Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Çalakiyên teblîxî ên endamên Hizba Demokrat bi boneya 16’ê Tebaxê di Kurdistanê de didom in

15:20 - 20 Tebax 2015

Kurdistan Media: Di bajarên Rebet û Mehabadê de, çalakiyên teblîxî yên endamên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê bi munasbeta 16’ê Tebaxê, yada 70’emîn salvegera avabûna Hizba Demokrat didom in.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, di bajarên Mehabad û Rebetê de rêz ji 70’ê saliya temenê pir ji şanazî ya Hizba Demokrat hate girtn, û bi nivîsandina dirûsmên û belavkirina traktan peyman bi vê rêbazê re hate nûkirin.

Rebet
Demokratperwerên rêbaza Qazî, Qasimlû û Şerefkendî li wî bajarî de bi belavkirina CD, tirakt û nivîsîna durûşm çalakiyên teblîxî birêve birin.

Mehabad:
Xebatkarên Demokrat û rêvîngên rêbaza Pêşewa Qazî Mihemed li gundên “Xur Xure“ ya ser bi devera Şarwêran a Mehabadê, çalakiyên teblîxî bi munasbeta 70’emîn salvegera avabûna Hizba Demokrat a kurdistana Îranê, bi belavkirina tirakt û posterên taybet bi 16’ê Tebaxê û nivîsîna dirûşmên pêwendîdar, ev yade pîroz û bilind ragirtin.

Tê gotin di bajarê Mehabadê de, ew çalakî di rewşeke dijwar ya ewlehiyê de birêve çûne û hêzên ser bi Sipaha Pastaran liv û tevgerên xelkê deverê xistine jêr çavdêriyê.