Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Girtiyekî siyasî ê kurd hat darvekirin

13:35 - 27 Tebax 2015

Kurdistan Media: Hukmê darvekirina “Bêhrûz Alxanî” girtiyê siyasî ê kurd li girtîgeha Urmiyê de hat cîbecîkirin.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, roja borî “Bêhrûz Alxanî” ji benda 12’an ve bo odeya takekesî ya girtîgeha “Derya” hatibû veguhastin û sibêdeya duh (çarşemiyê) hatiye daliqandin.

9905.jpg
Kombûna nerazîbûnê ya malbata Alxanî li pêşberî girtîgeha Urmiyê de

Hukmê darvekirina “Bêhrûz Alxanî” girtiyê siyasî ê kurd tevî 5 girtiyên din ku bi tawana bazerganîkirin bi madeyên bêhişker re li girtîgeha Urmiyê de hatibûn ragirtin, hat cîbecî kirin.
Tê gotin ku malbata Bêhrûz Alxanî jib o wergirtina termê kurê xwe li pêşberî girtîgeha Urmiyê de kom bûbe.

Endamekî malbata Alxanî li gotûbêja bi Nawenda Berevanîkirin ji mafê mirov a Kurdistanê darvekirina Bêhrûz Alxanî piştrast kir û ragihand ku berpirsiyarên girtîgehê bi me ragihandine ku jib o wergirtina termê ;Bêhrûz” seredana girtîgehê bikin.
Êwariya roja sêşemî, 25’ê Tebaxa 2015’an, malbat û kes û karên wî girtiyê siyasî li pêşberî girtîgeha Urmiyê de kombûbek nerazîbûnê encam dan û daxwaza sekinandina hukmê darvekirina kurê xwe bûn.

Her li vê derheqê de rêxistina lêborîna navneteweyî li daxuyaniyekê de, daxwaz ji berpirsên rejîma Îranê kiribû ku Bêhrûz îdam nekin.
Bêhrûz Alxanî kurê Faris, xelkê bajarê Selmasê, di 7’ê Rêbendana 1388 a rojî de li bajarê Selmasê de bi tometa hevkarîkirin bi yek ji partiyên opozîsyona rejîma Îslamî ya Îranê re hat destbiser kirin.
Navhatî li midehê destbiseriyê de li girtîgehên rejîma Îranê li bajarê Selmas, Xoy, Urmiye de ketibû ber îşkenceyê û dest û pêyek wî hatibû şikandin.