Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Xamineyî: hewce dike ku sansora ser medyayan rijdtir be

16:30 - 27 Tebax 2015

Kurdistan Media: Elî Xamineyî, rêberê rejîma Îranê li biryarekê de bi serkomar û berpirsiyarên rejîma Îranê re ragihandiye ku dibe sansora zêdetir bikewe ser ragihandinan.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, rêberê rejîma Îranê li civînbekê de ragihandiye ku: “Dibe pêşiya berhemên ferhengî weke teyatro û nivîsên ku bi bingehên welateya Feqîh re nateba ne, were girtin”.

Navhatî li beşek din ji axaftinên xwe de bi eşkere li gel azadiya ferhengî û bîr û baweriyê de dijberiya xwe nîşan daye û ragihandiye ku dibe çand li ser bingeh û durûşmên Xumênî û Înqilaba Îslamî birêve biçe.

Xamineyî herweha daye zanîn ku pirsa aborî nabe sedema aloziya fikr û pirsek neewqas girîng e, lê pirsgirêka ferhengî, xewê ji çawan diherimîne.

Wî li beşek din de berpirsên hikûmetî jib o aboriya “Miqawimetî”han dane û li doma gotinên xwe de basa wê kiriye ku her bernamyek ku bi siyaseta aboriya welat “Êqtisadê Muqawimetî” re hevterîb nebe, nabe ji aliyê berpirsan re kar jêre bê kirin.

Ev gotinên Xamineyî ku rû ji Hesen Rohanî bûn, li demekê de ye ku Hesen rohanî li dema piropagandayên hilbijartinê de bas ji vekirîtirkirina seqaya siyasî ya welat dikir û soza baştirkirina rewşa medya û ragihandinan û gelek warên din dabû.

Baskirina ji sansorê li Îranê de ji aliyê rêberê rejîma Îranê li demekê de ye ku li gor rapora Komîteya berevanîkar ji rojnamevanan di Niyoyorkê de, rejîma Îranê li dewrana serkomariya Hesen Rohanî de bi bi 7mîn welatê cîhanê li ware sansor de daye zanîn ku eva jî gefek micid e li ser çapemenî û ragihandinên wî welatî.