Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Malpera “Kurdistan Media” li Tirkiyê de hat fîleterkirin

15:32 - 22 Tebax 2015

Kurdistan Media: “Kurdistan Media” malpera fermî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hat filterkirin.

Malpera fermî ya PDKÎ bi sedema helwestên netewî û bi taybetî piştî êrşa balafirên şer ên Tirkiyê bo ser beşek ji xaka Herêma Kurdistanê, ji aliyê dewleta Tirkiyê ve hatiye fîlterkirin.

Malpera “Kurdistan Media”bi hukmê fermî yê dadgeha “Sulh û cezaya Gulbaşî” a dewleta Tirkiyê ji 25’ê Tîrmeha 2015’an ve hatiye fîlterkirin û û hevwelatiyên wî welatî nikarin zaniyariyên vê malperê bidest bixin.

Piştî êrîşa balafirên şer ên dewleta Tirkiyê bo ser binke û bargehên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK)ê li deverên sînorî ên Herêma Kurdistanê de, dewleta Tirkiyê hevdem êrîşek berfireh kire ser çendîn malperên înternêtî ên kurdî ku helwestek neteweyî li vê derheqê de girtine ber xwe û zaniyariyê durust û netewî digihandine berdengên xwe, ku yek ji wan jî, “Kurdistan Media” malpera fermî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ye ku hatiye fîlterkirin.