Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Birêveçûna rêûresma 25’ê Gelawêj (16’ê Tebax)ê li Amerîka

15:29 - 25 Tebax 2015

Kurdistan Media: Rêûresma 25’ê Gelawêj, yad û bîranîna 70’hemîn saliya avabûna Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li bajarê Waşîngton a Amerîkayê de birêve çû.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja Yekşemî, 23’ê Tebaxa 2015’an, rêûresma 70’hemîn salvegera avabûna Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bi beşdariya nûnerên Hizb û aliyên siyasî û endam û alîgirên Hizba Demokrat li Waşîngtonê de birêve çû.

Rêûresm bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û bîstek bêdengî ji rêzgirtin ji canê paqije şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pê kir.

Paşan peyama Komîteya Giştî ya Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê li Waşîngtonê ji aliyê “Areş Salihî” nûnerê Hizbê li Amerîka de hate xwendin.

Paşan şemalka 70 saliya avabûna Hizba Demokrat ji aliyê “ Nayîb Meşayixî” berpirsê berê yê komîteya Hizbê li Amerîka û “Amîne Heqîpûr” endama Yekîtiya jinan ve hat teyîsandin.

Li beşek din ji rêûresmê de rêz ji “Meryem Dastan” weke xûşk û keça şehîd hate girtin û hat xelatkirin.

Dûre peyama hevpar ya Yekîtiyên Jinan, Ciwanan û xwendekarên Demokrat ên Kurdistana Îranê ji aliyê “Mehbûbe Husênî” endama desteya birêveberî ya Komîteya Jinan li Amerîkayê de hate xwendin.

Li beşek din ji rêûresma 70’hemîn salvegra avabûna Hizba Demokrat de, 5 kes ji endamên Hizbê (Cemal Ebdulazade, Rêbwar Selîmî, Welî Qadirî, Sidîq Mehmûdî, Elî Qadirî) ku 19 salan berî niha komîteya Hizbê li Amerîkayê de ava kiribûn, ji aliyê “ Mihemed Dastan” nûnerê Hizbê û kadroyê kevnar yê hizbê ve hatin xelatkirin.
Rêûresm bi pêşkeşkirina çend stranan bi dawî bû.

Her bi boneya yada 70’hemîn salvegera avabûna Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê ve, çend hizb û aliyên siyasî peyamên pîrozbahiyê pêşkeşî rêûresmê kiribûn ku pêk hatibûn ji:

-Komeleya Şoreşgir a Zehmetkeşên Kurdistana Îranê
-Yekîtiya Nîştimanî a Kurdistanê
-Kongireya Netewên Îrana Federal
-Nawenda Neteweyî a Kurd li Amerîka