya pirsa Kurd, ji berku nedikarîn di çiya de Dr. Qasimlo ji nav bibin, li ser mîzê gotûbêjê ji nav birin ku armanca wan jinavbirina Partiya Demokrat a Kurdistanê bû, lê ji ber ku rêberatiya bikom di Partiya Demokrat a Kurdistanê de hebû, rejîm negiha armanca xwe ya sereke, û hizb birîndar bû, lê neket, û Dr. Şerefkendî cihgirê jêhatî û zana yê Dr. Qasimlo, erka berpirsayetiya yekemîn ya hizbê girte stûyê xwe, û rê neda ku bê Qasimloyî bi hizbê ve xuya be.

Kongireya 9 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê di sala 1370’î de hate girtin, û di bin çavdêrî û berpirsayetiya yekem ya Dr. Şerefkendî bi awayekî asayî bi rê ve çû, lê berî vê ku Partiya Demokrat a Kurdistanê bigihîje kongireya 10, mixabin rejîmê bi terorkirina Dr. Şerefkendî birîneke din xiste ser laşê PDKÎ, lê dîsan jî hizb neket û xebata xwe domand.

Kongireya 13 ya hizbê ku di 13.04.1383 (2004)’an de hate lidarxistin, yek ji wan kongireyan bû ku di hinek waran de, guhertin di nawerok û diruşma PDKÎ de pêk anî. Diruşma “Demokrasî bo Îranê û otonomî bo Kurdistanê” cihê xwe da bi “Bidestveanîna mafê neteweyî yê gelê Kurd di çarçoveya Îraneke demokratîk û federal” de. Alaya Kurdistanê ku piştî komarê ve biryar li ser nehatibû dan, biryar li ser hate dan. Mixabin digel pirr nawerokbûna biryar û pesendkiriyan ku bi dengê bikom ya beşdaran hatibûn pejirandin, piştî bidawîhatina kongireyê û heya demeke ne dirêj, dîsan hejmarek ji kadr û endamên hizbê cuda bûn, û niha jî piştî çend salan veqetiyanê, liv û tevgerek bo yekbûnê, û rewşa dostane bi ser pêwendiyên wan bi hizbê re pêk hatiye, û hêviya yekgirtinê bi dûr nahê zanîn.
Ew taybetmendiyên ku di piraniya kongireyên hizbê de, çi yên ku îşare pê hate kirin, û yên îşare pê nehate kirin, yên ku hatin pejirandin, û di rastî de PDKÎ pê tê nasîn, pêk tê ji:
-Domandina xebata di formên curbicur de li dijî Komara Îslamî û di pêxema dabînbûna demokrasiyê bo Îranê, û bidestveanîna mafê Kurdan di vî welatî de
-parastina serbixweyiya siyasî û biryardanê bi her nirxekê, û her encamek hebe.

-Dostatî û alîkarkirin digel hêzên Kurdî di Kurdistana Îranê de, herçend ku mixabin Partiya Demokrat a Kurdistanê du caran berbirûyê şerê navxweyî bû, lê piştî vê ceribandinê, bi kiryar tekoşînê dike ku karesateke wisa rû nede, û çekên Kurd berbirûyê singê tu Kurdekî nebe. Herwisa ew pêvajoya ber bi pêş ve diçe, ku di navbera PDKÎ û Komeleya şoreşger ya Zehmetkêşana Kurdistana Îran pêk hatiye.

-Dostatî û alîkariya digel hêzên Kurd di perçeyên din ên Kurdistanê bi bê destêwerdana di nav karûbarên perçeyên din de.
-Hewldan bo pêkanîna eniyekê ji hêzên pêşkevtî ên Îranê
-Hekî her hêzeke Kurd pêwendî di gel welateke herêmê hebe, ku bi ser perçeyeke din ya Kurdistanê de zal e, ew esil berçavan bêne girtin ku: Ew pêwendî bi zirara Kurd di perçeyeke din ya Kurdistanê de nebe, û pêwendî ew qas kûr û bi hev ve girêdayî nebin, ku dûrketin ji wan dijwar be.
-Alîkarî û hevahengî di xebatê de, digel gelên belengaz ên Îranê, ku bi xweşî ve Kongireya Neteweyên Îrana Federal lê ket.
-Bawerî bi dadperweriya civakî û wekheviyê di navbera jin û mêran di nav civak û malbatê de.

-Hewldan bo navneteweyîkirina zêdetir ya pirsa Kurd bi giştî.
-Baweriya bi diyalog û ji hev têgihîştinê bo çareseriya her pirs û arîşeyekê, û xweparastina ji destbirina bo çek û şer.

Bi xweşî ve hemû ew taybetmendî ji aliyê PDKÎ hatine berçav girtin, û kar ji bo wan hatiye kirin, û li ser yek bûne kincek ku kirine ber PDKÎ de, û ew hizb û naweroka wê pê têne nasîn.
PDKÎ di 70 saliya temenê pirr ji şanazî û pirr ji serweriya xwe de, komek diyardeyên nû di PDKÎ de kirin carr, ku hemû aliyek bi rêz û hurmet ve lê dinêrin, xwe hekî şaşiyeke jî hebûye, berî hemiya bi xwe hest pê kiriye, û ji bo cubrankirina wan pêngav hilgirtine, û niha jî her bi wan taybetmendiyan ve bo armancên xwe, û di pêxema dabînbûna armancên xwe de bi awayekî serdemiyane û bi mifahwergirtina ji şêweyên rewa yên xebatê dikeve nav temenê 70 saliya xwe de, û niha ew hizba xwediyê pêgeheke berçav e di nav civaka Kurdî de, û di çend rêkxirawên navneteweyî de endam e, û wekî hizbeke demokrat û alîgirê ewlehiyê tê nasîn, û di nav hizb û rêkxirawên Îranê de, cihekî hêja heye, û pêwendiya wê digel hemû hêzên perçeyên din dostane ye, her hêzek ku dijberiya wê neke û ji bo demokrasiyê xebatê bike, wekî dostê xwe dihesibîne, û li ser piyê xwe rawestaye, û pişta xwe bi piştevaniya xelkê Kurdistanê qahîm kiriye, û li ser domandina xebatê pêdagir e. Di hemberî vê rewşa baş ya ku bi giştî bo Kurdan pêk hatiye, em dibînin ku rejîma Îranê bi kiryarên destêwerdanê, bi tûjkirina terorîstan û bi piştevaniya ji wan, û bi pêkanîna tevdanîkariyan di herêmê de, wekî rejîmeke ne teba di gel riha serdem hatiye naskirin, ku aboriyeke şepirze, siyaseteke şerxwazane, û siyaseta çêkirina dijminan ji xwe re hebûye û heye, û hewlên wê bona destpêregihîştina bi çeka navikî, metirsî li ser hinek welatan heya di herêm û cîhanê de jî pêk aniye.

Herçend ku lihevkirinek ji bo pêşgirtina ji vê hewla rejîmê di navbera Rejîma Îranê û welatên 5+1 de hate îmzekirin, lê ew lihevkirin jî ne di berjewendiya xelkê Îranê de ye, belkû dibe sedema bihêzbûna deste û girûpên girêdayî bi Îranê, û ew yek jî dibe sedemek bo zêdebûna tevdanîkariyan di herêmê de. Timbila reformxwaziyê deng jê hatiye birîn, û yên ku li ber her berjewendiyekê xwe li bin vê navê bê nawerok de weşartine, qiseyek ji bo kirinê nemane, wisa xuya nake ku beşeke berçav ji xelkê, bi guhertina ku di mohreyên rejîmê de pêk tê, bêne xapandin.

PDKÎ bi 70 sal cerbeya xebata xwe wekî hizbeke xwedî pirensîp û bi nasyariyek ku ji Komara Îslamiya Îranê heye, ji xebat bo herifandina rejîmê û astengiya li ser riya xebat û mafê neteweyî, bê dudilî û bi bawer ve pêdagir e, û di vê pêxemê de jî, û di doma xebata xwe de amade ye ku alîkariyê bi hemû wan hêzan re bike ku baweriya wan bi demokrasî û jinavbirina ferq û cudahiyan û dabînbûna mafê neteweyî ê gelên Îranê heye, û hewlên heya niha yên xwe ji bo vê meremê didomîne, û yekîtiya mala Kurd, wekî sedema sereke ya serkevtinê dizane.

Carek din em 25 Gelawêja îsal 70’emîn salvegera avakirina PDKÎ, ji hemû aliyekî pîroz dikin.

PDKÎ
Komîteya Nawendî
20.05.1394
11.08.2015