Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rewşa mamostayên xwendingehan di Kurdistana Rojhilat de

16:35 - 31 Tebax 2015

Faroq Fîrûz

Di Kurdistan Rojhilat de, di nava pêlên asteng û arîşeyên têkilîdar bi nebûna demokrasî û azadiya raderbirînê, pirsa netewî û hizra netewî, pirsa mamostayên xwendingehê jî pareke ji wan pêkhateyan ku, mamosta û xwendekara tevî jixwe namoderketin û bargiraniya jiyanê û çewisandinê berbirû dike.

Jiyana mamostayan her di despêka çûyîna wan bo zanîngeha “Terbiyet Mo’elimê” tevî zehmetiyan berbirû dibe û, dikarim bêjim ku piraniya wan, yan jiber giraniya rewşa aborî ev pîşe hildibijêrine û, yan jî wusa difikirin ku pîşeya mamostatiyê xwediyê garantiya aborî ye di pêşerojê de ye û, dikarin her di temenê 22 saliyê de bibin mûçexorê dewletê û, tenê hejmarek kêm ji wan ji rûyê hezkirina xwe vê pîşeyê hildibijêrin.

Jiber ku kakila vê pîşeyê di Îranê de, hînkirina zimanên bîhanî û zimanê deshilatê weke Erebî û Farsî ye û, eva jî dibe sedema paşekêşeya xwendekaran û tenanet encamên xirab ên weke paşvemana mêjî ya xwendekaran jî lê dikewe.

Li gorî lêkolînên zanayên derûnnasî û saybêretnîkê, ew xwendekarên ku bi zimanê dayikî ya xwe waneyên zanistî hîn nabin, tevî parveman ên rêjeyî ên mêjiyê xwe barbirû dibin, bi wî wateyî ku li hemberî wan xwendekarên ku bi zimanê dayikî ya xwe zanistê hîn dibin, çalakiya mêjiyê wan kêmtir e.

Niha ku zarok her di despêka çûyîna xwendingehê û, her di temenê 7 saliyê de tevî asimlîlasiyonê berbirû dibe û, hêj qonaxa despêkê bidawî ne aniyê ku, dam û dezgehên rejîmê bilez wê/wî dikin endamê rêxistina “Besîc”ê û hêdî hêdî hînî peyv û têgehên weke Kerbela, Şoheda, Îmam Zeman, Zohûr(Vegeriyana Îmam Mehdî) û tewahiya mijarên têkilîdar bi ol û armancên aydiyalîst ên mesebê Şî’e ve heye dikin û, eva jî bi wateya karesat û nasandina cîhana derve bi awayek ne eqlanî û belkî xeyalî ye û, mamostajî bi neçarî hevkarî û peyrewiya vê şêweya hînkariyê dikin.

Berpirsyarên Perwerde û fêrkariyê naweroka pîrtokên xwendinê bi awyekê dadirêjin ku, mijarên nerast û xapîner tevî mijarên rast û zanistî bi hevre di pîrtokên xwendinê de cî dikin û, yan jî em dikarin bêjin ku mijar û bûyeran bi awayek ne rast vedigêrînin.

Merema min ji ne rastê direv nine, merema min ev e ku ew xalên ku jê hez bikin zêdetir zeq û berçav nîşan didin û, herweha di hember de jî ew xalên ku ne liser dilê wan e naxin ber çav û yan jî kêmreng nîşan didin.
Di vê rewşê de mamosta weke sitûnek civakî, ji aliyekê ve di hizra mafên xwe ên netewî û mafê xwe ên demokratîk de ne û, hevdem her roj waneyên nava pîrtokên qonaxên curbicur ên xwendinê ji boy xwendekaran dibêjin û, di encam de tûşî jixwe namobûnê dibin û, rewşa derûnî û armancên wan ên derûnî tevî jiyana wan ya dereve û kakila pîşeya wan, tevî ferq û cudahiyan berbirû dibe.

Ev jixwe namobûna han jî mamostayan tevî kêşeyên derûnî berbirû dike û herweha em dibînin ku di Kurdistana Rojhilatê de, ew kesên ku bi berdewamî karê mamostatiyê dikin, neçar in ku bi berdewamî tevî berpirsyar û karbidestên rejîmê tekiliyan ava bikin û, peywendiya han ji weke têkiliyek pîşeyî û yan jî damezraweyî tê hesibandin û, mamosta hewla vê yekê didin, hoşyar bin ku ji aliyê Heraseta Perwerde û Hînkirinê ve tu arîşe ji wan re çê nebin.

Jiber ku hebûne û niha jî hene ew mamostayên ku bi sedema gotininên dilê xwe û yan jî gotina dirûşmên netewî û tenanet xwendina helbestên Kurdî, yan jlii ser kar hatine derxistin û yan jî bo bajarek din a xeyrî Kurdî hatine dûrxistin.

Weke gotina dawiyê ez dikarim bêjim ku mamosta weke pêkhateyek çewisandî a civaka Kurdistanê wûsa ne ku, neçar in hinek waneyan bêjin ku ne ligorî dilê wan e û yan jî, wan waneyan binivîsin ku mêjiyê wan ne razî ye û jê hez nake.