Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Karatekarekî kurd li pêşbaziya cîhanî de serkevtin bidest xist

15:27 - 23 Tebax 2015

Kurdistan Media: Karatekarekî kurd yê xelkê “Dilhloran”ê ser bi parêzgeha Îlamê karî li pêşbaziyên navdewletî de medalyaya Zîw ji xwe re misoger bike.

Li gor malpera Kurdistan Media, Emîr Husên Kiyadî, werzişvanê kurd ê xelkê Dilholranê li asta temenê zarokan di kêşa 57 kîloyî de medaliyaya Zîw bidest xist.

Pêşbaziya han li sê birgeyên temenî ên cuda li Urmiyê de birêve çû.

Li wê pêşbaziyê de werzişvanên Komara Azerbaycan, Tirkiye, Îraq, Kuwêt, Efxansitan, Feranse û Îranê têde beşdarî kirin.