Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Tirajidîya Havîna 67’ê û lihevkirina Viyenê

16:38 - 31 Tebax 2015

Şemal Terxîbî

Komisyona mirinê, navek nasyar e di nava dîroka hevçerx ya Îranê de.

Dema ku em çav li dîroka 30 salî ya Îranê dikin, hejmarek bûyerên dilhejîn dikevin ber çav ku hemû jî, li gorî yasa û rêsayên navnetewî, diçin xaneya cînayeta li dijî mirovahiyê. Kuştara bi kom ya girtiyên siyasî di Havîna sala 1367’an (1988) bi destê Komisyona mirin ya Komara Îslamî, mînakek ji wan cînayetan e ku hetaheta weke xalek reş wê bi navçavên Komara Îslamî ve bimîne.

Girtiyên ku tawana wan tenê cudabîrî û nebûna bawerî bi hikûmeta îdolojîk ya Wîlayeta Feqîh bû.

Di dawiyên Pûşpera sala 67’ê de, Xûmeynî neçar ma ku biryarnameya 598 a encumena aşayîşê qebûl bike û eva ji bi vexwarina “Cama Jehrê” navdêr bû û bi wî awayî û piştî 8 salan, dawî bi serî malwêranker ya di navbera Îran û Îraqê de hat.
]
Ragehandina vê agirbestê serbarê vê ku bûye sedema bidawîhatina şerek bê encam û, di heman demê de bûye sedama vebûna deriyê hêwiyê bo gelên Îranê, da ku bikarin dûr ji şer û bombebaranê, jiyana xwe ya rojê cardin ji nû ve dest pê bikin û, daxwazên xwe yên mirovî derbixin holê, lê hevdemê bûye xala despêka lehiyek ji xwîn rijandinê di hundur welat de. Xûmeynî û darûdesteya xwe ku di vê milmilanêya ne pîroz de şikest anîbûn, di hewla tolî sitandin û rêjandina kerb û kina mend ya di nava dilê xw de bûn û, bo vê meremê jî dest avêtin cînayeta herî mezin di hundûr welat de û li jêr navê parastina Îslam û welat, dest avêt bidarvekirina bikom û kuştara girtiyên siyasî di parek berçav a girtîgehên Îranê de. Li gorî hinek amaran, rêjeya girtiyên bidarvekiriî digîje nêzîk bi 12 hezar kesan.

Bîranîna bûyera han di niha de ku lihevkirina navkî ya di navbera Îran û welatên Rojavayî de li Viyena serbajarê Nemsayê hat wajûkirin, girîngiyet taybet bi xwe heye.

Girîngiya vê mijarê jî, ji vê yekê tê ku karnameya emrê Komara Îslamî rastiya han selimandiye ku hizra guherînxwazî û avkirina civakek serbest û demokrat hêla sor a deshilata Tehranê ye û, bona vê yekê ku daxwazkarên vê bîrokeyê ji mafên xwe bêpar bike, mêtoda terora fikrî û fîzîkî dixe pêşiya xwe.

Lewra dûr nine ku piştî lihevhatina vê carê, mêtoga han careke din weke karesata Havîna sala 67’ê û, bi panahiyek berfirehtir bidomîne û careke din alîgirên jinavbirina rejîmê, tenanet di nawenda welatên pêşkevtî de jî, bikevin ber êrîşa tarîperestiyê.

Serbarê vê ku tu caran karbidestên Komara Îslamî bona cîbicîkirina vê siyaseta xwe tu sînor û hêlek nedanîne û, tenanet bi erkê ser milê xwe yê olî û nîştimanî jî dizanin, lê dîsa jî eşkere ye ku deshilatên totalîter ji hêza yekgirtî û yekgotariya xelkê di tirsin û hemû hewlên wan jî, di pêxema vê yekê de ne ku rê ji karên bi kom û rêkxiraweyî bigirin.

Bi vî awayî jinavbirina fîzîkî ya wan kesan ku hêz û şiyana rêkxistina civakên xelkê hene, dibe serhêla bername û pilanên wan ji boy pêşerojê.

Kêşeya herî girîng a di navxweya Îranê de, mafên siyasî û çandî û netewî ên gelên Îranê ye.

Bê gumanê gelên Îranê bi vê dîtingehê ku, deshilata nawendî ya Îranê di bin çavedêriya civaka navnetewî de ye û, ew jî wê liser xwastekên xwe ên netewî û olî tekezê bikin.

Lewra tê çavnihêrîkirin ku deshilata birîndar ya Tehranê, bixwaze bi tepeserkirina xelkê, birînên xwe yên niha û kevin derman bike.

Xalek din ku em dikarin weke yek ji derencamên lihevhatina Viyenê mêzey bikin, hewlên deshilatdarên Komara Îslamî ye lidor belavkirina Vîrûsa tesîmbûnê û, hevdem belavkirin û çandina tovê bêhêwîtiyê di nava opozisyona rejîmê de ye.

Bi giştî eva ku piştî lihevhatina Viyenê bo pêşeroja Îranê tê pêşbînîkirin, ji aliyekê zêdebûna berfireh a binpêkirina mafên mirovî û azadiyên takekesî û giştiye di civakê de û, ji aliyê dinve bilindbûna asta xwastekên netewî û êtnîkî ên netewên Îranê ye.