Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Menîce Melamîne

16:53 - 31 Tebax 2015

H: Arif vêlzî

“Ez tenê vê yekê dibêjim ku roja azadiyê wê hil bêt û wî çaxî, şanazî ya wan kesan e ku xizmetek bi gelê xwe kiribin”
Dîroka şoreş û berxwedana Kurdan bona bidestveanîna mafên xwe yên mirovî û netewî, dîrokek dûr û dirêj e û, Tijiye ji destanrêsî û hemasetên mezin ku, gerek hemû weke mînak û şîret û waneyên jiyanê nifş bi nifş di nava gelê Kurd de bê gotin û xwendin.

Serbarê girîngiya wê, lê dîroka han ku liser destê jin û mêrên welatparêz heya niha hatiye domandin û tomarkirin, lê dîrokek pir ji hesret û keser û kovan bûye û şev û rojên rêwîngên vê rêya tal û pir ji nerehetî kirine, bi awayekî ku edî hinek caran bi zehmet dikarin bîreweriyek xweş di hizr û ramanên xwe de peyda bikin.

Birêz Menîce Melamîne jî yek ji wan jin û rêwîngên rêya aziadiyê ye ku di tomarkirina vê dîroka pîroz de emrek terxan kiriye û gellek rojên nexweş û êş û elem bi dil û can qebûl kirine di pêxema serkewtina partiya û tevgera rizgarîxwaziya gelê xwe de.

Menîce Melamîne keça Mihemedemîn, sala 1952’an (1331) li gundê “Çiyane” ya ser bi bajarê Pîranşarê hatiye dinê.

Menîce Melamîne derheq nasyariya xwe tevî tevgera Kurdan û PDKÎ û herweha jiyana nava şoreşê de weha dibêje: “ Di rastî de nasyariya mn tevî PDKÎ vedigere bo vê yekê ku malbata min û babê min yek ji xebatkarên Hizba Demokrat bûye û tenanet dema ku Mirad şîrêj û pêşmergeyek din di mala me de ketin ber destrêja hêzên rejîm û şehîd ketin, babê min û mamê min ji aliyê Sawakê ve hatin girtin. Di sala 1973’an min jiyana hevpar tevî Xalid Mehmûdî ava kir.

Malbata Xalid jî malbatek xebatkar û hizbî bûn, lewra êdî her piştî şoreşa gelên Îranê em bi fermî tevlî PDKÎ bûn û berhema jiyana me jî ku piraniya wê di nava şoreşê de derbaz bûye, sê keç û sê kur in”.

Menîce Melamîne piştî derbazkirina 36 sal jiyana tijî ji zehmetî ya nava şoreşê de, çavnihêriya xwe ji PDKÎ’ê û hevjîna xwe weha tîne ziman: “Di rastî de Hizba Demokrat ji boy me hemû tiştek e û, me hemû jiyana xwe di pêxema serkewtina partiya xwe û bexteweriya gelê xwe terxan kiriye, lewra mafê me ye ku me çavnihêrî ji partiya xwe hebe.

Qedera peşmerge û hevjînên wan bihev re hatine girêdan, em derka rewşa niha ya hevjînên xwe dikin û hekî nebine alîkar û piştevan ji boy wan, aliyê kêm ve erkên zêdetir nexin ser milê wan û, herweha hewce ye ku em vê yekê bizanin ku şanaziyek pir mezin e ku dinava PDKÎ’ê de bî û ji vê yekê zêdetir ji hevjîna pêşmergeyekê bî”.

Menîce Melamîne derheq rojên xweş ên jiyana xwe weha daxove: “Ez dixwazim vê yekê bi eşkere bêjim ku, pir zehmet e ku di derbazbûyîya me de li bîreweriyek xweş bigerîyêy û bi hêsanî peyda bikî, lê bi vî halî jî, ew dem ji me re pir xweş û şirînin ku partiya me serkewtinan bidest dixe”.

Herweha di hember de jî Menîce Melamîne rojên nexweş ên jiyana xwe weha tîne ziman: “ Di bersiva vê pirsyarê de her bi lez gellek bîreweriyên ne xweş dibin mêhwanê hizr û ramanên me.

Bîreweriya tal a her xebatkarek Hizba Demokrat, şekîdkirina her du rêberên navdar Dr.Qasimlo û Dr.Şerefkendî ye û, jibîrkirina wan bîreweriyan ne mumkine, lê bûyera teqîna pirûka bombekirî ya di destên birêz Melahesen Şêweselî de jî, yek ji bîreweriyên nezweş ên jiyana min e”.

Birêz Menîce Melamîne bi vê gotinê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Keç û jinên Kurdistanê di qonaxên cur bi cur dem, rolek berçav di jiyana partiya me de lîztine, lewra rol û bandora jinên Kurd cihê rêzgirtinê ye.

Hêwî dikim ku ji tu hewlekê bona xizmet bi netewe û partiya xwe xemsar nebin.

Eva jî pir girîng e ku jin û dayîkên Kurdistanê wîjdana xwe rihet bikin û erkê xwedîkirin û perwerdekirina zarokên xwe ku, pêşeroja welat û netewa me ne bi ciwanî bicih bînin, eva bi xwe beşek girîng ya xebatê ye.

Ez tenê vê yekê dibêjim ku roja azadiyê wê hil bêt û wî çaxî şanazî ya wan kesan e ku, xizmetek bi netewa xwe kiribin”.